Îbrahîm GUÇLU
Pêvajoya avakirina Komara Tirk-Kemalîst, bi avabûna Rêxistina Îttîhad Terakkîyê dest pê kir. Gor dîroka fermî, avakirina pêvajoya Komara Tirk-Kemalîst di 19ê Gulana 1919an de li Behra Reş li welatê Rûman bajarê Samsûnê dest pê dike, di 29ê Cotmehe 1923an de Komara Tirk-Kemalîst ava dibe. Dewlet bi Peymana Lozanê qerektereke navneteweyî qezenç dike.
Gorî dîroka fermî, Komara Tirk-Kemalîst 100 saliya xwe qedand. Her sal 29ê Cotmehê wek cejnê tê pûroz kirin. Isal jî 100 saliya Komara Tirk-Kemalîst hat pîroz kirin û pêvajoya pîrozkirinê dom dike.
Di salên bihûrî de bes Kemalîstan di 29ê Cotmehê de avakirina Komara Tirk-Kemalîst pîroz dikirin, di van salên dawî de û bi taybetî jî îsal Îslamîstên ji Kemalîstan hez nakin û li dijî Kemalîzmê ne jî, bi armanc û taktîka siyasî gelek bi coş piroz kirin û dikin.
Ez nûha dikarim bibêjim ku berê Komara Kemalîst hebû, nûha Komar bû Komara Tirk-Kemalîstan. Lewra Dewlet wek dewleteke elîtîk Kemalîstan ava bibû. Tirkbûn ji xwe re kiribû sîwan.
Loma pîrozkirina hemû Kemalîst û Tirkan di derbarê Komara Tirk-Kemalîst de gelek xwezayî ye. Lewra wan bi Komara Tirk-Kemalîst welatek qezenç kirin, welatên Kurdan û ermeniyan û rûman ji bona xwe kirin welat. Welatan wan neterweyan dagir kirin û ew neteweyan tune qebûl kirin. Dewleta xwe ava kirin.
Loma divê Komara Tirk-Kemalîstan ji bo me kurdan tê çi wateyê divê em li ser vê mijarê girîûng rawestin. Ev yeka dê pêşiya Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ronî bike.
1-Komara Tirk-Kemalîst ji bona kurdan tê wate ya xepandin û îxanetê. Wek tê zanîn dema ku Atatirk û hevalên wan ji bona ku dewleta xwe ava bikin, hewcedarî bi alîkariya kurdan hebû. Loma jî, ji bona ku alîkariya kurdan werbigrin, li Erziromê û li Sîwasê kongre li darxistin. Di Kongreyan da soz dan ku Kurdistan bibe Herêmeke Azad û Xweser ya fıreh. Kurd ji dema Împeratoriya Osmaniyan zêdetir xwediyê maf bin. Lewma jî beşekî mezin karbidestên Kurdan biryar dan ku piştgiriya Atatirk û hevalên wî bikin. Encama piştgiriya Kurdan jî Atatirk û hevalên xwe dewleta xwe ya elîtîk ava kirin. Lê dema ku xurt bûn û bi her awayî dewlet dezgeh kirin, ew sozên dan kurdan bîra kirin.
2-Komara Tirk-Kemalîst, ji bo kurdan tê wateya înkarkirina wan. Piştî Komara Tirk-Kemalîst ava bû, hebûna kurdan wek neteweyekê hat înkar kirin. Hat gotin ku “Kurd, Tirk in”. Loma jî, ji bona ku neteweya kurd ji holê rabe, stratejiya Tirkbûn û asîmîlekirin û jenosîda-qirkirina Neteweya Kurd wek îdeolojiya fermî ya dewletê hat ecibandin û meşandin.
3-Komara Tirk-Kemalîst, ji bo kurdan tê wateya xesipkirina mafên wan yên neteweyî. Qedexekirina ziman û çand û kevneşopî û dîroka wan. Encama qedexekirina medreseyên Kurdî, cezakirina axivtin û xwendin û nivîsandina zimanê kurdî. Encama “Şoreşa Şepke û çilî û bergan”; cil û bergên kurdî qedexe kirin.
4-Komara Tirk-Kemalîst, ji bo kurdan tê wateya qetlîam û komkujî û Kurdistan bêkurd kirin û sirgûna komî û êşkence. Kurdan dema ku înkarkirina Komara Tirk-Kemalîst nepejirandin, li dijî xesipkirina mafên xwe yên neteweyî derketin, li dijî tunebûna xwe derketin, mafên xwe yên neteweyî parastin, xweserbûn daxwaz kirin, ji bona wan hemû derfetên siyasî ji holê rabûn. Kurdan di sala 1919an de dest bi serhildanên neteweyî kirin. Ew serhildanên kurdan yên neteweyî heta dawiya sala1938an domandin. Ew serhildanên neteweyî bi qetlîaman hatin temirandin. Piraniya kurdan ji Kurdistanê hatin dur xistin û li Kurdistanê Tirk hatin bi cî kirin.
5-Komara Kemalîst-Tirk, ji bo kurdan tê wate ya kolonyalîzmê, dagirkerî û îlxakê. Piştî ku Komara Tirk-Kemalîst ava bû, Kurdistanê ji koloniyên klasîk xirabtir statuyek qezenç kir. Kurdistanê nîvotonomîbûna xwe ya dema Împeratoriya Osmanî wenda kir.
6-Komara Tirk-Kemalîst ji bona kurdan tê wate ya ku Kurdistan û neteweya kurd hîn zêdetir parça bibe. Werk tê zanîn Kurdistan di sala 1639an de di navbeyna împeratoriya Osmnanî û Faris de bû du parçe. Piştî ku Komara Tirk-Kemalîst di Peymana Lozanê de hat erê kirin, Kurdistan bû 4 parçe.
******
Loma jî neteweya kurd li dijî kolonyalîzm û dagirkerî û îlxaka çar dewlatan sed sale ku şer dikin ku mafên xwe neteweyî qezenç bikin û dewleta xwe ava bikin. Dikarim bibêjim ku Komara Tirk-Kemalîst ji bo kurdan tê wate ya têkoşîna neteweyî û dewletbûnê.
Ew têkoşîna neteweya kurd di vê qonaxê de jî li her çar parçeyên Kurdistanê l hemberî 4 dewletên kolonmyalîst dom dike. Bes li Başûrê Kurdistanê di çarçeweke teng da Herêma Federa ya Kurdistanê jiyana xwe didomîne.
Diyarbekîr, 31. 10. 2023