Cemîyeta Tealî ya Kurd (1918)
Dennis Dargul
Komeleya Berzkirina Kurdistan ango Cemîyeta Tealî ya Kurd ku di dawîya sala 1919 an de, bi awayeke fermî hat damezirandin. Gelek zana rewşenbîr û alimên kurdan cîh girti bûn. Kurdistanîyên ku wek her miletekdin ji hilweşîyana Osmaniyan İstifade dikirin. Kurdan, komele avadikirin, rewşenbîr û zanyarên Kurd jî, hem li Stembolê hem jî li Kahîreyê xebata xwe birêxistinkirina Kurdan, berz dikirin. Li Stembolê Seyîd Ebdillah "Komeleya Azadî ya Kurdistanê" avakir, li Qahîrê jî Sureyya Bedirxan, "Komeleya Azadîya Kurd" avakir. Di sala 1919 an de jî, Komeleya Tealî ya Kurd hat damezirandin . Di nav rêxsitinên Kurd de, ya herî baş pêşket û wek muxatap hat dîtin Komeleya Tealî ya Kurd bû ku ew jî li Stembolê hati bû sazkirin. Rêbertîya vê komeleyê di destpêkê de Mele Seîd, Hamzayê Miksî, Xelîl Xeyalîyê Mutkî dikirin.
Kurdan ku didîtin desthilatdarîya Osmanîyan hildiweşe, xebat jibo Kurdistanê germ pêşwazî dikirin û derdora Cemîyeta Tealîya Kurd kombûn. Her wiha rizgarîya xwe di xebata jibo Kurdistanê de didîtin. Di nav demek kin de, hejmara endamên vê komeleyê gelek zêde bûn. Hest û têgihiştina Kurdewarî pêşdiket.
Di kongreya yêkem ya Komeleyê de, Seyîd Ebdilqadir Efendîyê Şemzînî hat hilbijartin. Wek alikar jî, Bedirxan Emîn Elî Beg, Saîd Paşayê Silêmanî hatin hilbijartin.
Vê komeleyê di destpêkê de bi navê "Doza Kurdî" sefîrên gelek welatan zîyaret kirin û dest bi xebata dîplomasî yê kirin. Di kombûna li Parîsê de, ku wek Hevdîtinên Sewrê tê binav kirin, Kurê Seîd Paşayê Silêmanî Şerîf Paşa jî amade bû û doza kurd anî rojevê. Di vê civînê de jibo avakirina Kurdistan li gorî maddeya peymanê ya 62-63-64 ê, ava bibe.
Lê jiber ku Mistefa Kemal peyman nepejirand û xebata xwe di nava Kurdistanê dan destpêkirin, têkelîya di navbera komeleyên Kurd yên Kurdistan û Rojavayê de hat birîn. Her çi qas Serokê Komeleyê xwestibe biçe Kurdistan ê dest bi xebatê bikin jî, endamên rêxistinê destur neda.
Seyîd Ebdulqadir, bi daxûyanîyekê dîyar kir ku ew ne serxwebûnê, otonomîyê dixwezin. Vê helwesta Seyîd Ebdulqadir, rê li ber perçebûna rêxistinê vekir.
Endamên Rêvebir yên rêxistinê Emîn Elî beg û Ferîd begê Bedirxanî, Şukrî Baban, Dr. Şukrî Mehemed, Kamil Feyzîyê Bitlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmeddîn Huseynîyê Kerkukî, Mella zade Raif û Mehmûd Selîm dest ji vê rêxsitinê berdan û rêxistinek bi navê "Teşkîlatî İştîmaîye" avkirin û kovarek jî bi navê "jîn" derxistin. Rêxistinê, di sala 1921 an de, Endamên Komeleyê yên Ciwan Ekrem Cemîl Paşa û Hamzayê Miksî, jibo rêxistinkirinê û hişyarkirina civaka Kurd, şandin Kurdistanê.
TANZÎMA AMEDÊ YA "Cemîyeta Tealî ya Kurd"
Di heman salê de, rûspî û rewşenbîrên Kurd yên Stembolê biryara sazkirina Cemîyeta Tealî ya Kurd didin. Di navbera Hukumeta Stembolê û rêxistinê de, têkelî tê danîn. Li ser navê rêxsitinê komiteyek tê amadekirin di komiteyê de, Ekrem Cemîl Paşa, Cercîzzade Kerîm, Cerhîzade Fikrî, Ganîzade Reşad û Omer Cemîl Paşa cîh digrin.
Armanca vê komîteyê ew bu ku rêxistinê berfirek bikin û kurdan di derbarê mafê wan yên ziman, çandî de, hişyar bikin. Li bajar û bajarokên Kurdistan ê Şaxên Komeleyê vebikin. Heyeta ku ji Stembolê hati bû, diçe cem Babê Ekrem-Qasim Cemîl û armanc û hedefên xwe jêre eşkere dikin. Destekê jê dixwezin. Ev daxweza wan tê qebûl kirin. Kombûna yêkem de, tekkeya Şêx Ehmed Gulşenî tije bû cîh têr nekir. Di heman kombûnê de, pirsgerekên Kurdistanê û desthilatdarîyê hatin goftugokirin. Di kombûnê de biryar tê girtin ku li geek deverên Kurdistanê Komeleyên sîyasî bên ava kirin û fikra netewî ya kurd, perwerdeya zimanê kurdî, parastina çanda kurdî bê kirin. Heyeta ku ji Stembolê hati bû, li Amedê bi awayeke fermî komeleyê vedikin. Di xebatê de, endamên Komeleya Hevî jî, bi awaeke aktîf cîh digin û ev xebata wan ji alîyê Hukuneta Stembolê ve jî tê pejirandin.
Ligorî pêzanînên Ekrem Cemîl Paşa:
Desteya rêveber ya "Komeleya Mezinkirina Kurdistan" ango "Cemîyeta Tealî ya Kurd" ya Amedê de:
Ganîzade Reşîd
Çerhîzade Fikrî
Omer Cemîl Paşa
Ekrem Cemîl Paşa, cîh digrin.
Ekrem Cemîl paşa di kombûnê de, wek serokê komeleyê tê hilbijartin. Ev komele û serokatîya wê yekem rêxistina Kurd bû ku bi awayeke fermî li Amedê hat damezirandin û dest bi xebatê kir. Komele di nav demek nêz de endamên wê zêde bûn û edî avahîya wan têr nedikir.
Paşê Mirovek xwedan erk û welatperwer ku mirovê Cemîlpaşaîyan bû, avahîyek berfireh dide komeleyê ku xebata xwe bimeşînin. Di vê avahîya dîrokî de, eywanek berfireh, hawuz, çend hol, gelek jurên cur be cur, hebûn.
Piştî ku komele berfireh bû hijmara endamên bi rumet, wek ruspî, kesayetên navdar, alim, mela û rewşenbîr zêde bû, ciwana dest ji karê xwe berdan, bi sazkirina kongreyek awirte, ji nû ve rêvebirîyek hat hilbijartin.
Di Kongreyê de sêsed endam amade bûn.
Di encamê de:
Kasim Cemîl Paşa wek serokê komeleyê bi giştî
Mella Hamdî Efendî
Ganîzade Dr. Cewdet
Ekrem Cemîl Paşa
Cercîszade Kerîm
Omer Cemîl Paşa
Reşad û Fikrî wek desteya rêve ber hatin hilbijartin.
Li Amedê û derdora wê xebatek pîroz ya "Komeleya Mezinkirina Kurdistanê" hebû.
Cara yêkem "Weşanxana Kurdî" hat vekirin û kovarek bi navê "Gazî" weşandin. Pereyê vê weşanxanê ji alîyê Qasim Cemîl Paşa û qismek jî Omer Cemîl paşa dabû. Ev cara yêkê bû ku weşanxane li Kurdistanê hat vekirin. Vê weşanxanê kovar û belavokên ji Merkeza Komeleyê ya Stembolê ku jibo wan dihatin pir dikirin û li Kurdistan ê belav dikirin.
Nivîskarên Kovara Gazî ev bûn:
Parêzer Hacî Mehemed
Cewdet Cemîl Paşa
Pertewê Liceyî
Elî
Cemilê Mîrkatîbî
Ganîzade Reşad
Her wiha, komeleyê li gor imkanên di dest de ne yarmetîya rewşenbîran jî dikir. Di navbera salên 1917 û 18 an de, pertûka "Mem û Zînê" ku ji alîyê Hamzayê Miksî ve hati bû amade kirin, bi yarmetîya Komeleyê hat çap kirin. Ji bo kovara "Neşretî Kurdistan" ya Mehemed Muhrî jî, yarmetî hat kirin. Eger xebatek din li deverek din yê Kurdistanê hebaya, komeleyê destê alîkarîyê dîyar dirêj dikir.
Xebata "Komeleya Mezinkirina Kurdistanê", di destpêkê de bi vekirina şaxên wê yên li Nisêbîn, Sawur, Farqîn, Licê û gelek bajarên din yên Kurdistanê, berfireh bû. Vê yêkê çavên dagirkeran tirsand û kemalîstan jî, di 04 Hazîrana 1919 an de, Cemîyeta Tealî ya Kurd û hemû Şaxên wê yên bajarên Kurdistanê bixwe wek xeter dîtin û biryara girtinê da.
Mistefa Kemal ku xebata xwe ya rizgarîya Tirkîyê li Kurdistan bajarên Erzerom û Koçgîrî û Amedê dabû destpêkirin, bi name û têkelîyên cur be cûr, serok eşîrên kurd, şêx û begên wan kom dikir. Bi armanca avakirina dewletek Kurd û Tirk, di nav bizavek mezin de bû. Di her nameyek xwe yên ji bo serokên Kurdan de, peyva Kurd û Kurdistanê û mafê kurdan bi cîh dike. Ev name û têkelîyên mijara gotinê, bi malbata Cemîlpaşayan re jî, ji sala 1916 heta 1919 an bi awayeke başî, gotinê xweş u bi navê dînê İslamê û parastina seltaneta osmanî berdewam dike. Her wiha, jibo şêx û begên Kurdan jî, bi gotina “Kurdistan dibe Ermenistan” serok eşîrên Kurdan bi layanê xwe birêxsitin dike. Hemû hêz û alîkarîya xwe jî, ji malbatên Kurdan digre. Di heman salan de, li Amedê bêpere dimîne, hin perê wê demê wek deyn ji malbata Cemîl paşa werdigre. Ev yek bi belgeyan jî hatîye tespît kirin ku M. Kemal Ataturk, pere ji malbatên kurdan deyn kirîye. ( Piştî serhildana Şêx Saîd, endamên malbatên kurd ku pere dabûn Ataturkî, tên ceza kirin yek ji endamên van malbatan Ekrem Cemîlpaşa bû)
Mistefa Kemal ji alîyekê ve yarmetîya xwe hemuyê ji kurdan digre, ji alîyeke din ve jî, nameyan ji hevalên xwe re dişîne û wiha dibêje “destur nedin ku kurd xwe birêxsitin bikin eger derveyî me xwe birêxsitin bikin çi pêwîste bikin”
NAMEYA JİBO QASİM CEMİL PAŞA:
Ji Cemîlpaşazade Qasim begê re:
Ez bawer dikim ku jibo azadîya welat parastina saltanetê û dînê me yê pîroz, ji her fedakarîyê re hûn hazirin.
Ez wê fikrê qebûlnakim ku Kurdistan, ji me bête veqetandin û bikeve bin desthilatdarîya İngilîzan. Ji ber ku ev planek İngilîzane ku Kurdistanê bixe bin desthilatdarîya Ermenîyan. Nameyek ku ji Sancaxa Bazîdê gihaye destê min, Serbazek İngilîz hatîye deverê û nûnertîya İngiltere dike û ev plana eşkere kirîye. Her wiha dîyar dike ku Ermenîyên koçber bûne dê vegerînin ser cîh û warên xwe. Min ev plan redkir. Ez qebûlnakim ku Kurd û Tirk ku wek birane ji yek û din bên veqetandin. Ev yek Erkêmin yê wicdanîye. Pêwîste Kurd, Tirk û hemû civaka İslamî li dij derkeve û di nav yekitî yê de welatê xwe rizgar bikin. Nehêlin ku welat bêt perçe kirin. Hûn dizanin û ez jî di wê bawerîyê de me, eger Kurd û Tirk bibin yek ti kes nikare me. Ez alîgirim ku çi mafê azadîyê û rehetîyê pêwîst, be kurdan heqkirîye. Ez bawernakim ku hin jî aligirbin daku Dewelta Osmanî perçe bibe.
Silavên min, Ekrem, Fuad, Cewdet, Kerîm, Fikrî, Necdet û Edîb begê bike û hizra min bo wan bêje. Bêje wan xwedî li rêxsitinên “Wîlayetî Mudafaya Huquq û Cemîyeta Reddil Ilhaq derkevin û rêxistinê mezin bikin. Hetta Şaxên wan li bajar û bajarokên din yên Kurdistanê vebikin.
Ez dixwezim tu bêy bajarê Sîwasê em hev û din bibînin. Hatina xwe bi rêya artêşê rêxistin bike. Silavan Kamil û hevalê din bike. Rêz û Silavên min hemû gelê Dîyarbekirê û Çavê we maçî dikim.
Mistefa Kemal
Gulan 1919
M Kema, du rojan piştî ve nameyê, li bajarê Amedê “Cemîyeta Milli ya Mudafayî Huquqê Şaxê Dîyarbekirê” vekirin. Lê berîya vê kombûnê, civînek veşartî, li ser daxweza Nazimê Pîranî, li mala Dr. Osman Cewdet bi navê “Heyeta Millî” hati bû amade kirin. Paşê navê xwe kirin “Cemîyeta Watan ya Mudafaya Dîyarbekirê”
Di vê Kombûna bi dizî de, komîteyek ku ji 11 kesan pêk hati bû hat hılibijartin.
Di vê hilbijartinê de konseyek rêveber hat hilbijartin Ji Cemîlpaşayan Mistefa, Qasim, Omer, Cewdet herî pir deng girti bûn.
Ev komeleyên mıjara gotinê ku ji alîyê Mistefa kemal ve hati bûn vekirin; Heyvekê piştî girtina Cemiyeta Teali ya Kurd, pêk tê.
Ekrem Cemîlpaşa, di salên 1916 û 17 an de, zabitê şîfreyan yê Mistefa Kemal bû û di heman demê de alîkarê fermandarîya leşkerî ya Amedê ya Nîhat Paşa bû. Ji van têkelîyan Mistefa Kemal dixwest têkelîyan gel Ekrem Cemîlpaşa çêke. Her wiha jibo Kongreya Sıwasê bang lêdike, lê Ekrembeg naçe. Di dewsa vê yekê, têkelîyekê li gel Nûnerê Şêh Mehmudê Berzencî datîne û li bajarê Amedê kombûnekê çêdike. Di kombunê de daxwaza xwe ya Kurdistanek serbixwe û azad tîne rojevê, lê hin hevalêm Mistefa Kemal gilîya wan dikin û neçar dimînin Amedê terk bikin. Destpêkê diçin Helebê ji wir jî derbazî Stembolê dibe.
Li Zankoya Stembolê li gel Xwendekarên Kurd dîsa komeleya Hevî saz dikin û di hilbijartinê de Ekrem Cemîl dibe serokê komeleyê.
Paşê Ekrem Cemîlpaşa, li gel endamên Malbata Bedirxanîyan li Kurdistanê dest bi vekolîna civaka Kurd û Ermen dikin. Paşê derbazî Bajarê Meletî dibe û dema ku dibihîsin Mistefa Kemal dixweze wan bigre, diçe Helebê û ji wir jî dîsa diçe Stembolê.
Ekrem Cemîlpaşa, piştî belavbûna Rêxsitina Kurd ya Cemîyeta Tealî, di sala 1920 an de, dibe damezirênerê, “Cemîyeta İştimaîya Teşkîlata Kurd” ku jibo Azadî û Serxwebûna Kurdistan, kar dikir.
Ekrem Cemîlpaşa li Kurdistan bajarê Amedê, di sala 1921 an de, li gel Hemzeyê Mixsî vedigere Dîyarbekiri û li wir Civata Serbixwyîya Kurd ya bi navê Azadî avadike û li gelek deveran xwe birêxsitin dike. Kovarekê jî bi navê Jîn derdixe. Piranî vê xebata xwe bi veşartî dike.
Ekren Cemîlpaşa di notên xwe de wiha dibêje:: “Dema ku ez jibo xebata Azadî çûm Kurdistanê, her tişt berovajî bibû. Kemalîstan axa û serokeşîrên kurdan, bi navê xîlafetê, biratya kurd û tirk xepandi bûn. Em neçar bûn ku civaka xwe bi rêyên veşartî, hişyar bikîn”.
Ekrem Cemîl Paşa, di xebata rêxsitinê de, ji kadroyên sereke yên herî biçalak bû. Xwe dabû gundan û ji nû ve propagandeya rêxistinê dikir. Di dema jibo xebata rêxistina Kurdî li devera Amed-Merdînê ya Eşîra Hevarkanîyan de, kar dikir, ji alîyê dostê wan yê malbatê û serokê Eşîra Hevarkanîyan Evdilkerîm Elî Remo ve tê girtin û radestî Leşkerên Tirk yên deverê dikin.
Ekrem Cemîl Paşa, dest û pîyên wî girêdidin û dibin Amedê û ji wir jî, dibin Enqerê. Heta sala 1922 an li Zîndana Enqereê dimîne. Paşê derdixin Mehkemê û biryara derneketina ji Enqerê didinê. Lê bihara sala 1923 an de , tê Kurdistan devera Amed li xebata xwe berdewam dike. Heta Serhildana Şêxseîdê Pîran ya sala 1925 an, li Amedê dimîne. Li gel serhildana Şêxseîd Efendî, hukumeta Tirk Ekrem Cemîlpaşa û gelek mirovên wî digrin û dibin Enqerê.
Di vê dadgeha Tirkan ya Serhildana Şêxseid de, jibo ku Ekrem Cemilpaşa bête rizgar kirin, malbata wî Balefirekê bo Dewleta Tirk dikirin. Lê desthilatdarîya kemalistan dest ji zulma xwe bernaden. Hetta Dadgerek Tirk, ji Ekrem Cemîlpaşa re wiha dibêje:
"bapirên te kir tu jî, neçarî hemû temenê xwe, di nav kul û azaran de, derbaz bikî: hetta zarokên we nevî û nevîçirkên we jî"
Ekrem Cemîl, her çi qas di serhildana Şêxseîdê Pîran de cîh negirtibe jî, ji aliyê Dadgeha Tirk ve 10 sal cezayê zîndanê lê tê birîn. Heta sala 1928 an de, li zîndana Kastamonû dimîne û paşê tê berdan lê koçî Stembolê dikin. Di sala 1929 an de, vedigere Dîyarbekirê. Lê jiber zext û zora dewleta Tirk 29 Gulana sala 1929 ê de, diçe Surîyê û dibe penaber.
Ekrem Cemîlpaşa, di heman salê de, di nav rêxsitina Xoybûnê de, cîh digre û wek endamê Navendî tê hilbijartin. Xoybûn, bi armanca rizgarîya Kurdistan planek nû çêdike. Di damezirandina vê rêxistinê de, Ala Kurdistan ku îro em şanazî pê dikîn û tê destnîşan kirin. Di plana Xoybûnê ya tekoşînê de, ji Başûr ber bi bakurê Kurdistanê ve, enîyên şer û fermandarên wan tên rêxsitin kirin. Lê her çi qas plana rêxsitinê sernekeft jî, tê gotin fermandarê enîyek şer Ekrem Cemîl Paşa bû.
Di heman demê de, dewleta Frense ku Rêvebirîya Surîyê di destê xwe de digirt, jibo ku dewleta Tirk memnûn bike, ji gelek rêvebirên Xoybûnê Ekrem, Qadrî, Mehemed Ferîd û endamên Malbata Bedirxanîyan jî navê de, li Şam bi cîh dike û pêşîya karê wan yê sîyasî digre. Di sala 1930 ê de, Ekrem Cemîlpaşa û Hamzayê Miksî xebata Celaled Bedirxan ya Alfabeya Latînî ya Kurdî, kêm dibînin û rexne dikin. Paşê li ser munaqeşe û kombûnan, di sala 1931 an de, komîteyek avakirina alfabeya Kurdî tê damezirandin û alfabeya latînî ya Celaled Bedirxan, wek alfabeya Kurdî tê qebulkirin.
Di komîteya alfabeya Kurdî de:
Celaled Bedirxan, Hemzeyê Miksî, Musabeg Şamî, Ekrem Cemîlpaşa cîh digre.
Ekrem Cemîlpaşa: Di sala 1932 an de, di rêvebirîya “Civata Alikarîya jibo Belingazên Kurd ya Cizîrê de” cîh digre.
Di sala 1933 an de, li ser daxweze Mistefa Kemal: Ji Cemîlpaşaîyan Mistefabeg kurê wî Mehemed Ferid, Qasimbeg kurê wî Ekrem, Fuadbeg kurê wî Bedrî û Qadrî, bi heceta xizmeta leşkerîya bîyanîyan dike, ji hemwelatîya Tirk tên derxistin.
Li ser gilîya Tirkan ku dê malbata Cemîlpaşa û Bedirxanî li Cizîrê Komareke Kurdî avabikin, ji alîyê Frensîyan ve tên girtin û koçî Tudmûr û Şamê dikin. Ekrem û Qadrî Cemîlpaşa heta sala 1940 an, li Surgunê dimîne. Paşê bi tevî endamên navendî yên Xoybûnê wek enîya sîyasî “Civata Azadî û Yekitîya Kurdan” avadikin û her wiha heta sala 1946 ê Ekrem Cemîlpaşa Nûnertîya Xoybûnê jî dike. Her wiha bi desteka Cemîlpaşayan Kovara Hewarê ku xwedîyê wê Celaled Bedirxan bû, weşana xwe berfireh dike. Ekrem Cemîlpaşa di sala 1962 ê vedigere Başurê Kurdistanê. Li Başurê Kurdistanê hevdîtinekê bi Serokê Kurdan M. Mustefa Barzanî re çêdike. Hevî û daxwezên xwe yên rizgarîya Kurdistan, yêkitîya kurdan detsnîşan dike.
Ekrem Cemîlpaşa, ku hemû temenê xwe di tekoşerîyê de derbaz kir, xwedîyê berhemên wek: "Hînbuna Zimanê Kurdî", "Rehbera Zimanê Kurdî, Dîroka Kurdistan Kurtebîrî, Muhtasar Hayatim. Her wiha hin pertuk jî wek Şoreşa Kurd, ferhenga Kurdî nîvî mane. Gelek helbest û makaleyên wî di kovara Hewarê de jî hatine weşandin. Piranîya temenê xwe ku li Surîyê û Kurdistana Surîyê derbaz kir: Piranî li gundên xwe yên Dirbesîyê dima û li wir Dibistanên Kurdî jibo zarokên kurdan vekiri bûn.
Ekrem Cemîl zimanê kudî, Tirkî, Farsî, Fransizî û Erebî dizanî. Ekrem ku bi Cawîde Xanim re zewicî bû, xwedîyê pênc zarokan bû.
31 Cotmeha sala 1974 ê li Bajarê Şamê diçe ber rehma xwedê.
…
Dê berdewam be…