Di CHPê de guhertin çêbû an çênebû?
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
İbrahim Güçlü

Di CHPê de guhertin çêbû an çênebû?

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn piştî hilbijartina giştî ya serokomar û parlamentoyê di CHPê de di destpêkê de bêdengiyek û pişt re minaqeşeyekê dest pê kir. Minaqeşe di bin pêşengiya serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoğlu de dest pê kir. Pêşî serokê partiyê Kemal Kıiliçdaroğlû di derbarê encama hilbijartinê û şiroveya sedemên hilbijartinê rexne kir.  Lê tê zanîn ku Îmamoğlu heger Kemal Kiliçdaroğlu bibûya serokkomar, ew jî dê bibûya cîgirê serokkomar. Heta Di 14ê Gulanê de beriya ku encama dawî ya serokkomarî diyar bibe, wî bi serokşaredariya Enqereyê Mansûr Yavaş ve serokkomariya Kemal Kıiliçdaroğlu bi kelecenaî diyar kirin. Yanî ew bi xwe bi her awayî piştgirê Kemal Kiliçdaroğlu bûn û bi her babetê ji wî re piştgirbûn. Tu demekê ji guhertina Kemal Kiliçdaroğlu û guhertina partiyê qal nekiribûn. Rojekê derket meydanê got ku “divê di CHPê de guhertin pêk bê.”

Lê guhertina çi tê xwestin ew di despêkê de ne zelal bû. Lê pişt re zelal bû ku Îmamoğlu û hevalên wî guhertina Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroğlu dixwazin. Li cem guhertina serokê giştî her siyasetvanekî dipa ku ji bona CHPê guhertineke bingehî û dîrokî ya îdeolojiyê û siyasetê jî daxwaz bikin. Lê ev yêka tu dem rast rast nehat ser zimên. Loma jî minaqeşeyên di nav CHPê de li ser serokê giştî navend bûn. Wê demê jî raya giştî ku li benda guhertineke bingehî bûn, sikûtî xeyal bûn. Hat zanîn ku serokê giştî dê bê guhertin. Ew jî, ji  partiyeke dîrokî û nîjadpaerest û dewleta unîter û kolonyalîst avakirî û neteweya kurd înkar kiriye û neteweya Tirk ji tiştekî nehesibandiya û dewleta elîta burokrasiya sivîl û leşker avakirî, nabe guhertinek.

Wê demê berendametiya serokê giştî ya Îmamoğlu gelek bi xwezayî hat rojevê. Raya giştî hêvî dikir ku Îmamoğlıu dê bibe berendamê serokê giştî. Lê wî cesaret nîşan neda. Lewra wî hesap dikir ku di CHPê de guhertina Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroğlu gelek zehmet e. Lê dîsa jî divê wek grûba ku “guhertinxwez in” divê berenedamekî nîşan bididn. Ozgur Ozel bi vê mabestê û armancê wek namzetê sertpokê giştî hat diyar kirin. Ozgur Ozel wek qûrban bû wekîlê Îmamoğlu. Ew grûba di CHPê guhertin dixwestin, bi Ozgur Ozel ceribandinek xwestin bikin. Ew rêbaz û metoda bi xwe jî diyar dikir ku di CHPê de Îmamoğlu û hevalên wî ne “guhertinxwezên rasteqîne” ne.

                                              *****

Piştî gelek minaqeşeyan û qempenyayên li dijî hev, her çiqas nedihat payin jî di CHPê de serokê giştî hat guhertin û Ozgur Ozel bû serokê giştî. Dema Ozgur Ozel bibû berbijêr jî wek serokê giştî yê emanetî dihat bi nav kirin. Piştî ku ew bû serokê giştî jî, ew îdîa zêdetir hate ser zimên.

Gor baweriya min jî di CHPê de qonaxa hevserokî û duserokî dest pê kir. Bawer dikim ku di pêşerojan de ev pirsgirêke dê hîn zelal derkeve holê. Îmamoğlu jî dê bixwaze ku gorî wi biryar bên girtin û projeyên wî bikevin jiyanê. Ew jî him dibe sedemê duserokî û him dibe sedema sîstemeke vesayetê û him jî dibe sedema nekokî ye.

Di CHPê de serokê giştî hat guhertin, lê di Meclîsa Partiyê de jî guhertineke nû û mezin çênebû. Ew endam û parlamenterên di dema Kemal Kiliçdaroğlu da endamên Meclîsa Partiyê bûn, dîsa bi piranî bûn endamê Meclîsê. Loma jî di rê û rebaza CHPê de hêviya guhertinê tine ye; guhertin gelek zehmet û heta bêderfet xûya dike.

CHPê biryar da ku îdeolojiya xwe ya Kemalîst ji berê xurttir bidomîne. Ew jî diyar dike ku CHPê di dewleta kolonyalîst û nîjadperest de guhertinekê de dê çê neke.

CHP, avakara Dewleta Tirk e. Felsefeya damezrênêr ya dewletê;  plûralîzma civakî û sınifî û fikrî û neteweyan red kir. Hebûna Kurd înkar kir. Pejirand ku Kurd Tirk in. Loma jî 100 sale ku ji bona kurd tune bikin û bikin Tirk stratejiyek tê meşandin. CHPê di ev siyaseta xwe ya nîjadperest û kolonyalîst de jî guhertinek çê nekir.

CHPê ji bona ku guhertineke bingehî û vîzyonî û îdeolojî nepejirand ji bona Makezagoneke Nû ya bibe Peymana Civakî û Kurd jî jê re bibin teref, pêşniyar nekir.

CHPê di heman de guhertinek di pêwendiya xwe ya gelê Tirk de jî guhertinek nekir. Mentalîteya xwe ya elîtîk dom dike. Loma jî efendîbûna wan ya gel de guhertinek çênebû.

Ozgur Ozel soz dabû ku di hemû hilbijartinan de berhilbijêr bi pêşhilbijartinê tespît bike, piştî ku bû serokê giştî diyar kir ku ji bona hilbijartina herêmî  dê vê sîstemê bi kar nîne.

Ozgur Ozel daxwaz dikir ku rêbaz û destûra CHPê bê guhertin, ji bona vê bi lez dê kongreyê lidarbixe. Lê ew kongre jî xist pişt hilbijartina herêmî.

Loma jî di raya giştî de qenaaetek çêbû ku Ozgur Ozel bi vaad û sozên xwe re girêdayî nîne. Ew  jî dibe sedema bêbawerî.

Di encamê dikarim bibêjim ku di CHPê de guhertineke bingehî û dîrokî û îdeolojîyê û siyasetê pêk nehat. Divê bê qebûl kirin ku guhertina CHPê gelek girîng e. Lewra partiyên din jî li ser bingeha felsefeya wan ya damezrênêriya dewletê ava bûne. Loma jî di mafên neteweyî yên kurdan û demokratîzebûnê de gaveke stratejîk nayê avêtin.

Diyarbekîr, 14. 11. 2023

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved