Bajarê Qudis an jî Yeruşhalayim
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
Dennis Dargul

Bajarê Qudis an jî Yeruşhalayim

Dennis Dargul

Bajarê di navbera Erd û Esmanan de – Qudis. Her netewek li gorî bîr û barewriyên xwe Nav li vî bajarî dike.

Ebrî: Yeruşhalayim

Aramî: Yarişlem

Sûryanî: Urishlem

Asurî: Urusalîm

Kurdî: Yarêsilem (Orşelîm)

Erebî: Qudis

Navê Bajarê Yerêsilem –Yeruşhalayim wek nave aştîye, silav û silametê,  were binav kirin jî, berdewam wargeha nakok ya civakên rojhilata navîn û ayînên semavî ye.  Di dîrokê ev bajare 23 caran hatiye dagir kirin. 52 êriş li ser vî bajarî hatiye encam dan. 44 caran dest guhêri ye û 48 caran jî xwestine desthilatdariyî were guhertin. Li gorî vê rastiyê diroka wê ya nakokiyan gelek ji gotara Filistîn-Israilê kevintir, kûrtir, mezintir û berfirehtire. Nakokiya vî bajarî beriya bi hezaran salane hatiye destpê kirin. Sedemên bingehîn jî nakokiyên Ayinên Rojhilata navîne. Di rastiyê de xwedayek van yainên semawî heye ku nikarin parvebikin. Li gorî pertukên wan yên ayîni hemûyan yêk xweda heye lê bi hezaran salane şerê xwedayan û hev û din dikin. Bi hezaran salane girêkek kore di navbera Ayinên Musewî, Xirsitiyanî, û Bisilmaniyê de. Ev girêka kor evro bi nave Filistîn û Israilê tê bi nav kirin, lê rastî ne tenê eve û ne wisa ye. Jibilî ayinana her gelekê û netewekê çîrokek pîroz jibo xwe afirandi ye. Şêwazê çirokan ne zanistî lê mîtolojîne.   

Di nav bajarê Yeruşhalayim de, 1 Milyon û 200 hezar mirov dijîn. Li gorî şêniyên bajêrê Qudsê.

% 63 Cuhî

% 33 Ereb

% 04 piranî Kurd, Ermen li vî bajarî dijîn.

Di nav bajarê Qudsê de, civak li ser çar taxan hatiye dabeş kirin. Taxên Bisilman, Ermen, Musewî, Kurd pirani li Qudsê lê her deverên Îsrailê Kurdên Cuhî hene. Li gorî hejmara fermî ya Îsrailê 300 Hezar Kurd li Îsrailê dijîn.

  • Ev bajare li gorî Mûsewiyan: Ew Devere ku Hz. Silêman Peyxamber Perestgeh lê avakirî û Beşek ji wê perestgehê Dîwarê Pîroz yê Girîyê ye.
  • Ji bo Xirîstiyanan jî Dêra ku Hz Îsa lê darvekirine li vê derê hatiye avakirin û gora Îsa li vê dêrê hatiye dûrist kirin.
  • Ji bo Bisilmanan jî: Pêxamberê Bisilmanan Hz. Muhammed jî, li vê derê çîye Mîhracê.

Civakên Semawî, bi nav bîr û baweriya xwedî li Yeruşhalayim (Qudsê) derdikeve û bûye cîhê nakokiya rojhilat û rojava. Wisa nakokî kûre bi hezar salane nehatiye çareser kirin.  Bajar bi xwe şopê 4 ayînên semavî heye. Di nava heman qadê de “Dêra Gorê ya Hz Îsa”,  Mizgefta Bisilmanan “Mescîdî Aksa” û Peresetgeha Silêman Peyxamberî “Dîwarê Giriyê” mirov dibîne. “Kubbet ul Sahra” jibo her sê ayinan jî cîhek pîroze. Bajarê Yeruşhalayim, bes di serdema Xanedana Kurdên Eyubî de, di nav aramiyê de jîya bûn. Siyaset û desthilata Siltanê Kurd Selahaddîn Eyyubî, di dema xwe de aramiyek xisti bû devera Îsrail û Filistînê lê piştî têkçûna vê xanedana Eyyubîyan nakokî kûrtir lê hat û heta niha şer û pêk dadan li ser vê xakê berdewam dike. Cuhî dibêjin em berîya hemû kesi li ser vê xakê bûn û xaka me ye. Bisilman dibêjin Pêxamberê wan li vê derê Çûye Ezmanan û li gel xwedayê mezin axifîye. Fele jî dibêjin, Hz Îsa li vir hatiye cîhanê û li vir hatiye “Çar Mixkirin” ya wane. Lê ya rast ev bajarê dîrokî ya hemû mirovahi yê ye. Li Îsrailê 2 Ziman yên fermi hene yêk Erebîye yê din jî Îsrailî ye. Li vî welatî her kes dikare bi deng û rengên xwe ve di nav demokrasiyê de bijîn. Lê Babeta Filistinê babetek sîyasiye û pêwiste ne bi şer bi rêbazên aştîyane ve werin çareser kirin.  Di dawîyê de: 2- Pirsên giring li Rojhilata Navîn hene 1- Pirsa Kurd û ya 2ê jî Pirsa Filistînê. Heta ev pirsene neyên çareser kirin aramî û aştî li rojhilata navîn dê wek xeyalekê bimîne. Dewletên ku Kurdistan dagirkirine yên Bisilman her dem Filistinê wek bisilman dibîn û harikarin, lê li dijî Kurdan berovajine. Hêrişên wan li ser Gelê Kurdistanê berdewam dike.          

Dennis Dargul

  1. 10. 2023
Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved