Malbata Cemîl Paşa – Beşa IV
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Malbata Cemîl Paşa – Beşa IV

Dennis Dargul

Cewdet Cemîl Paşa

Cewded Cemîl: Kurê Ehme Cemîle. Li bajarê Stembol ê beşê zanko yê dadê dixwîne. Paşê li gel endamên Malbatê Qedrî, Ekrem û Şemseddîn jibo xwendinê diçe Swêsre. Paşê di yekem şerê cîhanê de vedigere Stembolê. Di sala 1918 an de, Cemîyeta Tealî şaxê amedê tê damezirandin. Cewdet jî nivîskarê kovara rêxsitinê ya bi navê Gazî bû. Di serhildana Şêxseîd de, tê girtin û ceza kirin. Paşê bi tevî malbata wî  ji alîyê dewleta Tirk ve koçberî Bajarê Tırkan Denizliyê tê kirin. Di heman salê de, kurdên Wanî jî koçî heman bajarî dikin. Ji ber ku Cewdet Cemîlpaşa yarmetîya Kurdan dikir û xwedî li mafên wan derdiket, ji alîyê hêzên tarî ve, di sala 1943 an de, xistin kemînê û şehîd xistin. 

Omer Cemîl (1888-1936)

Omer Cemîl Elî  kurê CemÎl Paşa ye, Di sala 1906 an de, jibo xwendinê diçe Stembolê. Di sala 1912 an de, dibe endamê damezirenerê Komeleya Xwendekarên Kurd Hvîyê. Jiber ku ev sekreterê Komeleya xwendekarên Kurd Hêvîyê bû, gelek caran ji alîyê desthilatdarên tirkan ve tê girtin û zîndan kirin. Li Stembolê Medreseya Bilind ya Zîreatê dixwenîne. Di sala 1918 an de, vedigere Amedê dibe damezirenerê Cemîyeta Tealî ya Kurd. Her wiha Di  rêvebirîya Cemîyeta Tealî ya Kurd şaxê Amedê de, bi awayeke çalak cîh digre. Pereyê Weşanxana ku jibo rêxsitinê hatibû kirîn ji alîyê Omer Elî ve hati bû dayîn. Di sala 1925 an de, ew jî di nav serhildêrên Şêxseîd Efendî de tê girtin û ceza kirin. Dadgeha Tirkan wî û malbata wî koçî îzmirê paşê jî surgunî Edîrne dikin. Di koçberîyê de, nexweş dikeve û li stembolÊ diçe ber rexma xwedê.         

Qadrî Cemîl Paşa (1891-1973)

Qadrî Cemîlpaşa bi navek din "Zinar Sîlopî", nevîyê Ehmed Cemîlpaşa Kurê Fuad begê ye. Di sala 1891 an de li Amedê ji dayik dibe. Di sala 1911 an de Zankoya Stembol beşê Zireatê temam dike. Damezirenerê Komeleya Hevîyê ye. Qadrî ku di sala 1913 an jibo xwendinê çubû Swêsre şaxê komeleya hevî vedike. Di yekem şerê Cîhanê li Amanê dîl dikeve destê İngilîzan. Salekê li Misirê kampa destgiran de dimîne.

Dema vedigere Amedê Serokatîya Cemîyeta Azadîya Kurd dike. Di sala 1925 an de, di nav Hevalên Şexseid efendî de, tê girtin û tewambar kirin. Di encama dadgeh kirinê de, cezayê koçberkirinê tê dayîn û li bajarê Burdurê di nav tirkan de bi cîh dikin. Di sala 1929 an de vedigere Amedê û bi endamên navendî yên rêxistina Xoybûnê re dikeve têkelîyê. Heman salê de diçe Surîyê û li wir wek endamê navendî tê hilbijartin. Di sala 1930 î de ku bi armanca pistgirîya Serhildana İhsan Nurîpaşa, planek şer ji başur ber bi bakur ve xoybûn amade dike, Qadrî jî, wek Serokê Eniya şer ya Derik-Merdînê tê wezîfedar kirin. Lê plan sernakeve. Demekê jî di rêvebirîya Komeleya Alîkarîya Belingazên Kurdistanê de, cîh digre. Her wiha jibo Herfên latînî yên Celaled Bedirxan, qalibên herfan çêdik. Di sala 1934 heta 39 dibe nûnerê sîyasî û Sekreterê  Rêxsitina Xoybûnê. Di heman demê de bi rêxistinên başurê Kurdistanê  "Hîwa" re jî dikeve nav danûstendinê. Di sala 1937 an de ku "Civata Azadî û Yekitîya Kurdan" ku ji alîyê Xoybûnê ve hati bû saz kirin, Qadrî û Ekrem jî wek endamên navendî tên hilbijartin. Qadrî Cemîl, piştî ku Komara Mehabadê di sala 1946 an de hat damezirandin, diçe wir û hevdîtinekê bi serokê Komarê Qazî Muhammed re çêdike:

Nameyek dur û dirêj ya tekoşerîya wan jibo Kurdistanê, armanca wan ya kurdistanek serbixwe û yekgirtî, li ser navê "Hizba Demokrata Kurdî li Surîyê û Xoybûnê"  dîyarî Serok Qazî Muhammed dike. Di heman rojan de, bi nunertîya "Partîya Demokrata Kurd ya Surîyê"  nameyekê ji Stalîn re rêdike. Di nameyê de rewşa Bakurê Kurdistan zulma Tirkan ya li ser Kurdan û rewşa Kurdistana Surîyê dîyar dike. Her wiha jibo azadiya gelê kurdistan, daxweza yarmetîyê dike.

Di heman demê de firseta naskirina Serokê Kurdan M. Mustafa Barzanî jî, dibîne. Li Gel Serok Barzanî, doza Kurdistan û yekitîya rêxsitinên kurd de, munaqeşe dikin. Ev munaqeşa bi Serok Barzanî re, tesîrek gelek mezin li ser Rêzdar Qedrî dîke. Ev hevdîtin  rê li ber dostanî, têkelîyek demdirêj ya malbatan vedike ku het evruke jî  berdewam dike. 

Kadrî Cemîlpaşa ku bi kêça Qasim Cavîdê re zewicî bû ti zarokên wî nînin. Di 27 Mijdara sala 1973ê li Şamê diçe ber rexma xwedê. Qadrî pey mirina xwe:

Eserên wek "Doza Kurdistan"  nivîsên taybet jıbo kovara hewarê û hin reportaj hiştîye.

Wecdî Osman: (1922-1996)  Mistefa Nuzhed (1926 - ?)

Ji malbata Cemîlpaşa yê herî ku di tekoşerîya azadîya Kurdistanê de, xwedîyê xebatek pîroz û birumete, Wecdî Osman Cemîle.

Wecdî, di sala 1922 an de li Amedê ji dayik dibe. Kurê Mehemed Feride Cemîle. Hinê di temenek biçuk de li gel malbata xwe koçî Surîye dikin. Di dema li Surîyê bûn Mamê Wecdî Qadrî Cemîlpaşa wî rêdike Mahabadê. Ji destpêka avakirinê heta  dawî, li Mehabadê dimîne. Di destpêkê de, di berpirsa daîreya polîs ya "Şehrebanî"yê, paşê jî wek Fermandarê Enîya Serdeştê  tê erkdar kirin. Lê Wecdî Osman dema kû  Komara Mehabadê xeradibe, teslîmna be û li gel karwanê Barzanî, di sala 1947 an de, vedigere Başurê Kurdistan ê. Desthilatdarîiya Iraqê Sozên ku berê debûn Kurdan pêk naîne. Gelek Pêşmerge dardakirin. Birayê Serok Barzanî Şêx Ehmed û gelek endamên Malbata Barzanîyan piştî vegerê, kirin zîndanan, paşê koçî başurê Irak nav sahrayên Ereban kirin.  Serok Barzanî, bi karwanek mezin ku hejmara wan 560 şoreşger bûn li ser sinûrên rojhilat û Bakurê Kurdistanê re, diçe Rusya. Berîya ku rêbikeve yekîneyek peşmergan jibo parastina jin û zarokan, li Kurdistanê dihêle. Yek ji endamên peşmerge ku li Kurdistanê hati bûn hiştin, Wecdî Osman Cemîle. Li gorî pêzanînan: Demsal  Zivistan bû di nav zor û zehmetîyên gelek mezin de, Malbata Serok Barzanî jî bixwe jî  hebû. Di vê demê de, di navbera leşkerên Îran û Peşmergan de şer derdikeve. Wecdî Osman, bi çarde gulleyan birîndar dibe. Hevalê Wecdî - Baqî Bamernî,  demek dirêj li çîyan li ser pişta xwe digerîne. Paşê ji alîyê leşkerên Iraqê ve tê girtin. Doktorek'ê ku dizanî ew bê dardakirin, bi heceta ku birîna wî girane li nexweşxanê vedihêlin. Paşê babê wî ku hemwelatîyên Surîyê bûn, bi rêyên qanûnî di sala 1948 an de,  ji hûkûmeta Iraqê distînin.

Lê vê carê  jî hûkûmeta Surîyê zor û zexta xwe li ser malbata Cemîlpaşa zêde dike. Di sala 1957 an heta 60 ê de, di zîndana Şêxhesen û Hasekîyê de dimînîn.  Di vê navberê de hûkûmeta Surîyê gund û warên wan desteser dike û paşê didin Ereban.

Paşê Wecdî Osman û birayê wî Mustefa Nuzhed, diçin Iraqê.  Hûkûmeta Iraqê wan dikin Zindana Qesr-ı Nîhaye ku bi îşkencê û kuştina kurdan bi nav û deng bû. Di zîndanê de Neynikên Mistefa Begê jêdikin. Rayadarên hûkûmeta Iraqê,  çi kiryarek hovane heye li hemberî herdû birayên welatperwer pêktînin. Paşê Wecdî Osman vedigere Amedê, Mistefa Nuzhed jî di sala 1959 an de, li Hewlerê bi cîh dibe. Di salên 1970 an de Mistefa Nuzhed, li gel koçberên Başurê Kurdistanê, diçe Îranê. Di sala 1980 an de, Vedigere Kurdistana Bakur. Paşê ji ber zordestîya dewleta Tirk ew dîsa bi tevî malbata xwe li Surîyê bi cîh dibe.

Paşê Wecdî Osman, di sala 1980 an de, bi tevî malbata xwe vedigere Amedê û ji wir jî koçî  Enqere dike. Tê gotin Wecdî Osman, xweştivîyek bi bawer û kurdperwer yê serokê nemir Barzanî bû. Li gorî pêzanînên malbatê, hin dîyarîyên Serok Barzanî jî, ji aliyê Wecdî Osman ve heta evrûke hatine parastin.      

Esat Sezayî Cemîloglu (1904 - ?)

Esat Sezayî Cemîloglu, li Amedê di sala 1904 an de, jidayik dibe. Nevîyê Ehmed Cemîl Kurê Mistefa Nuzhade begê ye. Li Amedê Mekteba Subyan paşê li Stembolê Amedeyî dixwine. Jibo xwendina Zanko jî diçe Frense û li wir Muhendisîya Çandinîyê dixwine. Li Tirkîyê gelek daîrên çandinîyê yên dewletê de kar dike. Paşê dest ji karmendîya dewletê berdide û vedigere Amedê.

Esat Sezayî Cemîloglu: piranî bi sporê tê naskirin. Di warê swarîya hespan, atletîzm û boksorîyê de, gelek jîr û zîrek bû. Di gelek pêşbirkên navnetewî de cîh girtîye û xelat stendîye. Esat Sezayî, di sala 1931 an de, yekem car Komeleya Spora Boksê, li Tirkîyê vedike. Her wiha demak dirêj berpırsyarîya vê komeleyê dike û xelatan distîne. Di hilbijartinên sala 1957 an de, dikeve nav sîyasetê. Di sal 1959 an de, li hemberî hin rewşenbîrên kurd opersayonek hovane ya leşkerî tê destpêkirin. Vê bûyerê ku wek “dadgehkirina 49 an” tê binav kirin. 49 rewşenbîr û nivîskarên Kurd cîh digrin. Di nav van 49 kesan de, Esat Sezayî Cemîloglu jî hebûye. Di encama biryara dadgehê de, Esat Sezayî salekî çar heyvan cezayê zîndayê lê tê birîn. Ligorî notên wî: “Eleqedarîya wî bi kurdînîyê tine bûye. Wî tekoçîna kurd û Kurdistanê di van çar dîwaran de fêm kirîye”.

Ligorî gotina wî:

“Ew pey kurdînîyê neketîye, kurdînî pey wî ketîye û peyda kirîye”. Her wiha hin helbest jî di zîndanê de nivîsandine:

Esat Sezayi du pertukên bi navê “Li Trakya Pembû û Cûkên Amedê” nivîsandine. Pertuka wî ya li ser Çukên Amedê jî, Zanistîye.

Felat Cemîloglu (1929-2003)

Ji endamên Malbata Cemîlpaşa yek ji wan ku demekê keti bû rojeva tîrîyê, Felat Cemîlogluye. Felat Cemîlzade, di sala 1936 an de, bi tevî malbata xwe ji alîyê dewletê ve, jiber ku ew kurd bûn, jibo bajarê Ordîya ya Derya Reş tê surgun ango nefîkirin kirin. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Ordîyê, Piştî ku cezayê koçberkirina bi darê zorê ser radibe, di sala 1948 an de, vedigere Amedê. Di sala 1956 an de, Medreseya Bazirganî û Aborîya Bilind ya Stembolê bidawî dike û li gelek rêxsitinên dewletê û bazirganîyê de wek endamê rêvebir kardike. Li Bajarên Kurdistana Bakur di rêvebirîya Kargehên Çandinîyê de kar dike. Di sala 1982 ê de, bi heceta endamê PKK ê ye tê girtin. Hemû kiryarên hov yên rayadarên leşkerî di zîndanan de ku li ser kurdan meşandin, Felat Cemîlpaşa jî rast hat.

Kiryarên li zîndanên Amedê ku li ser Felat Cemîlpaşa hatine meşandine; Gelek rojname û kovarên tirkîyê jî nivîsandi bûn:          

Felat Cemîlpaşa, piştî ku ji zîndanê derdikeve, dest bi sîyasetê dike. Li gorî gotinên wî: Tesîra zîndanê li wî kir ku dereng be jî  kurdînya xwe xwedî derkeve. Yanî ruhê malbatê yê Ekrem û Qadrî, di wî de ji nû ve, zinde bû.

Felat Cemîlooglu, di sal 2003 an de, koça dawî kir.

                                                            Dawî

    Di serdema avabûna Komara Tirkiyê de, hin endamên Malbata Cemîlpaşa koçî Surîyê kirine û li wir bûne penaber û bicîh bûne. Hin endamên din jî rastî zordestiya dagirkeran hatine û koçî deverên din yên cur be cur kirine. Beriya ku qanûna paşnav ya Tirkiyê derbikeve, ev malbate wek malbata Cemîlpaşazadeyan dihatin nas kirin. Piştî ku qanûna paşnav li Tirkîyê hat derxistin her çi qas xwestibine paşnavên xwe bikin Cemîlpaşa ango Cemîlpaşazade, ev daxweza wan nehatiye qebûl kirin. Li ser vê yekê piraniya malbatê paşnavên xwe kirine Cemîloglu, kêmek ji malbatan jî paşnavên xwe kirine Karakoç û Karakoçlar. Malbatên li Surîyê dijîn jî paşnavên xwe kirine Jamîl.

Endamên Malbata Cemîlpaşa, piştî ev qas rojên sar û germ yên jîyanê de, cîhê xwe ji bazirganîyê, bêxemîyê û çavtirsaniyê hiştîye. Nifşê nû di xebata netewî ya gelê Kurdistanê de, cîh nagre û bêdengî helbijatine. Ev yek jî, trajedîyek mezin ya gelême ye ku gihaye vê encamê.

Yek ji Endamên Malbatê wiha dîyar dike: "em di trajedîyekê re derbaz bûne ku xwezî encam wisa neba ku me jî xizmeta gelê Kurdistan ê kiriba. Me zimanê xwe jibîr kir, em bi zimanê tirkî diaxifîn. Pêwîs ba wisa neba. Encam wisa bidawî nebiba".

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved