Rukiye Mistefa
BasNews – Li serbijîşkê nexwaşxaneya Îmam Xumeynî ya bajarê Ehwaz a Îranê Ehmed Reza Muhtedî ragehand, nexwaşek bi giliya zikêşê hatiye nexwaşxaneyê û piştre ji zikê wî nexwaşî 450 parçeyên hesin û tiştên metalî hatine derxistin.
Li Îranê nexwaşeke 36 salî ku zilame, bi giliya zikêşê diçe nexwaşxaneyê û ji mîdeya wî nêzîkî 3 kîloyan 450 parçeyên metalî û hesinî tişt tên derxistin. Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragehandiye, serbijîşkê nexwaşxaneya Îmam Xumeynî ya Ehwazê Ehmed Reza Muhtedî derbarê bûyerê de agahî dane û ew bûyer piştrast kiriye.
Muhtedî ragehandiye: ‘’Ji mîdeya nexwaşekî bi emeliyatê nêzîkî 3 kîloyan bizmar, serê vîdeyan, vîde û gelek madeyên hesinî û metalî ku 450 parçebûn hatine derxistin.
Serbijîşk Muhtedî ragehand, nexwaşê 36 salî rewşa wî naha pir başe û tenduristiya wî di cîh de ye.