Sedemên Şeran kolonyalîzm, dagirkerî, neheqî, zûlma neteweyî ye…
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
İbrahim Güçlü

Sedemên Şeran kolonyalîzm, dagirkerî, neheqî, zûlma neteweyî ye…

Îbrahîm GUÇLU

Şeva 7ê Cotmehê Hamas aa terorîst û bi awayekî gelek xurt  êrîş bir ser Dewleta Îsraîlê. Li hemberî erîşa Hamasê bêdengmayina Dewleta îsraîlê mimkûn nedibû. Loma Dewleta Îsraîlê bi awayekî gelek xurt û hovane êrîş bir ser Xezeyê. 18 roj in ku bomabardimana Dewleta îsraîlê li Ser Xezzeyê dom dike.

Hamasê bi êrîşa xwe ji bona filîstîniyan felekete mezin û ji bona gelên Rojhilatê Navîn pirsgirêkeke mezin çêkir.

Diyar bû ku Hamas bi serê xwe nikare êrişî Dewleta Îsraîlê bike. Dewleta Îranê ya kolonyalîst û teokratîk a îslamî ji Hamasê re alîkari kiriye. Lewra hêzên li Rojhilatê Navîn bi Iranê re girêdayî ne, li Lûbnanê û li Sûriyeyê û li Yemenê êrîşî Dewleta Îsraîlê kirin. Dewleta Îranê bi daxuyaniyên xwe jî aşkere kir ku piştgiriya aktîf ya Hamasê ye û di heman dem de  Dewleta Îranê dixwaze ku li herêmê yanî li Rojhilatê Navîn şerek gûr bibe û şer bibe şerê cîhanî jî. Lewra Dewleta îranê şer sûd werdigre û dixwaze ji bona împeratoriya xwe ya îslamî bingehê çê bike..

Bi taybetî jı Dewletên Islamî û Misislmanan bê qeyid şert ji Hamasê re piitgiriya xwe nîşan dan. Ji Siyaseta qirêj ya Iranê re bûn piştgir û taşeron.

Li hemberî koalîsyon û tîfaqa Misilman û Dewletên Islamî jî di sreî de Emerîka, pişt re jî hemû dewletên Rojava û Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriya xwe ji Dewleta Îsraîlê re bi awayekî gelek vekirî diyar kirin. Serok û serokwezîrên wan dewletan hatin seredaniya Dewleta Îsraîlê kirin û piştgiriya xwe jî aşkere diyar kirin.

Loma jî Şerekî Herêmî û şerekî cîhanî kete rojava dewletan û mirovatiye. Nûha jî ev şera te minaqeşe û şirove kirin.Gorî baweriya min jî dema li qewimandinan  dinêrim dibînim ku şerekî herêmî û cîhanî  di rojeva mirovatiyê de ye.

Ceribandina dîrokî û gelan û neteweyan û dewletan diyar dike ku kolonyalîzm, dagirklerî, zûlma neteweyî û neheqî sedemên şer in. Şer girêdayî berjewenndiya dewletan û neteweyan e. Dewletên kolonyalîst ji bona ku desthilatdariya xwe bidomînin û xurt bin,  welatên neteweyan dagir dikin, dewlemendiyên wan welatan/neteweyan talan dikin û dibin welatên xwe, welatê xwe dewlemend dikin. Ew jî dibe sedem ku şer derkevin.

Dewletên empetryalîst/kolonyalîst ji bona ku dinyayê û welatan û axa neteweyan di nav hevdu de parve bikin şer derdixin.

Di dîrokê de Împeratoriyan jî, ji bona ku axa xwe fireh bikin, axa neteweyên û gelên din dagir û ilxak bikin bi hev re şer kirine, bûne sedama mirina bi milyonan însanan.

Di dema dewletên milî de yanî piştî Şoreşa Fransayê jî vî şerî domand. Di navbera dewletan her dem şer pêk hatin. Di sedsala 20emîn de ji bona ku dewletên mezin, emperyalîst û kolonyalîst dinyayê di navbera xwe de parve bikin du şerê cîhanî li darxistin. Di van şeran de bi milyonan însan hatin kuştin, bi deh milyonan însan hatin birîndar kirin, welat hatin talan kirin, xizanî û feqîrî û zulmeke mezin hate holê..

Neteweyên bindest jî li hemberî emperyalîst û kolonyalîstan şerên neteweyî domandin. Neteweya kurd jî, li hemberî 4 dewletên kolonyalîst şerê neteweyî domand.

Tê zanîn ku sedema şerê me Kurdan li Rojhilatê Navîn di sedsala 20emîn û 21emîn de, bi Ereban û Farisan û Tirkan re û 4 dewletên kolonyalîst re; hebûna me wek netew înkar dikin, welatê me îşgal û îlxak kirine, neheqî û zûlma neteweyî û qetlîam û jenosîd e. Peşî li dewletbûna me girtine. Lewma yê ku 100 salî zêdetir şerê me kurdan didomine. Ew şerê me kurdan dem dem bi şerê pêşmergetî û dem dem jî siyasî hatiye domand. Di vê qonaxêde jî şerê me yê neteweyî bi babeta siyasî û pêşmergetî didomîne. Ew şera heta ku kurd bibin dewlet jî dê bidomîne.

Sedema Şerê Yahûdiyan û Filîstiniyan duho jî û îro jî; neheqî û zûlma siyasî û pêşî li Dewletbûna Filîstiniyan girtin û rewabûna Dewleta Îsralê qebûl nekirine.

Dewletên Îslamî û hemû misilman û Emerîka û rojava jî, ji dewletbûna Filîstiniyan re “erê” dibin. Lê beşekî mezin yên misilmöana rewabûna Dewleta Îsraîlê û hebûna Yahûdiyan qebul nakin. Heta ev denklema dom jî bike pirsgirêk çareser nabe.

Lê dinya û Misilman di dewletbûna Kurdan de ne bas bêdeng in, hemû li dijî deletbûna kurdan e. Filîstinî jî, li dijî dewletbûna kurdan e. Tê zanîn ku di sala 2017an de dema refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê hat li darxistin û encama dewletbûnê derket holê, serokatiya Filîstiniyan bi xurtî li dij dewleta Kurdistanê derketin. Ereban û misilmanan gotin ku “dewleta Kurdistanê dê bibe dewleta 2emîn ya Îsraîlê.”

Loma jî ereb û misilman û dinya heta ku li hemberî kurdan ev siyaseta şaşn û neheq bimeşînin, pirsa Filîstîniyan çareser jî bibe, li Rojhilatê Navîn ji bona ku pirsgirêkê kurdan dom dike, aşîtî ava nabe.

Ev costandartî li pêş çareseriya pirsgirêkan astengiyeke girîng e.

Di van şertan de divê kurd û bi taybetî jî Dewleta Federe ya Kurdistanê dewletbûnê û cî bi cî kirine encama refêrandîma serxwebûna Kurdistanê di xebata xwe ya siyasıu dîplomatîk de bikin stratejiyekê û bi qerardarî li ser xebat bikin.

Diyarbekîr, 24. 10. 2023

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved