Belgefîlma derhênerê Kurd Sedat Kiran a ‘’Bilûra Nişo’’ di Festîvala Fîlman a Cannes geheşt nîvfînalê
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Belgefîlma derhênerê Kurd Sedat Kiran a ‘’Bilûra Nişo’’ di Festîvala Fîlman a Cannes geheşt nîvfînalê

BasNews – Belgefîlma derhênerê Kurd Sedat Kiran di Festîvala Fîlman a Cannesê de geheşt nîvfînalê û piştî Yilmaz Guney cara duyem derhênerekî Kurd digehe wê astê.

Belgefîlma ‘’Bilûra Nişo’’ ya derhênerî û çêkerê Sedat Kiran ê xelkê Siwêreg a Rihayê ye, di beşa Belgefîlman a Festîvala Fîlmên Cannesê de beşdarî pêşbirkê dibe û çîroka fîlmê jî hostayê bilûrê yê Ermenî Dîkran Nişyan e.

Vê derbarê de derhênerê Kurd Sedat Kiran ragehand, eger belgefîlm bigehe fînalê ez dê bi vê gelek serbilindbim. ‘’Ev ji bo min serkeftineke gelekî mezin û giring e. Ji yek festîvalê herî giring ê cîhanê de eger belgefîlma min bigehe fînalê ew ji bo min serbilindiyeke mezine. Ez di vê serkeftinê de herkesê ku keda wî heyî re spasiyê dikim.’’ Kiran diyar kir hêvî dike ku dê belgefîlma ‘’Bilûra Nişo’’ bimîne bo fînalê û got: ‘’Eger bimîne fînalê, ev ji bo min dê bibe çavkaniyekî rûmet û serbilindiya mezin.’’

Sedat Kiran sala 1980yê li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Rihayê li dayîk bûye. Derketiyê beşa Hûnerên Xweşik, Fakûlteya Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha 9ê Îlonê ye. Gelek kurtefîlm û xebatên belgefîlman çêkiriye û yekem belgefîlma dirêj jî bi navê ‘’Gundê winda’’ pêkanî.

Di Festîvala Fîlman a Cannesê de cara yekem di sala 1982ê de Yilmaz Guney xelata Palmiyeya Zêrîn bi fîlma ‘’Rê’’ ya derhêneriya wê li gel Şerîf Goren pêkanîbû wergirtibû. Yilmaz Guney yekem derhênerê Kurd bû ku ew xelat wergirtibû.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved