PKK/PYD ji bo ku derewên wan deşîfre nebin: Rojnamevanan asteng dike
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
İbrahim Güçlü

PKK/PYD ji bo ku derewên wan deşîfre nebin: Rojnamevanan asteng dike

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn û tê pejirandin ku çapemenî, di jiyana neteweyan û dewletan û civatan û gelan de  xwediyê roleke gelek  girîng e. Wek Jürgen Habermas jî diyar dike, ji bona çêkirina raya giştî çapemenî yanî rojname û kovar, xwediyê roleke girîng û sereke ne. Çapemenî, di raya giştî de dibe sedeme çanda nirxandin û rexne û rasyonalîzmê û plûralîzma fikrî.  Rojname û kovara ev rola di sedsala 17an û 18an de lêhîstin. Piştî wan sedsalan jî rola çapemeniyê girintir û xurttir bû. Şik tune ye ku çapemenî gelek rengîn bû. Radyo û telewîzyon û ajans û rojnameyên înternetê û telewîzyonên on line jî bûn enstrumanên çapemenî.

Helbet çapemenî ji bona neteweya kurd û me kurdan hîn girîngtir e. Lewra neteweya kurd, xwediyê dewlet nîne, fikir afirandina kurdan bi azadî gelek zehmet e. Loma jî ronîbûn û şiyarbûna kurdan him zehmet û him jî xeter e. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê tunebûn û înkariya kurdan û neteweya kurd wek siyaset û îdeolojiya dewletê tê pejirandin, rewş hîn zehmetir e. Loma jî çapemeniya kurd sîstematîk qedexe bûye. Her çiqas li Kurdistanê dem-dem kovar û rojnameyên Kurd dest bi weşanê kiribin jî, di kovar û rojnameyan de bi azadî fikir afirandin gelek zehmet e û bi cizayê giran ve rû be rû dibe. Ew rewşa jî di şiyarbûna neteweyî de dibe sedema kêmasiyên mezin. 

Çapemeniya kurd pêşî wek kovara û rojnameyan, pişt re bi riya rojnamegeriya întermetê û telewîzyonan bi azadî dest bi jiyanê kir. Lê rastiyek heye ku li Kurdistanê  çapemeniya PKK xwediyê hêzeke mezin e. Wek min li rêzên berê diyar kir, çapemenî raya giştî agahdar dike û çê dike. PKKê jî bi derew û manîpulasyonan raya giştî li her beşên Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê çê dike. Ew jî dibe sedem ku rastî beravajî bibin. Neteweye me ji hişmendiya neteweyî û rastiyan bê par bimîne. Ew jî li qezenca PKK û patronên wê dibe. Li dijî neteweya kurd dibe.

PKK/PYD, dema ku di çapemeniya xwe de derew û manîpulasyonan belav dike, neteweya kurd ji armanca wê ya serxebûn û dewletbûnê jî dur dixe.Nirxên kurdî gelek bi hêsanî bê qiymet dike. Hişmendiyeke mûrîdî û fanatîk çê dike. Bi riya mûrîd û fanatîkan êrişî kurdperweran, rêxistinên Kurdistanê û berpirsiyarên wan dike. Heta di seriyê mûrîd û fanatikên xwe de xirabkirin û dijitiya Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek rewa û maqûl dide qebûl kirin.

Çapemaniya Kurd û Kurdistanê;, kovar, rojname, telewîzyon, rojnameyên înternetê yên Kurdistanê ên kurdpewer û ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê û azadiya neteweya kurd xebat dikin û raya giştî çê dikin. Di hemandem de bi helwesta xwe derew û manîpoulasyonên PKKê jî deşîfre dikin. Loma jî PKK/PYDê  çapemeniya Kurd û Kurdistanê ji bona xwe xeter dibîne. Ji bona ku pêşiya xebata wan bigre, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Rejîma Baas a Faşîst û terorîst gelek astengî çêkir û çê dike. Gelek rojnamevan hatin hepis kirin û li wan êşkence kirin. Pêşiya Telewîzyonên Başûrê Kurdistanê kirin. Nûçevanên wan derp kirin û brîndar kirin.

Di van rojên dawî de Rêveberiya PKK/PYDê, biryareke nû li Rojavayê Kurdistanê derxist, tê de karê rojnamevanan, bêtir astengtir kir.
Di biryarê de hatiye belavkirin, êdî her rojnamevanek divê bi dezgeha Bazneya Ragihandinê ya ser bi rêveberiya PKK/PYDê ve karê xwe bike, û her raportekê bo dezgehên rojnamegeriyê were amadekirin, divê dezgeha Bazneya Ragihandinê agahdar be û lê vegere.
Di wê biryarê de hatiye diyar kirin ku her rojnamevanek berûvajî wê biryarê kar bike, dê rastî size û dadgehkirinê were.
Dikarim vekirî aşkere bikim ku ji dema ku PKK/PYDê, desthelatdarî ji rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê wergirtiye, her dem astengiyan ji karê rojnamegeriyê re dirust dike, tenê rê dide rojnamevanên nêzîk rêveberiyê karê xwe bi azadî bikin.

Diyarbekîr, 08. 11. 2023

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved