BasNews – Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragehand, “Wezîrên Derve yên 7 welatan komeke peywendiyan li ser rewşa Xezeyê pêk aniye û niyet e di çarçoveya geşteke diplomasî de serdana Moskowê bikin.
Rojnameya Star bi zimanê Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, “Komeke peywendîdar hatiye damezrandin ku ji heft welatan pêk hatiye, ku welatên Tirkiye, Endonezya, Nîjerya, Urdin, Misir, Qeter û Erebistana Siûdiyê ne. Vê komê dest bi bicihanîna çalakiyên xwe kiriye”.
Fîdan ragehandiye, “Roja Duşemê ew lijne li welatê Çînê bû, îro jî dê li Moskowê be”.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, “Min nekarî roja Duşemê bi wê lijneyê re bim ji ber ku ez li parlamentoyê bûm lê roja Sêşemê dê tevlî civînên wê bibim”.
Herwaha Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê roja Çarşemê serdana London û Parîsê jî bike, ji bo ku tevlî civîna koma peywendiyan bibe.
Pêştir Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehandibû ku şêwirmendiya siyasî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li Moskowê li roja 21ê vê mehê li ser astê cîgirên wezîrên derve dê bê kirin.