Besra – Ji ber bûyerekî hatûçûnê 10 mamosta û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Besra – Ji ber bûyerekî hatûçûnê 10 mamosta û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

BasNews – Îro 21.11.2023yê çapemeniya Iraqê ragehand ku li Besrayê 10 mamosta û herwaha 3 zarok di bûyerekî hatûçûnê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha hat aşkera kirin, li ser rêya di navbera Sefwan û Umqesr a li sînorê parêzgeha Besra, bûyerekî hatûçûnê di navbera mînîbûsek û kamyoneke barhgilger de pêkhatiye.

Hat ragehandin ji ber wê bûyera trafîkê 10 mamostayên dibistanê û 3 zarokên xwandevan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragehandin mînîbûsa mamosta û xwandevan têde ji bo biçin dibistanê li Sefwan di rê de bûn.  

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved