Dennis Dargul
Di dema mirov bizava Netewa Kurd lêkolîn dike baş dizane, di dawiya sedsala 19 an û destpêka sedsala 20 de, ji bo tevgêra Kurd ya azadiyê hin malbatên aristograt û xwedan erk, rolek mezin pêkanîne. Pêwîste dîroka hemdem ya Kurdan baş bê zanîn û ev malbatene jî baş bên naskirin. Malbata Bedîrxaniyan, Cemîlpaşayan, Nehriyan, Babanîyan û Barzanîyan ji wan malbatanin ku ji destpêkê ve wek tekoşerên welatê xwe tên bîra mirovan. Dema ku mirov civaka Kurd ya wê demê vedikole, rola van malbatan baştir fêm dike. Ji van malbatane gelek ciwanan, ji bilî xwendina medreseyên li Kurdistanê de, li paytexta Osmaniyan Stenbol ê û li gelek welatên Ewrupa mane perwerdeyek baş dîtine: di vê navberê de, li welatên Ewrupa hizra netewî naskirine û bitesîr bûne. Di heman deme de gelek endamen van malbatane ji aliye dagirkeran ve hatine kocberkirin, zilum li ser hatiye kirin u hetta gelek ji wan hatine sehit kirin.
Malbata Cemîlpaşa mînakek ber bî çav ya vê rastiyê ne. Ev malbata ku xwediyê şênî ango nifusek mezine, li welatên wek Tirkiyê, Surîye, Irak, Amerîka, Elmanya, Belçîka, Yekitiya Emîratên Ereban, Irlanda, Sêwed, Kanada, Rusya û Erebistana Siûdî belav bûne. Sedema belavbûn û koçberkirina wan jî, xwedîderketina erk û wezîfeya niştiman perwerî bû. Dîrok şahidê vê rastiyê ye.
Împaratoriya Osmaniyan
Dewleta Osmanîyan ku, di sala 1299 li Anadoluyê wek mîrgehek biçûk hate damezirandin, di sê qonaxên giring re derbaz bûye. Qonaxa yêkê destpêk û avakirin, qonaxa dûyê pêşketin û berfereh bûn, qonaxa sêyê jî ku wek sedsala 19 ê tê zanîn paşketin û Ewrupiyan jî digot “Zilamê Nexweş...“
Di hemû serdemên desthilatdarîya Osmanîyan de, kurdan role mezin pêk anîna.
Di avakirina dewletê de bigre heta berfireh kirin û serferazkirinê de, mîr û begên Kurdan xwedîyê rol rûmetê bûn. Di gelek şerên cîhanê yên serdema Osmanîyan de Kurdan di rêvebirinê de cîh girtine û xwedîyê xebatek bêhempabûne.
Ev rastî di gelek belge û ferhenganda jî hatîye dîyar kirin.
Gelê Kurdistanê, çi serdem be bila bibe, her çi qas rastî êriş û dagir kirinan hati be jî, berxwedaye û nehiştîye ku di desthilatdarîyê de, bêpar be. Her tim serdarên kurd heta qonaxekê xwediyê gotibûn. Hin caran jî, serbixwe tevgerîya û dewletên xwe avakirine. Serdarên Kurd, dema pêwîst jî dîtibana, jîyanek hevpar bi desthilatdaran re jî radibûrandin.
Taybet serdema çaxa navîn de, bajar û bajarokên Kurdistanê dibe navenda medrese, zanyarî û perwerdeya dîyanet û civakê. Ji her Ol û dîyanetan navendên perwerdê dihatin vekirin û civak pêşdiket.
Yek ji van deveran Bajarê Amedêye. Di vî bajarê dîrokî de, gelek zanyar, feylezof û kesayetên serdar mezin kirine. Ji van serdaran malbatên xwedan erk û rewşenbîr hene.
Yek ji van malbatên xwedan erk yên Dîyarbekirê, Malbata Ehmed Cemîl Paşaye. Malbata Cemîl Paşa, di dîroka Osmanîyan de û hin kesayetên vê malbatê di hişyarbûne hest û têgihiştina netewperwerîya kurd de, xwedîyê cîhek taybetin.
Binemaleya Cemîl Paşa
Binemala Cemîl Paşa, ji bapîrê wan Hafiz Paşa tê destpêkirin ku di salen 1630 an de jiyaye.
Di belgeyên fermî de, tê dîyar kirin ku Ehmed Cemîl Paşa, ji binemala “Hacî Abdullah Kurê Hafiz Sezayî Begê ye”. Malbat, di wextê xwe de, ji devera Botan ji ber pırsgerekên eşaîrî, koçî devera Amedê kirine.
Di derbarê Babê destpêkê yê Cemîlpaşayan “Hafiz Paşa” de çend têbînî hene. Ji endamên Malbatê Esat Sezayî Cemîloglu di notên xwe de dîyar dike, bapîrê wan Hafiz Paşa hatîye koçber kirin û li cihe kocebriye mirîye.
Lê têbînîyek din heye ew jî wisa ye:
1-Padîşahê Tirkan Muradê IV ê, dema sala 1635 an, çûbû sefera Revanê û di sala 1638-1639 an de çûbû sefera Bexday ê, serdana Diyarbekir ê jî dide. Di wê demê de, ji şêxên Nexşebendiyan Şêx Ezîz Mahmud-î Urmevî li Diyarbeikir ê bû. Ev şêxe li Diyarbekir û bi gisti Kurdistanê xwedîyê derdorek mezin bû. Li gorî “Katîp Çelebî” Çil hezar şagirtên wî hebûne. Murad ê IV yê Tirkan, bi gomana ku hêz û quweta şêx li hemberî wî, wê paşerojê bibe xeterek, şêx dide kuştin...Li gorî gotinan, ji bapîrên Cemîl Paşa Hafiz Paşa jî, şagirtek dewlemend û bibawer yê Şex Ezîzê Mahmud Urmevî bû. Dema Murad ê IV tê Diyarbekirê li mala Hafiz Paşa dibe mêvan, pey kuştina Şêx Ezîz Mahmudê Urmevî, Hafiz Paşa jî, dide kuştin. Paşê vedigere Stenbolê.
2-Li gorî Esat Sezayî Cemîloglu, rewş cuda ye. Muradê IV ê di Qesra Hafiz Paşa ya Sincar ê ku gelek bi navû denge de, bûye mêvan. Lê Hafiz Paşa Kurdên Ezdî yên Çiyayê Şengal ê, ji tevkujiyê rizgarkirine. Li devera Beşîriyê, Midyad ê, Taheriyê, Yasincê, Haydarkulu, Darakolu, Mollacabîr, Qesra Cemîlpaşa, Baxçecîk, Bozpinar, Davudî, Vîranşehîr ê cîh û war kiri bûn. Li van gundane û deverane, iro jî Ezdî lê dijîn. Ji ber vê helwesta Hafiz Paşa ew Surgunî Bosna-Hersekê hatiye kirin. Tê gotin Hafiz Paşa li wir çûye ser dilovaniyê û li wir veşartine.
Heta Niha jî dema ku Ezdîyên deverê sund dixwûn dibêjin: “Gora Hafiz Paşa”.
Li gorî pirs û vekolînan li devera Şengalê gelek stran û serpêhatîyên cur be cur di warê başî de, jibo Hafiz Paşa hatine gotin: Ev stran îro jî ji alîyê hunermendan ve tê gotin:
Esat Sezayî Cemîlpaşayî dibêje: Mirên Ezdîyan her tim malbata Cemîl Paşa bixwe wek dergehek pîroz qebûl kirine û serdanên wan, heta van salên dawî jî, kêm ne bûne. Gelek birêz û hurmetin.
Li gorî vekolînan piştî Hafiz Paşa binemala Cemîl Paşayîyan mirov dikare wiha rêz bike:
Hafiz Paşa
I
I
Mistefa
I
Qasim
I
Naîm
I
Mistefa
I
Hafiz Abdullah
I
Mistefa
I
Cemîl Paşa
Cemîl Paşa:
Di salên 1837 an de li bajarê Kurdistan Amedê ji dayik dibe. Di salên 1902 an de, li bajarê Amedê nexweşîya Kolera rû dide û malbata Cemîl Paşa jî di heman nexweşîyê dikeve û gelek endamên malbatê dimirin. Her wiha, Cemîl Paşa bixwe diçe Mekteba Sibyan û li wir xwendina xwe ya olî-dînî temam dike. Ji alîyê Mamosteyên taybet ve tê perwerdekirin. Jibilî Zimanê Kurdî dersên Zimanê Erebî û Farsî dîtîye û dikarîya her du zimanan jî biaxife.
Ligorî Deftera “Sicili Ehwal” ya serdema Osmanîyan:
Ehmed Cemîl paşa hînê 16 salî bû, li Eyaleta Amedê li “Qelemê Tahrîratê” dest bi kar dike.
Di sala 1860 an de, cîhê wî tê guhartin û di Meclisa Dewletê ya lêpirsînê de, tê erkdarkirin.
Di sala 1860 an de, dibe endamê Meclisa bilind ya Eyaleta Amedê. Di heman salan de, bi heceta Mîrgeha Bedirxanîyan de, pirsgerekên bacê derketine û jibo lêpirsînê li Cizîra Botan û Mîdyatê tê wezîfedar kirin. Paşê wî dikin serpişkê dergehvanên Eyaleta Amedê. Paşê di meclisa Îdarî ya Wîlayetê de karê xwe berdewam dike. Her wiha di skunetkirina Serhildêrên Civaka Çerkez ya Koçber de jî, rolek mezin dileyîze. Walîyê Kurdistanê, di sala 1867 de, Nameyekê ji Stenbolê re rêdike daku Ehmed Cemîl Paşa bikin “Amirê İstabl-ı” ya bajêrên Kurdistanê. Li Sancaxa Sêrtê, Erxanî Golbaşı, Malatya , Semsûr uhd karê xwe serkeftî derbaz dike û ji alîyê desthilatdariya Osmanîyan ve, layêqê rutba sêyem ya Mecîdîyê tê dîtin. Paşê diçe Stenbolê, jiber serkeftina wî ya şerê Senîçe û Mitrovîçe ya sala 1876 an xelata Osmanîyan ya çarê werdigre. Di sala 1878 an de, li Stenbolê di komîsyona Koçberan de tê wezîfedar kirin.
Paşê, jibo Mutasarifê Sancaxa Bajarê Kurdistan Muşê tê wezîfedar kirin.
Paşe sadrazamen Sultane Osmani, ji ber kurdperweriya wi ku jibo wan dibe xetere, giliya wi dikin. Lê paşê bawerîya Sultanên Osmanîyan lê nayê û wî wek Mutasarifê Wîlayeta Yemen, Sancaxa Hudeyde, Sancaxa Taîzê, erkdar dikin. Ji sala 1880-84 ê li Yemenê û van sancaxên mijara gotinê kar dike. Di dewsa wi ya Kurdistane jî, Kure wî Mistefa ku di tecrubeya revebirina dewlete de qels bu, te wezifedar kirin.
….
Dê berdewam be