Salane li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 hezar ton goştê masiyan tê berhemanîn
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Salane li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 hezar ton goştê masiyan tê berhemanîn

BasNews – Li Herêma Kurdistanê, berhemê salane yê goştê masiyan zêdetirî sê hezar tonan e û niha pirojeya herî mezin a masiyan li Duhokê ye.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, li Herêma Kurdistanê 412 pirojeyên destûrdayî hene ku goştê masiyan berhem tînin.

Herwaha hat ragehandin, wê projeyê zêdetirî sê hezar derfetên kar ji bo welatiyan peyda kirine û sermayeya wan pirojeyan zêdetirî 30 milyar dînaran e.

Berhemê masiyan li Herêma Kurdistanê her sal zêdetirî sê hezar û 500 tonên masiyan e. Herêma Kurdistanê pêdivî bi nêzîkî 80 hezar tonên masiyan e heta bigehe astê xwejiyandinê.

Kabîneya nehem lêborîna gumrikê ji bo pirojeyên berhemê masiyan derxistiye, herwaha elektrîka wan jî bi bihayê elektrîka çandiniyê ye ku ya bazirganî tê hesibandin, ji bo ku xercên berhemanînê li ser wan kêm bibin û berhem zêde bibe.

Berdewamiya samanê masiyan û tevrengkirina çavkaniyên dahatan bernameya kabîneya nehem e û tevger ji bo gehandina astê xwejiyandinê di samanên cuda cuda yên canliberan de berdewam e. ji bo wê jî, divê berhemanîna samanê masiyan bigehe astekî bilindtir.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved