Li Erziromê du otomobîlan li hev dan: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Li Erziromê du otomobîlan li hev dan: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

BasNews – Li navçeya Azîziye ya Erzirom a Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hevdan û di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1 jê giran, bi giştî 5 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ajokarê wê Enes K. Di rêya E-80ê de li gel otomobîla ku ajokarê wê Hesen E. bû li hevdan û piştî bûyerê li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê, tîmên polis û tîmên agirkuj geheştin cîhê bûyerê.

Hat zanîn di bûyerê de Furkan û Fatime K. li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û herdu ajokar û Serap K., Semanûr E., Gozde Y. û Sevgî K. birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê ji birîndaran Serap K. jî li gel hemû hewldanan nehate rizgar kirin û hat zanîn rewşa Semanûr E. jî girane û metirsiya jiyanî heye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved