Rukiye Mistefa
BasNews – Li navçeya Qaqizman a ser bi parêzgeha Qers a Bakurê Kurdistanê otomobîlek û kamyoneke barhelgir li hevdan û di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li navçeya Qaqizman a ser bi Qersê di dema barîna befrê de kamyona barhelgir a ajokarê wê Veysel Taş û otomobîla ajokarê wê Mehmet Salman bû li hevdan.
Li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê yên 112 û tîmên cendirme geheştin cîhê bûyerê û di bûyerê de ajokarê otomobîlê Mehmet Salman, Medet Kizilay, Mecit Kizilay û Makude Kizilay birîndar bûn.
Hat ragehandin birîndar bi ambulansan ji nexwaşxaneya dewletê ya Qaqizmanê re hatin veguhestin û li nexwaşxaneyê birîndarê bi navê Medet Kizilay li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Tirkiyê barîna befrê mercên hatûçûnê zehmet kirin û derbarê bûyerê de jî lêkolîn destpê kiriye.