Bi wêne...Qesra Cemîl Paşa - Beşa II
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne...Qesra Cemîl Paşa - Beşa II

Dennis Dargul

Ehmed Cemîl Paşa di heman sala de, qesrekê  malbatê li Taxê Alîpaşa avadike. Hemû endamên malbatê di vê qesrê de diman. Mîmarîya vê qesirê ji hûnerê mîmarîya herî kevin ya malên bajarê Amedê ye.  Her wiha ev qesre weke meclisa bajarî û kombunên eşaîrên Kurdan jî, hatîye bikar anîn.

Kadrî Cemîl Paşa:

Li gorî Nevîyê wî Kadrî Cemîlpaşa, Bapîrê wî Ehmed Cemîl  Paşa ji ber sedemên sîyasî, Siltanên Osmanîyan ew koçber kirin Stembolê û ji wir jî şandin Yemenê.  

Esat Sezayî Cemîloglu:

Cemîl Paşa perwerdeyek baş dîti bû. Paşayê Kurdan Smahîl gelek bawerî pê hebû û ew wek Qeymeqam rêkir, Sêrtê. Li Sêrtê jibo Kurdan gelek baş bû, zimanê wan, orf û adetên wan  baş dizanî. Smahîl Paşayê Kurd, Ji ber ku eleqedarîya Cemîl  Paşa  ji bajarên Lice, Qulp, Hazro, Sîlwan  Xanî û gelek bajarên din yên Kurdistanê re baş bû, jê hesdikir. Her wiha jiber ku rêka di navbera Amed û Qezaya Madenê de wî vekir, Ehmed Cemîl hejayê Mertebeya Paşayîyê dibîne.

Mehemed Ferîd Cemîloglu:

Li gorî endamê malbatê Mehemed Ferîd Cemîloglu, di heman salan de, di navbera emîretên kurdan yên deverê û dewleta Osmanîyan de, nerazî bûn destpê dikin. Cemîl Paşa wê demê Qaymaqamê Sêrtêye. Mîr û begên Kurdan yên deverê ji Cemîl paşa hesdikin. Li ser gilîya  Ermeniyan, Sefaretên Fransî, Alman û İngilîzan yên li Amedê diçin cem Siltan  Ebdilhemîd û gilîya Cemîl Paşa dikin.  Siltanê Osmaniyan  jî, Cemîl Paşa vedikêşin Amedê,  ji wir dibin bajarên derya Spî û paşê çar salan li Stembolê, vedihêlin. Siltan Osmanîyan , Cemîl Paşay  jibo pirsgerek û serhildanên Yemenê, rê dike. Cemîl paşa li gel nûnerên Yemen3i re ku piranî ji melan pêkdihat rûdine û pirsgerekên wan çareer dike. Her wiha melayên ku di serhildana Yemenê de cîh girtine efu dike. Dema vegera Stembolê de, Siltanê Osmanîyan gelek Aciz dibe û wiha dibêje: "Çawe dibe ku serhildêrên dijî min, tu efû dikî"?  Paşê Cemîlpaşa pê dide fêmkirin û dixweze vegere welate xwe Kurdistan bajarê Amedê.

Cemîl Paşa: Bi xwesteka xwe û li ser daxweza Siltanê Osmanîyan, vedigere Amedê. Di heman salê de, li Amedê di navbera civakên Misilman û Ermen de şer û pevçûn destpê dikin.

Tê gotin Cemîl Paşa jibo ku bûyer hinê mezintir nebe, rola aştîyê pek anîye lê dîsa nikarîye pêşîya tevkujîya şerê  Bisilmanan û ermenan ya  01 Cotmeha sala 1895 an bigre. Di bajarê Amedê de, bi sedan xanî hatin xerakirin, bazar hat şewitandin û kuştinek berfireh rû da. Di heman demê de,  gelek Malbatên Ermenîyan xwe spasrti bûn Qesra Cemîl Paşa.

Di heman salan de, şerê di navbera Osmanîyan û Urisan de jî li deverên cur be cur yên bakurê Kurdistanê rû dide. Hin caran Ermenî bi alîkarîya Rusan hêrişan tînin ser gundên Kurdan hin caran jî Kurd bi alîkarîya Alayên Hemîdîyan hêrişê dibin ser Ermenan. Nakokîya di navbera dewleta Osmanîyan û dewletên rojava û Rusan de, rê li ber şerê Bisilman û Xirîstîyanan vekiri bû.

Tam dî demek wiha de, biryarên yêkem Meşrîtîyeta Siltanê Osmanî Ebdilhemîdê II pêk hat. Ev Biryarene bi armanca pêşîgirtina xerabûna Dewletê hati bûn girtin. Bi vab biryarên Meşrutîyetê û dixwestin  li hemberî serhildanên welatên cur be cûr reform çêbikin. Cemîl Paşa, di heman salan de, yanî di salên 1902 an de, diçe ber rehma xwedê.

Desthilatdariya nûjen a Tirkan

Di heman salan de, rêxistina İttihat Terakîyan, desthilatdarîyê digrin destê xwe û hewildidin netewperstîya Tirkan pêş bixin. Vê Tanzîma Tirkên Ciwan, miletên din biçuk didîtin û bi hizra puçkirina civakên din, Meşrutîyat II di 24 Tîrmeha sala 1908 sazkirin. Di xalên herî baş yên  biryara Qanûna Meşrutîyetê de, xwe birêxistin kirina komelgerîyê bû.  Tirkên Ciwan ku xwedîyê desthilatdarîyê bûn,  tehemula vê yekê nekirin û ketin nav helwesta nîjadperestîyê. Vê helwesta Tirkan, civak û miletên derveyî tirkan bêzar kir ku, her civakên wek Ereb, Kurd, Alban, Yewnan, Bulxar uhd.. li gorî İmkan û derfetên xwe, xwe birêxistin bikin. Taybet vê desthilatdarîya Tirkên nîjadperest, hemû paşa, emîr, mîralên kurd û miletên din ku ji wan re xizmet kiri bûn, bê kar hiştin û Tirk anîn şûna wan.  Xwendekarên Kurdan yên ku Stembolê dixwendin û civaka Kurd jî, bi hest û têgihiştinek şanazîya kurdperwerîyê Cemîyetên xwe avakirin. Di yêkem Cemîyeta Kurdan, 19ê Îlonê sal 1908 an bi navê "Cemîyeta Kurd ya Teayum û Terakkî" li Stembol taxê Gedîk Paşa hat damezirandin.

Di sazkirina vê xebatê de, Seyîd Ebdulqadir, Emîrxan Elîyê Bedirxanî, Şerîf Paşa, Xelîl Xeyalî û rewşenbîrên din yên Kurd cîh digrin. Lê jiber hin nakokîyên navxweyî, ev rêxistine berdewam nabe. 

Kadrî Cemîl Paşa:

Dema ez jibo xwendinê çûn Stembolê, temenê mîn 16-17 salî bû. Di Mekteba me ya Numîne Treakî de, hejmara me kurdan gelek bû. Me dibîhist ku hin rewşenbîr û xwendekarên Kurd mafê kurdan diparêzin. Hest û têgihiştina netewî li gel her xwendekarek Kurd çêbi bû. Dema tirkekê, erebekê behsa qehremanîyeke gelê xwe dikir, me behsa Qeheramanîya Kurdan dikir. Me digot, gelê me miletek jîr û zîreke. Taybet min gelek gûh dabû Axaftinên Edbilqadır Efendî û babê min yên diderbarê qehremanîya Kurdan de. Ebdılqadir Efendî digot: Em kurdîn pêwîste rêyek rizgarîyê bo gelê xwe bibînin û gel babê min munaqeşe dikir. Vê yekê tesîrek mezin li ser me kiri bû ku, bi kurdewarîya xwe şanaz bîn. Piranî Rewşenbîrên Kurdan, Xwendekar, alim û gelek ruspîyên Kurdan, li Çayxaneya Ebdillahê Erganîyê komdibûn û goftugo dikirin. Dema Kurd bi cilên xwe yên Kurdî dihatin çayxanê em gelek pê şad dibûn. Di wê demê de, hest û têgihiştina kurdperwerî tanzîmek Kurdî hat heş û bîra min. Eger em Kurd xwe birêxsitin nekin, emê winda bibîn...

