Rukiye Mistefa
BasNews – Bazirganekî ku li Fransayê maskeyekî ji jin û mêrekî 150 Euroyan dikre, dibe difroşe 4.2 milyon Euroyan û ji ber ku ew jin û mêr xapandine derbarê wî de doz hate vekirin û derket pêşberê dadgehê.
Herdu jin û mêrên ku malnişîn ew maske li Gabon di mala bav û kalên parêzgarekî de dîtine û ew maske di sala 2021ê de bi 150 Euroyan firotin û piştî 6 mehan nirxê wî yê rast di dema mezacekî de zanîne.
Dadgeha hat kirin de hikûmeta Gabon ji bo ku ew firotin bê betal kirin û maske careke din ji Gabonê re bê vegerandin daxwaznameyek pêşkeş kir.
Ew çîrok li Fransayê jin û mêrekî ku di temenên xwe yên 80 salî de ne, dema ku bazirganek li mala wan a havînê serdana wan dike û ji wan dixwaze tiştên xwe yên kevin ji dest derbixin destpê dike. Ew mal ji parêzgarê koloniya Gabonê yê di sedsala 20ê Rene-Victor Fournier ji bo wan mabû. Ew masekê texte jî di dolabekî de hatibû dîtin.
Ew bazirgan dema wî maskeyê dikire dibêje ku ne pêkane ku ew nirxê wê yê rast bizane. Ew herdu jin û mêr li bajarê Montpellierê di Adar a sala 2022yê dema mezatekî de derbarê wê maskeyê de nûçeyên heyî dixwînin û wê demê dizanin ku ew maske ji aliyê gelê Fang ê Gabonê ve hatiye çêkirin ê pir taybet û newaze ye û pir kêmdîtî ye.
Pisporekî ku ji çapemeniya Fransayê re axaftiye jî dibêje, hostayên Fang ji vê maskeyê tenê 10 lib çêkirine û ew maske ji wêne û nîgarên Leonardo da Vinci kêmdîtîtir in. ew maskeya ku ji 300 hezar Euro derket mezatê ji aliyê kesekî ve bi 4.2 milyon Euroyan hat kirin û li ser vê yekê jî wan jin û mêran ji bo betal kirina firotinê doz vekirin û serî li dadgehê dan.
Piştre hikûmeta Gabonê jî beşdarî wê dozê bû û ragehand ew maske ji gelê Gabon hatiye dizîn û divê paşde bê şandin. Parlamentoya Fransayê sala 2020ê de biryar dabû li Senegal û Benînê ew parçeyên dîrokî yên hatine dizîn paşde bên şandin. Li Fransayê nêzîkî 90 hezar parçeyên dîrokî yên Afrîqayê hene.