BasNews – Wezîrê Berê yê Xezîneya Brîtanyayê dibêje, “Divê Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev bikin”.
Sibeha îro roja Sêşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Berê yê Xezîneya Brîtanyayê û Perlemantarê niha yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî di dema tevlîbûna paneleke roja duyem ya Forma MEPSê de ragehand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh di gotarekê de rastiyek eşkere kir, ew jî ew e ku guhertinên seqayê metirsî xistine ser Iraq û Herêma Kurdistanê. Ew yek qebên me hemiyan wekî mirovatî dixwaze”.
Herwaha ragehand, “Ez dixwazim balê bikişînim ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, divê herdu hikûmet li hev bikin û bala xwe bidin ser çareserkirina guhertinên seqayê”.
Herwaha amaje bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir û got, “Divê Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bikin ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîsa bê destpêkirin ku çavkaniya wê ya aborî ye. Ji bo çareserkirina arêşeyan, em nikarin xwe ji petrol û gazê dûr bikin, ew tiştekî ku divê em li ser kar bikin”.
Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelên wê bibin.