BasNews – Îro demjimêr 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyem a Çarem Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) li Duhokê berdewam dibe.
Li destpêka roja duyem a MEPSê de, gotara bixêrhatinê ji aliyê Serokê Zanîngeha Amerîka ya Kurdistanê li Duhokê Dr. Randall Rhodes hat pêşkêşkirin.
Piştre Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer dê di gotarekê de behsa rewşa niha ya Iraqê bike.
Her li roja duyê ya Forma MEPSê, Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dê gotarekê li ser pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşkêş bike.
Îro li Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS23), hejmareke siyasevanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelan bibin.
Duh roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS23) bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetirî 300 serkirde, siyasetvan û akademî û şarezayên warên aborî û ewlehiyê ji 80 welatan destpê kir.
Forma MEPSê, ku ji aliyê Zanîngeha Amerîka ya Kurdistanê li Duhokê ve hatiye rêkxistin, ev sala çareme, ji bo komkirina serkirde û siyasetvanên deverê û cîhanê bûye sekoyek, ji bo ku danûstandinan li ser arêşeyên Rojhilata Navîn bikin û pêşniyaran ji bo çareserkirina wan berçav bikin.