Bi wêne...Coş û kelecana çûkên Hevselê ya ‘’Bihara derewîn’’
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne...Coş û kelecana çûkên Hevselê ya ‘’Bihara derewîn’’

Mehmed Masum Suer

BasNews – Piştî dawiya heftiya borî baranên tund rawestan û tav derket li baxên Hevselê hewayê biharê hat jiyan kirin, li baxên Hevselê gelek cureyên çûkan ên jiyan dikin, ji hêlînên xwe derketin û tama wî hewayê xweş ê ji payîzê mayî ve rojên xwe borandin.

Li Amed a Bakurê Kurdistanê piştî barîna baranên dawiyê rawesta ji nişkava hewa germbû. Li geliyê Hewselê ew çûkên ku jiyan dikin ji hêlînên xwe derketin û di çiqên daran de ew kulîlkên ku bişkiwîne û li ser çîmenan hewldan xwe têr bikin. Yek ji wan cureyên çûkan jî ku ji tovê çiqên daran ve xwe têr dike û jiyana xwe birêve dibe beytika dehlan an jî wek çûka ser daran jî tê naskirine. Hunermendê Wênegir Mehmed Masum Suer, karî di wê kêliyê de wêneyên wan beytikên dehlan an jî çûkên daran ên li ser çiqlên daran digerin û tovên wan ve xwe têr dikin wêneyên wan karî bigre. Herwaha ji aliyê din ve li ser dareke din çûka wek Îspînoz an jî wek zengilok jî tê naskirin bi coş ve dixwend û wêneyê wê jî karî bigre. Çûkên daran û gelek cureyên din ên çûkan heta 5-10 sal berî naha jî gelek baxên ku bi hev ve girêdayî de, di nav giya û dehl û daran de li heman deverê jiyan dikirin. Lê di wan salên dawiyê de piştî ku ji bo çandina garis gelek bax bi hev ve hatin girêdan, ew dehlane piranî ji holê rabûn. Lewra çûk, di hin goşe û quncikên baxên Hevselê de ew dehl û darên ku êdî kêm mayî de jiyana xwe berdewam dikin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved