BasNews – Girtiyekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Siyamend Ustwar ku berê bi tometa girêdana wî ya bi madeyên hişber ve heye, cezayê darvekirinê ji bo wî hatibû dayîn û li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîl a Îranê cezayê darve kirina wî hat cîhbicîh anîn.
Duh 21.11.2023yê cezayê darve kirinê yê Siyamend Ustwar ê temen 40 salî û xelkê gundê Dinguz a ser bi bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîl a Îranê hat cîhbicîh kirin.
Siyamend Ustwar bavê du zarokane û du sal berî naha hat girtin û piştre ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve bi tometa pêwendiya wî ya bi madeyên hişber ve heye cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.