Dennis Dargul
Dîroka semyana weşanxanan gelek kevne. Welatên ku pêşengiya wê kirine, di heman demê de sermayeya cîhanê jî di destê xwe de digrin.
Sîstemên Cîhanê, bi rêya zimanê çapemeniyê û weşanê, xwe destnîşan dike
Hin dewlet hene ku binhega weşana çapemeniyê ji aliyê wan ve hatiye danin. Di warê xweşaxaftinê û propagande de, gelek şarezan e. Di warê tesîrkirina li ser civakê de jî, gelek pispor in. Zimanê tesîrkirina li ser civakê baş dizanin. Ev welatene dewletên rojavane ku di heman demê de, wek civakên herî demokratîk û pêşketî tên zanin.
Ji van welatan yek jê Almanya û Hollanda ye. Li Hollanda yekem rojnameya bazirganiyê sala 1605’an de dest bi weşanê kir.
Evê rojnamê bûyerên rojane radigihandin. Bi riya vê rojnameyê, civakên cur be cur ên welatên din (wek Amerîka, Ewropa, Awistiralya, Efriqa û Asya’yê) ji hev û din dihatin agahdarkirin. Lê rojname salane bû. Bûyerek li Ewropa’yê piştî salekê Amerîka’yê dibihîst.
Welatê ku yekem weşana rojnama civakî jî kirîye Almanya ye. Li Almanya 1. rojnameya cîhanê ya civakî ji aliyê Guttenberg ve di salên 1609 de li bajarê Leipzig’ê hatîye weşandin. Bi tevî sazkirina makîneya çapê, gelek berhemên dîrokî wek roman, pirtûk, kovar û hwd. hatin weşandin. Pey weşanxana Gottenberg ya li Almanya, li İngeltere, Frense û gelek welatên din yên Ewropa weşanxane hatin vekirin û cîhana xwendin û nivîsandinê pêşdikeve.
Lê tiştê balkêş ewe ku di heman sedsalê de yanî sedsala 16 û 17 an de, rewşenbîrên Kurd jî, wek Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî dengê xwe bi nivîsandina pirtukên kurdî bilind dikin. Lê ji ber şert û mercên welatê me Kurdistanê nedikarîyane wek welatên rojava di warê weşanê de xwe birêxistin bikin.
Li welatê me Kurdistanê jî, bi şêwazeke ne bi rêxistin be jî dîroka weşanê gelek kevne. Mînaka vê yekê Şerefnama Şerefxanê Bitlîsî ya dîroka Kurdistanê ye, pirtuka Ahmedê Xanê Mem û Zîn e ku bi sedan salan berê hatine weşandin. Her çi qas pirtuk di nav civaka me Kurdan de hatibine weşandin jî, lê dagirkerîyê destur nedaye ku bi rêkûpêk xwe tanzîm bike û bibe berhemek rêxsitinî. Lê di dawîya sedsala 19 an de, hin rewşenbîrên kurd, ketin nav liv û tevgêra weşana Kurdî.
Di sedsala 19 de, pêşketinên weşanê û giringîya wê tesîrek mezin li ser civaka me Kurdan û rewşenbîran jî kir. Mînaka vê yekê devera Cizîra Botan û Mîrên deverê “Bedirxanî” bûne. Yekem Dibistana Kurdî jî di sala 1908 an de damezirand. Di heman salan de Ala Kurdistanê ku em evruke şanazî pêdikîn, da ber çapê û belavekir.
Mîr Celalaed Bedirxan, li Surîyê di 15 Gulana sala 1932 ê de Kovara “Hewar” derxist. Ev Kovar, yekem weşana Kurdî ya tîpa latînî bûye. Di salên 1939 heta 45 an de, li Başurê Kurdistan rojnama hefteyane ya bi navê “Jîyan”, “Gelavêj” û “Jîn”, dihat weşandin û belav kirin.
Her wiha, di salên 1942-45 an Kovara Ronahî û pirtukên Kitêpxana Hewarê, Roja nû û Stêr Mîr Kamîran Bedirxan berdewamî weşana Kurdî kir. Vê xebata weşanê tesîrek mezin li ser rewşenbîrên seranserî Kurdistanê kir. Edî rewşenbîrên Kurd li gorî şert û mercên jîyanê berhemên xwe ji pirtukxana Hewarê ya li Surîyê re dişînin û çapdikin. Di heman demê de, gelek pirtuk, rojname û berhemên rêxsitinên sîyasî yên Kurd, di Hewarê de bi tîpê latînî hatine belavkirin. Bi tevî rewşenbîrên Bakur û Kurdên li perçeyên din yên Kurdistanê, Li Kurdistana Başur û Iraqê 243 rewşenbîran beşdarî li Kovara Hewarê kirine û berhemên xwe weşandine.
Bi tevî vê hewildana rewşenbîrî, edî li Başurê Kurdistanê, xwendekar û nivîskarên Kurd, eleqedariya baş nêzî weşana Kurdî dikin û xwe birêxsitin dikin. Ev birêxistinkirina Başurê Kurdistan ê, di şoreşa İlonê de, dikeve pêvajoyek nû.
A-Li Kurdistana Başûr weşana fermî
Bi tevî vê pêvajoya tevgêra rizgarîya netewa Kurd, li başurê welat jî, weşan di nav rewşenbîr û civaka Kurdan de bi awayeke berfireh hat destpêkirin. Ev Rêkeftin 11 Adara 1969 an de bi awayeke fermî di navbera serkirdeya Kurd û Hukumeta Iraqê de, hat pesend kirin. Weşana Kurdî li Başurê Kurdistan ê di salên 1970 an de, bi awayeke fermî hat destpêkirin. Rêxistin hatin çêkirin û pirtukên Kurdî hatin weşandin. Ev Rekeftina Kurdan û Hûkûmeta Iraqê, heta sala 1974 ê berdewam kir. Lê Paşê Hûkûmeta Iraqê, gav paşde avêt û hêriş li ser bizava azdiyê û civak kurd da destpêkirin. Lê bi tevî hemû hewildanên hûkûmeta Iraqê ya zordest, civaka Kurd xwedî ziman, çand û dîroka xwe derket. Weşana Kurdî jî, hem di nav refên şoreşê hem jî, di nav civaka kurd de bi tevî hemû astengîyên zordestiya Behsîyan, ranewstiya û berdewam kir. Di dema şoreşa îlon û GUlanê de, Ezgê Dengê Kurdistana Iraqê, rolek mezin ya xizmeta hişyariya hizra netewî,, ziman, çand û hinera Kurdî hebû ye.
Başurê Kurdistanê di sala 1991 an de kete pêvajoya Rizgariyê û serhildan hat destpêkirin. Weşanên Kurdî xwe ji nû ve birêxistin kirin.
Di navbera salên 1991 û vê de, li Kurdistanê gelek weşanên kurdî dest bi xebata xwe kirin. Ji weşanên rojnaman, radyo û kovaran bigre hetta weşanên televîzyinan hatin destpêkirin. Di heman demê de, jibilî televizyonên partiyên sîyasî partiyên desthilatdar bi dehan TV, Radyo, Torên Komaleyetî, Kovar, Rojname, ragihandina dijîtal û beşên din yên ragihandinê di nav xebatê de ne. Qasî dewletek pêşketi yên Rojava li Kurdistana Başûr xebata ragihandinê heye. Li gorî civakên li Kurdistanê û kêmenetewan jî bi deng û rengên xwe ragihandina xwe heye.
Dennis Dargul