BasNews – Ciwanên Ewrupa û bi taybetî jî Danîmarkî li gel stranên hunermendê kurd Tobias Rehîm destê hev digrin û dîlanên kurdî digerînin.
-Xwedî bejnekî bilind û bedenekî rêkûpêk û bedenekî werzişkar, dengekî xweş û şiyaneke hunerî ya bilind di stran û muzîk û awaz danînê de.
- Ew bi kurdbûna xwe û Ala Kurdistanê ve serbilind e û hunera Ewrupî, latînî, Afrîqî û kurdî têkelî yek kiriye.
- Tobias Rehîm stranbêjê Danîmarkî yê bi eslê xwe kurd e û di sala 1989ê de li bajarê Aarhus a Danîmarkayê li dayîk bûye û her li wî bajarî jî mezin bûye û ji ber ku bavê wî bi nexwaşiyekî derûnî ya giran dikeve piranî li gel dayîka xwe mezin bûye.
- Dayîka Tobias jineke Danîmarkî ye û bavê wî kurdekî azadîxwaz ê Bakurê Kurdistanê ye. Bavê Tobias xelkê gundê Kelhesen ê Bakurê Kurdistanê ye. Ango bavê wî kurdekî Konyayê ye, li gor pênaseya Tobias bavê wî demekî dirêj ji bo xebata azadiya gelê kurd kiriye û ji ber wê jî penaber bûye û berê xwe daye Ewrupa.
- Tobias Rehîm temenê xwe yê zaroktiyê di navbera du çandên cuda yên Danîmarkî û Kurdî de derbas kiriye, herwaha 2 salan li Kolombiya û demekî jî li welatê Afrîqa yê Gana maye.
- Tobias bi zimanê Danîmarkî diaxive, Îngîlîzî û Îspanî jî baş dizane, lê bi başî û bi temamî kurdî nizane, lê bi kurdbûna xwe serbilind e û girêdanekî wî ya ecêb bi kurdbûn û Kurdistanîbûnê ve heye û di hin stranên wî de nakaratên kurdî jî hene.
- Tobias Rehîm di hevpeyvîneke çapemeniyê de xwe wek ‘’Ciwanekî kurd ê xwedî hizra netewî’’ pênase dike û asîmîlasyona ji aliyê rejîmên cuda ve li ser kurdan tê kirin, şermezar dike û protesto dike û wek karekî xirab û dijî mirovahiyê pênase dike.
- Tobias ji bo zêdetir îspatkirina kurdbûna xwe, di 3 festîvalên mezin de bi stranên Danîmarkî û têkelkirina gotinên kurdî yên ‘’Were Pismam û Were Dotmam’’ û navê gundê bavê xwe yê Kelhesen û li gel bilindkirina Ala Kurdistanê û govend û dîlanên kurd girseya heyranên xwe tîne coşê.
- Çapemeniya Danîmarka û Ewrupayê gelek nirx bi nûçeyên wî stranbêjê kurd ê Danîmarkî dide. Kovarekî bi navûdeng ê Danîmarkayê derbarê konserekî Tobias Rehîm de dinivsîne: ‘’Li gel baran û hewayê xirab, Tobias bi rastî karî hestên amadebûyan rakêşe gel xwe û hunera xwe û hemû kesan ecêb bihêle. Tobias bû sedem bi hezaran kes di konsera wî de bi tiliya biçûk ve destê hev bigrin û destên xwe bilind bikin û dîlan û govenda kurdî li gor kevneşopiyên kurdî li ser şanoya poteqalê pêşkeş bikin.
- Bilindbûna bejna Tobias du metre û 5 santîmetre ye, Tobias demekî di nav dewletên Ewrupa, Afrîqa û Amerîka ya Başûr jiyan kiriye. Wê demê xwe fêrî zimanê Îspanî kiriye. Du salan wek jenyar û rapçî li bajarê Kalî li Kolombiyayê kar kiriye, çend salan jî wek muzîkjenek û stranbêjekî pop li Gana jiyana xwe dabîn kiriye, xwe bê jiyandiye, li wê derê hest bi cudayiya çerm û rengê reşikan nedihate kirin û wî wek Ewrupiyê spî û bejin bilind navê xwe derxistibû.
- Ew muzîkjen û stranbêj kurd û Danîmarkî ye, hin helbest jî nivîsandine û di pirtûkekî de belav kirine.
- Danîmarkayê ti demekî diyardeyekî wek Tobias Rehîm nedîtiye, ji ber ku wî di salona mezin a konseran û şanoyên Danîmarkayê de rabûye û stranên Danîmarkî gehandiye asta herî bilind a lûtkeyê.
- Tobias sala 2021ê de wêneyekî rût û tezî yê xwe yê bê navê ‘’Zilamê nû yê Îskandînavya’’ ji bo firotinê belav kir û wêneyê wî bi 34 hezar Kronê Danîmarkayê hat firotin.
- Ji ber belav kirina wêneyê rût jî Tobias Rehîm dibêje: ‘’Belav kirina wêneyekî wisa mirov ditirsîne, lê pir zû ve min hewldaye ez li hember wian tiştan rawestim ku ez jê ditirsim. Ji bo ku ez li ser wan serwer bim.’’
- Tobias Rehîm heta naha 12 vîdeo klîp belav kirine, li gel zêdetir ji 5 albûmên stranan, ku hin li albûmên wî albûmên herî zêde hatine firotin li ser asta Ewrupayê ne. bi dehan konserên mezin li gel grubên muzik ên cuda û li welatên cuda pêkaniye. Tenê sala 2023yê de di 6 festîvalên giring û mezin de stran gotine
- Temenê Tobias Rehîm 34 sale, heskiriya wî heye û heskiriya wî jineke karê balefirvaniyê dike û navê wê jî Sabrina Takleye ye û kureke wan ê 2 salî jî heye. Tobias û heskiriya wê bi salane li gel hev in û naha li taxeke bakurê rojavayê Kopenhag jiyan dikin. Dayîka Sabrina bi esil Erîtirya ye û bavê wê jî Danîmarkî ye.
- Hunermendê kurd ê Danîmarkî, gelek stran li ser kurdên Danîmarka gotine û di stranekî de dibêje:
Kurdên Kopenhag
Kurdên Kopenhag
Were pismam, were pismam
Wekî ku gurg ji destan direvin,
Aleke xweşik ku roj têde hebe
Dibêje dê roja me baştir bibe
Ho kurmam, ho kurmam
Ez li çiyan li gel te me
- Tobias ê kurd, naha stranbêjê herî navûdeng û muzîkvanê Danîmarka yê di Youtube ye, ji ber wî ciwanê kurd muzîka Danîmarka serwerbûye li ser lîsteya klîbên li Youtube. Google Danîmarka di beyanameyekî çapemeniyê de dibêje: ‘’Îsal di lîsteya Youtube de, Danîmarka 15 klîbên navûdeng belav kirine, di lûtkeyê de tomara ‘’Mukî Bar’’ a Tobîas Rehîm di rêzbenda yekem de ye û klîba wî xwedî bînerên herî zêde ye.’’
- Rojnamevana Danîmarkî Cristian Meidhal derbarê Tobias de dibêje: ‘’Ti hunermendek tine di wan salên dawiyê de berhemên wî wek Tobias Rehîm xwedî bandor be.’’
- Jin a rojnamevan a Kurd Derya Qadir ku zanyariyên vê fîçerê amade kiriye, derbarê Tobias Rehîm de nivîsandiye: ‘’Ez ecêb dimînim li wî şêwazê xweşik û bi bandor ê Tobias Rehîm, ku di nav vê cîhana tevlihev û cîhana berfireh a muzîk û stranan de, nasnameya xwe di asteke gelek bilind de û bi awayekî jîrane nîşanî cîhanê dide. Herwaha kurdbûna xwe li pêş dehan hezar kesan di asta bilind de bi rêzdarî îspat dike. Tobias hewl dide eger kêm jî be, mohra kurdî di stranên wî de diyar be…Bi rastî ez wek kurdekî dîasporayê, bi vî ciwanê kurd serbilind im, ku navûdeng li Ewrupayê bi berfirehî belav kiriye û deng vedaye.