BasNews – Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê di Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS) ragehand, li Herêma Kurdistanê hest bi pêkvejiyana aştiyane dikin.
Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Luis Sako di Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Duhokê gotarek pêşkeş kir û ragehand, di heyama borî de min ji bo hikûmeta Iraqê pêşneyar kir, wezaretekî zêde bikin û taybet be ji bo kêmineyan, ku bibe palder ji bo pêkvejiyana aştiyane, wekî ku li cîhên din jî heye, lê mixabin ti kesekî li Iraqê fikir li ser vê yekê nekir.’’
Herwaha Luis Sako got, ‘’Iraq welateke pirnetewî û olî ye. Hemû jî xwedî şaristanî ne, dikare ev pir rengiye bibe nimûneyekî baş ji bo parastina bingehê pêkvejiyana aştiyane. Pêkvejiyanekî hemû têde hest bi seqamgiriyê bikin. Wekî ku naha em li Herêma Kurdistanê hest pê dikin û divê Iraq jî wisa lê bê.’’