Malbata Cemîlpaşa ku giringîyek mezin didan xwendinê, piranîya zarokên xwe jibo xwendinê rêkiri bûn Stembolê û welatên Ewropa. Di salên 1908 an de, ji malbata Cemîl Paşa zêdeyî 11 Xwendekaran li Stembolê dixwendin. Heta salên 1912 an, ev xwendekarene mezin bûn û gihan çaxa zankoyê.

Komeleya Hêvî (1912)

Di heman salê de, Komeleya "Hevî ya Cemîyeta Kurdî" damezirandin.  Ev rêxistin yekem komel bû ku bi rêbazên fermî hat damezirandin.  Her wiha şaxek komeleyê li Bajarê Swêsre Lozanê jî sazkirin. Di avakirina vê komeleyê û şaxên wê de, rola Malbata Cemîl Paşa gelek mezine. Hem di sazkirina wê hem jî xebata li Ewropa de, Taybet Qadrî, Omer, Ekrem, Şemseddîn û Brahîm, rolek ber bi çav hene. Sekreterê  yekê yê  "Komeleya Kurd Hevî" Omer Cemîl e. Berpirsyarên Şaxê Komeleyê ku di sala 1913 an de, li Siwesre hat avakirin,  Ekrem Cemîl bû. Lê di damezirandina destpêkê de, Qedrî û Şemseddînin jî cîh digrin û di xebatê de xwedîyê rolek mezinin...       

Berîya yêkem Şerê cîhanê, ji endamên malbata Cemîlpaşa: Cewdet, Kadrî, Ekrem, Şemseddîn, Brahîm, Kemal li Ewropa zankoyan de dixwendin.  Piştî ku I. Şerê Cîhanê destpêkir, vedigerin Stembolê û di enîyên şer de cîh digrin. Ekrem û Kadrî di enîyên şer yên rojhilatê û paşê jî rêdikin enîya şer ya Filistînê. Şemseddîn destpêkê rêdikin enîya Çanakkalê paşê rêdikin Bexdayê. Derçûyê Harbîyê û Fermandar Besîm jî, diçe enîya şer ya Kafkasya. Muhemdîsê Elektrîkê, Brahîm, Derçûyê Harbîyê serbaz  Naîm jî rêdikin Enîya Çanakkalê. Di van şeran de, Ekrem Cemîl Paşa birîndar dibe lê her çar birayên din di enîyên şerde tên kuştin.  Di şerê Kafkasya yê li hemberî Urisan de, Besîm qehremanîya ku nîşandabû, wek nav li çîyan hatîye kirin. Di heman demê de çîyayê Besîmê heye  ku bi wî hatîye binav kirin.

Jiber I. Şerê cîhanê, komeleya Hevî jî bi awayeke praktîkî tê girtin.

1912 heta 1919ê Ekrem Cemîl Paşa

                  (Hêvî)

Piştî ku yêkem şerê cîhanê rawestîya,  di sala 1919 an de, Komeleya Hêvî ji nû ve tê vekirin. Rewşenbîr û Xwendekarên Kurd yên Zankoya Stembolê, Ekrem Cemîl Paşa ji nû ve, wek serokê komeleyê hildibijêrin. 

Vê komeleyê ji salên 1912 heta 1922 an: Kovar û rojnameyên wek Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û gelek belavukên cûr be cûr bi armanca ronîkirina doza kurd weşandine û belav kirine.  Her wiha tê gotin rojnameya "Jîn" ku ya Rêxistina Cemîyeta Tealêya Kurdistanê bû, wan “hêvî” diweşand.  Xebata Komeleya Hevîyê, bi armanca xizmeta dîrok, ziman û çanda kurdî weşana xwe dikir.

Heman Komeleyê pertukek jî bi navê Hînkirina Zimanê Kurdî, Rehbera Zimanê kurdî bi lehçeya Kurmancîya Jor û Jêr yanî Soranî û Kurmancî, diweşand. Pertuk ji alîyê Ekrem Cemîlpaşa ve hatîye amadekirin ku kurd fêrî zimanê xwe bibin.

Her wiha di Kovara Komeleya Hevî – Rojî Kurd de, hin helbestên Ekrem Cemîl jî mirov dikare bibîne.

Ji bo dîtina beşa yekem: https://www.basnews.com/kr/babat/828364

….

Dê berdewam be

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved