Helebce – Kargeha rûnê zeytûna Rasan berhemên xwe dişîne derveyî welat
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Helebce – Kargeha rûnê zeytûna Rasan berhemên xwe dişîne derveyî welat

BasNews – Rêveberê kargeha rûnê zeytûn a Rasan li Helebce ragehand: ‘’150 hezar lîtreyên rûnê zeytûnan dixin bazara Kurdistan û derveyî welat.’’

Rêveberê kargeha rûnê zeytûn a Rasan li Helebcê Peyam Sîrwan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek kargeha rûnê zeytûn a Rasan bi îsal ve ev dibe 6 sal em kar dikin. Sala yekem 27 hezar lîtreyên rûnê zeytûn me berhem anî, lê naha 150 hezar lîtreyên rûnê zeytûnan em dixin bazarên Herêma Kurdistanê û derveyî welat.’’

Herwaha got: ‘’Nêzîkî 10 ton zeyt ji bo Brîtanya û Almanya hatiye şandin. Ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan du salên dawiyê yên vê kargehê de hevkarê me yê herî baş bûye û baca gumrikê ji me newergirtiye. Herwaha ji bo wan berhemên ku li derve me pêwîst pê hebûye û ji bo şandina derve bo berheman hikûmet her hevkarê me bûye.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved