Dennis Dargul
Kurdistan, “Ew xa ku neteweya Kurd li sere dijî” ye. “Kurd” navê neteweya Kurdistanê ye. “Istan” ew daçek e ku erdnîgariya wê destnîşan dike. “Istan”, peyveke Arî ye. Bîstan, bax û baxçe ango xaka welat destnîşan dike. Yanî Kurd-istan, ew hevrisîn e ku xak û niştimaniya Kurd pêk ve girêdide. Wek Pak-istan, Hind-istan, Afgan-istan, Ermen-istan, Kazak-istan û hwd. Li Ewropayê, ev nav bi heman şêwazê, lê bi peyveke din tên binavkirin. Weke: Nîeder, Deutsch, Swês, Engl… yanî Neider-land, Detsch-land, Swês-land, Engel-land û hwd. “Land”, tê weteya welat. Navên din jî bo neteweyan tên bikaranîn. Wek neteweya Swêsî, Deutsch, Engel… û hwd. dişibe pêna kirina welatên rojava. Kurdistan jî, her weke welatên din ên mijara gotinê, xwediyê dîrok, ziman, xak û yekîtiya welatê bi navê Kurdistanê ye.
Peyva Kurdistanê cara yekem, ji aliyê desthilatê Selçûqiyên Mezin Sancar ve, di sala 1157’an de hatiye bikaranîn. Di heman salan de, li rojhilatê Kurdistanê nêzî Hemedanê bajarê Baharê wek “Mîrgeha Kurdistanê” bi nav kiribû. Navê erdn3ıgariya Kurd û Kurdistanê jî, ji layanê Qanûnî Siltan Silêman ve, di navbera salên 1525 û 1553’an de di fermanan de hatiye bikaranîn. Di fermana Ehmedê 1’emîn a sala 1604’an de jî, navê Kurdistanê hatiye bikaranîn û “Kurdistana Umum” di nameyan û pelgeyan de bi kar aniye.Di sala 1847’an de jî, Sadrazam Mistefa Reşîd Paşa Eyaleta Kurdistanê ava kir. Di 13. 02. 1847’an de li gorî salnameya “Takvim-i Vakayi”yê Eyaleta Kurdistanê bajarên Amed, Xelat, Gimgum, Wan, Hekarî, Cizîra Botan û Mêrdîn li xwe girtibûn.
Desthilata Osmaniyan, di sala 1856’an de, navenda Eyaleta Kurdistanê bir Wanê, di sala 1864’an de dîsa bir bajarê Amedê. Paşê wek wîlayetên Wan û Amedê kirin du beş. Di 14’ê Nîsana sala 1919’an de, Wezîrê Karên Navxweyî M. Ali Bey, Wezîrê Karên Derve Ferîd Paşa jî di nameyên xwe de navê Kurdistanê gelek bi kar anîne. Mistefa Kemal di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de, di pêwendiyên xwe yên li gel eşîrên Kurdan û di têlgrafan de, “Kurdistan” bê guman û bê nakokî bi kar aniye. Mistefa Kemal di nameyeke xwe ya ji bo komîserê karên derve yê Rusyayê Çîçerîn de, Kurdistan bi kar aniye. Her wiha di axaftina xwe ya Meclîsa destpêkê ya Tirkiyeyê de, wek parlementerên Kurdistanê pênase daye û silav kiriye. Paşê, ev gotar tê înkarkirin, zilm di heman serdemê de tê destpêkirin. Ka em mêze bikîn dîroka navê ku dê bêt înkarkirin (navê neteweya Kurd), xwe dispêre kîjan serdeman.
Navê “Kurd”, wek “gelê Kurd” Beriya zayînê di salên 3000’î de hatiye bikaranîn û di pertûkên dîrokî de, cih girtiye. Bi taybetî di dîroka Sumeran de, ji bo civaka Zagrosê hatiye bikaranîn. Gelek zanyar û nivîskar bi vekolînên xwe ve, rastî navê “Kurtî” tên ku tê weteya “Civaka Çiya”. Yanî “Kur” çiya û daçeka “tî” girêdana civaka mijara gotinê destnîşan dike. Di pertûka Ksenophon de ku pêzanînên zanistî yên beriya 2410 salan, wek Sumeriyan “Kurdiennen” (welatê Kurdî) bi kar aniye. Wê demê pênaseya civakan, bi jiyana wan a erdnîgariyê ve, dihat binavkirin. Civaka Kurd jî civakeke çiyayî ye û ji navenda çiyayan dest bi jiyanê û civakbûnê kiriye. Eger em pênaseya dîrokî ya “Neteweya Kurd” zelal bikin, wiha ye:
Di nav rûpelên dîrokê de gelek nivîskaran navê “Kurd” ên cur be cur lê nêzî hev bi kar anîne. Ji sedan salên beriya zayînê bigire heta piştî zayînê, ev navên mijara gotinê nêzî hev in. Hemû nivîsakrên ku ev nav bi kar anîne, behsa civaka ku îro li Kurdistanê dijî, bi taybetî devera Zagrosê destnîşan dike. Hin nivîskar û feylesofên sereke ku navê “Kurd” bi kar anîn em dikarin wiha rêz bikin:
Ji van nivîskarên beriya zayînê yê ku gelekî li Kurdistanê maye û rewşa wê demê radixe ber çavan, Ksenphon e. nave berhema wî Anabasis / Vegera Dehhezaran e ku navê netewea Kurd zelal kiriye. Ev rewşenbîrê hêja yê wê serdemê, bi helwestên xwe yên zelal û objektîf, behsa gelê Kurd dike ku wek mîrnişîneke serbixwe li navîna Zagrosê dijiya. Li gorî Ksenophon, dema dagirker di xaka Kardukhan re derbas dibûn, rê û rêbazên balkêş ên şer bi kar dianîn û welatê xwe diparastin.
1- Ksenphon - Anabasis / Vegera Dehhezaran: Bz. sal 401’ê li rojhilatê Anatoliyê Kyros – Xusro li dijî siltanê Farsan (birayê xwe) Artekserkîs artêşek saz kir. Artêşa wî ya taybet bû û hemû bi pere hatibûn rêxistinkirin. Xusro di rê da hat kuştin. Ksenophon, wek “peyamnêrê şer” di artêşê de cih girtibû. Yewnaniyên ku di artêşê û şer de cih girtibûn vegeriyan welatê xwe û Ksenophon wek fermandeyê artêşê hat hilbijartin. Di vê rêpîvana Kurdistanê de, rojên gelek zor û zehmet derbas dikin. Van zor û zehmetiyên xwe, li pênûsê dide. Navê vê rêwitiya xwe dike “Vegera Dehhezaran”. Di vê pertûkê de ka di welatê Kardukhan de, çi zor û zehmetiyan dibînin, li pênûsê dide. Rêwîtiya wî li devera Dîcleyê, Zap (Zêpar), Zaxot (Zaxo), Rewandiz û hwd, didome. Devera Kurdistanê dibe sercema zor û zehmetiyên wan. Ev zor û zehmetî, hem cografî ne hem jî hêrîşên Kardukhîyan in. Navên ku di destnivîsan de derbas dibin, heman nav îro jî, li Kurdistanê tên bikaranîn. Ksenophon, di dema Rêya Artêşê (Zêya Mezin – Dema Ûrartûyiyan digotin Rêya Artêşê) re derbas dibe, dîmenên ku wî dîtiye wiha dinivîse:
“ji bo ku Kurd (kardukhî) bihêlin em bi şêwazeke aram di devera wan re, derbas bibin, me şer li gel wan nedikir û me destê ziyanê, nedida can û male wan. Ji ber ku ew jî dijminên desthilatê bûn. Lê hêzên xwe di cihekî de kom kirin û dixwestin hêrîşî me bikin. Gelek leşkerên me layanê (pasawanên dawîn) piştê, di encama hêrîşên “tîr û xiştên” Kardukhiyan de, hatin kuştin. Kardukhiyan rêyên xwe ji Îskîtan baştir diparastin. Wek înada “hêstirê” ketibûn ser rêyan, yan dê me bi westanê, yan jî bi birsîbûnê ve, ru bi rûyî mirinê bikirina. Tevahiya şevê bi keviran hêrîşî me kirin, waregeha me ya leşkerî wek navenda cehenemê lê hatibû. Her çiyayê ku me dixwest biçin ser, Kurd bi kerb û kîn beriya me diçûn ser çiya û şerê me dikirin. Em li hemberî Kurdan şaş mabûn. Dema em di gundên wan re derbas dibûn, jin û zarok direviyan û diçûn çiya. Armanca me ne kuştina wan bû. Di gundan de, hema hema her tişt hebû. Me gund û malên wan talan nekir û nesotin. Bes me pêwîstiyên xwe helgirtin. Me çiqas gazî wan kir jî, destê aştiyê dirêjî me nekirin.”[1]
Ksenophon, di pertûka xwe de diyar dike ku şervanî û merdiya Kurdan, ji ya Îskîtan û Farsan bi nirxtir û baştir bû. Gelek bû ku destûr nedida welatê wî bête dagirkirin.
Li gor pênaseya Ksenephon, civaka Kardukî, civakeke çiyayî “ji Cizîra Botan heta Zêya Mezin û Biçûk” xwecih bûne. Ji başûrê Wanê bigire heta xwe digihîne Rewendizê, civakek bû ku yekdeng û reng tevdigeriya. Her wiha di tabletên Sumeran de jî, ji civakên Çiyayê Zagros ji başûrê Tuşalpê heta Behdînanê re digotin “Kardaxayî”. Nêzî 2 hezar sal piştî vê pênaseya Sumeran, Ksenephon jî “Kardukî” bi kar tîne. Pênaseya Ksenophon jî nêzî ya Sumeran e. Di pertûka Ksenophon Anabasîsê de, dibêje:
“Em gihan rex çemê Zapatasê (Zê-Za-Zap) ku 400 pê ferehiya wê hebû. Kardukiyan xwe amade kiribû, lê ne wan hêrîşî me kir ne me hêrîşî wan kir.”[2]
Li gorî Ksenephon, welatê Kurdan, axeke dewlemend, hunerên destan çêkirina kaçk û kuluskan de pêşketî bûn. Di warê çêkirina şarabê de jî, gelek dewlemend bûn. Di pertûkê de behsa gundên Karduxan yên dora Xabîrî (Rakses) dike, ka di warê çandiniya genim û duristkirina şarabê de, çiqas dewlemend in. Li gorî pertûka Ksenophon, di gundên Kurdan de, civakê jiyaneke aram radiborand. Belgeyek girîng a 400 sal beriya zayînê ku îro bo me maye ew jî rastiya “Vegera Dehhezaran” e ku çiqas hişyar di Kurdistanê re, raborîbûn:
“Girtiyên Farsan gotin, ev rê ber bi başûr ve diçin û xwe digihînin welatên Babîl û Madya. Piştî ku em gihîştîn Lydia û Sûsayê, çiyayên bakur jî me derbas kir, gotin û em gihîştin welatê Karduhkan. Kardukhî civakeke çiyayî ne û li çiyayan dijîn. Gelek şervan û mêrxas in, lê ne li gel serdar (Serdarê Farsan) ne û li dij in Tê gotin di demekê de serdar 150 hezar leşker rê kir welatê Kardukhan, lê yek leşker xelas nebû hemû kuştin. Kardukhî li gel welatê deştê “Satrapiyan” re, pêwendiyên aştiyane hene. Her wiha pêwendiyên her du welatan gelek baş in”[3]
Li gorî Ksenophon, Kardûxî welatekî çiyayî ye û mirovên wê şerker in. Heta li deverê destnîşan dike ku leşkerên farsan ên dîl, ji ber şêwazê şer ê Kardukhiyan, nedixwestin di van çiyayan re derbas bibin. Digotin, an dora Çemê Dîcleyê re derbas bibîn an jî, di dora welatê Kardukhiyan re, rêya xwe berdewam bikin. Di heman demê de Kardukhiyan xwedan welat dizane û ev pêzanînên beriya 2400 salan belgeya herî zanistî ne, bo dagirkerên Kurdistanê (Komara Tirk – Desthilatdarên Ereban û Farsan) asîmîlasyon û înkarkirina wan heta sala 2013’an jî, berdewam dike. Yanî Kurd civakeke xwedan dîrokeke kevn in, reh û rîşalên kûr ên mejûyî ne. Welatekî dewlemend û neteweyeke xwedan xak û niştimaniyeke bi rûmet e. Kurdan, çi caran çi welat, dagir nekirine. Her tim li ser xaka xwe bi ked û xebata xwe jiyaye û xwedî li Kurdistana xwe ya pîroz derketine. Navê Kardukhî, cih û warê Ksenophon lê derbas bûye, rastiya Kurd û Kurdistanê bo me radixîne ber çavan. Ev taybetmendiyên Kardukhiyan, ku Ksenophon rêz kirine, îro jî bi nave têkoşeriya azadiyê, gelê Kurd li çiya, deşt û bahniyên welat, di heman cih û waran de, berdewam dike. Dema Kurd li ser vê xakê dijiyan çandinî dikirin, qesr û xan ava dikirin, aş û distar dihêran, bi feleknasiyê ve eleqedar dibûn, zanyarî bi pêş dixistin û bûbûn xwecihên Kurdistanê, dijminên wan hêşta di dema “HOVÎTIYÊ” de, bûn. Ji bo ku bên “Nanê Me yê Tenûre Bidizin” welatê me dagir kirin û heta îro derneketin… Her der dagir kirin, wêran kirin, her tiştê me dizîn, lê ya ji me re maye “Çiyayên Kardukh” in ku îro jî, wek 2414 salan berê, çeperên “AZADΔyê ne.
Pênasa Kardux, rasterast şayanê civaka Kurd e. “Kard” peyveke arî ye. Tê maneya bax û baxçe. “Dux” jî tê maneya “Çiyayê Bilind ”. Yanî, li gelek deverên Kurdistanê îro jî dibêjin “ez çûm heta duxê çiya”. Yanî xwe gihandina ser kupikê herî bilind. Cografya, deng û reng dide civakê. Mirov mêzeyî kîjan rûpelên dîrokê bike, ‘Kurd’ û ‘Çiya’ yek hebûn in. Nav jî li gorî rastiya wan û xwezaya welat, deng, reng û nav, girtiye. Navê welatê Kurdan (Kurdistan) jî, di serdema pêşketinên bîr û boçûnên civaka netewî de, derpêş dike. Navê Kurd, çawa ku di serdemên beriya zayînê de, baş û zelal hatiye bikaranîn. Heman nav û vekolîn di serdema pêşketina Îslamê de jî, berdewam kiriye. Yanî rewşenbîr, zanyar û dîroknivîsên serdema Îslamê jî, girîngiya gelê Kurd ber bi çav dikin. Her wiha ka civaka Kurd di jiyana çiyayan de çiqas çalak û xwediyê gotinê ne, di destan, serpêhatî û şeran de, mirov dikare bibîne. Hin navên girîng ku di serdema Îslamê de behsa Kurdan kirine, em dikarin wiha rêz bikîn.
1-Baladhurî (Ehmed îbnî Yahya el Baladhurî): Dîrokzan û nivîskarekî pêşketî yê Ereban e. Piraniya vekolînerên rojavayî, pêzanînên wî ji bo xwe bingeh û çavkanî digirin. Baladhurî, di berhema xwe ya bi nave “kitap futuh el-buldan (Pz. 851) de dibêje, salên piştî zayînê di 645’an de, Hz. Omer, Îran û Kurdistanê dagir dike. Di vê dagirkirinê de, ka çawa Kurd ji cih û warên wan dûr dixistin û ereb lê bi cih dikirin, nivîsiye. Her wiha di dema dagirkirina Azerbaycanê de, paytext (Ardavîl) bi piranî Kurd bûn, parêzgehê Kurd ji erkê xistin, keskî ereb bi navê “Hûdhaifa Al-Yaman” ji layanê Hz. Omer ve hate peywirdarkirin. Li hemberî vê peywirdarkirina waliyê Ereb û bacstendina wan a xedar, civakê xwe bi rêxitin kir û hêzên şer amade kir. Ev hêzên şer bi piranî ji Kurdan pêk hatibûn. Paşê bi peynamekê li gel waliyê ereb, şer hat ragirtin. Baladhurî, di pertûka xwe de, gelek behsa Kurdan dike ku li hemberî dagirkeriyê, malwêrankirin û hêrîşên biyaniyan, li ber xwe didan. Hz. Omer, ji vê peymana parêzger razî nebû ku, paşê ew ji erkê parêzgeriyê hat xistin. Piştî Al-Yaman As-Sulamî wek parêzger hat erkdarkirin. Bi hincetên sanahî, li dijî Kurdan dest bi hêrîşan kirin. Malên Kurdan hatin talankirin û wêrankirin. Baladhurî, di pertûka xwe de bi şêwazekî berfireh behsa berxwedana Kurdan a li hemberî dagirkeriya ereban dike. Baladhurî, (di pertûka xwe rûpela 200’î de) wiha diyar dike: “Di salên 645’ê de Tebrîz û Ardabîl, Kurd lê dijiyan û bajar di destê Kurdan de bû. Beriya ku civak bête texrîbkirin, veguhastin û koçberkirin, ev dever a Kurdan bû. Civaka Azerî paşê anîne û li wir bi cih kirine.
1-Ferdowsî: Helbestvanê Fars Ferdowsî, di sala 935’ê de li bajarê Horsadanê Xwedê dide û di sala 1026’an de jî, diçe ber dilovaniya Xwedê. Ferdowsî, di pertûka xwe ya bi nave Şahnameyê de, behsa şerê Kurdan û Sasaniyan dike. Di berhema xwe de, behsa salên Pz. 226’ê şerê di navbera mîrê Kurd Madîg û mîrê Sasaniyan Ardeşîr dike.[4]
2-Thomas Artsrunî: Dîroknivîsekî Ermen e, di sedsalên 9 û 10’ê de jiyaye. Di berhema wî de navê Korduk derbas dibe. Li gorî vî nivîskarî, gemiya Nûh Peyxamber li ser çiyayekî Korduxê daniye ku ew cih dibe navîna Cîhanê. Ev dîrokzan jî di pertûka xwe de behsa şerê Asûran ên li Kurdistanê dike ku navê hin civakên Kurd derbas dibe.[5]
3-Kaşgarli Mahmut: Di sala 1008’an de, li Tirkistanê bajarê Kaşgarê ji dayîk dibe. Piştî xwendina xwe ya medreseyan jiyana xwe dide vekolîna zimanê Tirkî. Li hemû Navîna Asya digere. Di Kurdistanê re derbasî welatên ereban dibe. Li Bexdayê pertûka bi navê “Dîwana Lûgata Tirkî” dinivîse. Pertûka xwe di sala 1072’yan de temam dike. Di sala 1105’an de jî, piştî vegeriya Kaşgarê li wir dimire. Di nexşeyeke destan a Mahmut de, navê welatê Kurdan bi zimanê erebî (Erdu-l Ekrad) dinivîse.
4-Yakut îbnî Hamavî: Cografyanas, Etnograf û dîrokzanekî Ereb e. Ji welatê Sûriyeyê ye. Yakut îbnî Hamavî di navbera salên 1179 û 1229’an de jiyaye. Di pertûka xwe ya ferhengî ya bi navê “Mucem Ul-Buldan” pêzanînên biyografî û folklorî cih digirin. Di pertûka xwe de diyar dike, ku di navbera Îran û Îraqê de civakeke Kurd di çiyayan de dijî, ew wek Kurdên Feylî tên zanîn. Di pêzanînên xwe de behsa şêniyên civaka Kurd a bajarê Arsamosata dike ku %25 Ermen û %70-75 Kurdên Zaza lê dijiyan. Her wiha diyar dike, ev bajar ji layanê Kurdan ve hatiye avakirin.
1-Marco Polo
Marco Polo, di navbera salên 1254 û1324’an de, li Îtalyayê Venedîkê ji dayîk bûye. Ev gerokê rojavayî, ji rojava heta rojhilat geriyaye û geryana xwe li pênûsê daye. Di navbera rojava û rojhilat de bûye pira hevnasînê. Polo, yek ji gerokên herî mezin ê cîhanê ye. Li Rojhilata Dûr, ketibû bin destê neviyê Cengizxan Kubîlayê Moxolî û di bin emrê wî de, bi qasî 17 salan kar kiriye. Ji Îtalyayê heta Kurdistanê, Îran, Çîn, Vîetnam, Sumatraya, Srî Lanka, Hindistan û careke din vegeriyaye Îranê û paşê di ser Kurdistanê re çûye Deryaya Spî û di sala 1295’an de vegeriyaye Venedîkê. Marco Polo, her devera ku lê geriyaye serpêhatiyên xwe li pênûsê daye. Gerokê bi nav û deng dema hatiye Kurdistanê, li bajarê Mûsilê Kurdan nas kirine û agahiyên girîng di der barê Kurdan de li pênûsê daye.
Di pênaseya xwe ya bi navê “Şahê Mûsilê” ya sala 1272’yan de, wiha nivîsiye:
Li çiyayên devera Mûsilê civakeke bi navê “Kurd” dijî. Hin ji wê civakê “mesîhî ne” hin ji wan jî “Yakûbî” ne û ji mezheba Nastûriyan in. Beşek ji vê civakê jî “Mihemedî” ne. Civakeke har in. Di warê şêlandina bazirganan de kêfê digirin. Li nêzî vê herêma Mûsilê, deverên wek Mêrdîn û Mûşê, bi pambû “benikê bi nirx” durist dikin. Bazirgan, dikandar, zenaetkarên vê deverê bi vî benikê bi nirx, cilan saz dikin û qumaş diafirînin.
2-Şerefxanê Bedlîsî (1543 – 1604) di pertûka xwe ya bi navê “Şerefname”yê de, Kurdistan ber fireh bi kar aniye û ev pertûk wek pênaseya netewa Kurd jî tê qebûlkirin. Pertûk hem etnografiya Kurdistanê hem jî erdnîgariya Kurdî destnîşan dike. Pertûka orjînal bi Farisî hatiye nivîsandin. Ev pertûk ji layanê François Bernard Charmoy ve, hatiye vekolînkirin û komîserhevkirin. Çawa ku Şerefxan, bi pênûsdana “Netewa Kurdî” cihê xwe di nav dîroka Kurdistanê de girtiye, birêz Charmoy jî, bi vekolînên xwe û şîroveyên xwe, di nav dîrokzanên cîhanê de cih girtiye. Pertûk ji 5 cildan pêk tê. Ji bilî bikaranîna pênûsê, wêneyên mînyator ên mîrên Kurdan, bi şêwazeke hunera şêwekarî, diyarî me dike û bo vê sedsala em tê de ne, wêne dike.
3-Melayê Cizîrî: Melayê Cizîrî di nav pertûka xwe ya dîrokî de, felsefeyeke bingehîn a Tasawifa Îslamê bo xwe esas digire. Li gorî nêrîn û felsefeya M. Cizîrî, welat û niştiman xaleke girîng a hebûna mirov e. Yanî nasnameya xwe ya Kurdewarî, di nav felsefeya xwe de, wek hebûneke pîroz bi nav dike. M. Cizîrî, di pertûka xwe de hin caran di bîr û boçûnên xwe de, dikeve nav munaqeşeyên felsefeya metafîzîk û îdealîzmê. Bi şêwazeke felsefî, rewşa gelê Kurd destnîşan dike û li pênûsê dide.
Ez gula baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
4-Ehmedê Xanî jî, di berhemên xwe de, bi piranî navê Kurmancî û Kurdî bi kar aniye. Ew qas berfireh bi kar aniye ku sînorên Kurdistanê, bi şêwazeke baş û berfireh destnîşan dike. Hest û têgihîştina netewî ya Ehmedê Xanî, li gorî wê demê di asta herî bilind û berz de bû.
Di navbera Osmaniyan û Persan de, çi caran şer ranewestiya. Her dem wek du blokên dijî hev, sekinîbûn. Cihê sekena wan a şer jî, xaka Kurdistanê bû. Gelek bajarên Kurdistanê dem bi dem dest diguhertin. Lê her roja ku derbas bû di bin maskeya Îslamê û xelîfetiyê de, Osmaniyan başûrê Kurdistanê ji bin destê Persan derxistin. Bi şêwazeke suriştî rikeberiyeke bi hêz bû. Yanî layanek Sunî û layanek jî Şiî bûn. Eniyên mezin hatibûn sazkirin, Osmaniyan ji Xaneqînê heta Agiriyê, xetek di navbera xwe û Îranê de rakêşabûn. Xeta şer bajarên Wan, Hekar, Silêmanî heta Xaneqîn bû. Osmaniyan heta Peymana Qesra Şîrîn jî, bawer nedikir ku ev qas xaka Kurdistanê bikeve bin desthilatdariya wan. Lê ev perçebûna welat, ji rexne û pênûsên dîrokê rizgar nebû. Her dem di pênaseyan de, her du dewlet (hem Osmanî hem Fars) wek desthilatdarên dagirker hatin binavkirin.
Şerefname: Kurdistanê wiha dide naskirin, ji Deryaya Hurmuzê, Kendava Îranê heta eyaleta Mereşê û sancaxa Meletiyê, ji bakur eyaleta Aranê Ber bi başûr ve jî heta Mûsilê dinav xwe de digire. Navê vê cografiyayê Kurdistan e. Her wiha di nav pênaseyên xwe de, gelek behsa Loristanê, Kurdên Feylî, deverên Kurdistana rojhilat Kirmanşah, Urmiye, Sine, Hewremanê dike ku rewşa netewa Kurd a wê serdemê wek berhemeke pîroz li pênûsê dide. Nivîskarê Kurd Şerefxan, Erdelaniyan wek civaka sereke û herî mezin a di bin destê Farsan de, bi nav dike. Şerefxan, zimanê Kurdî wek zaravayên Germanic, Lorî, Gelhor û Goran bi nav dike. Her wiha Kurdên di bin desthilata Farsan de û Kurdên di bin desthilata Osmaniyan de, ji layanê orf û adetan, kesayet, sur û semayê ve wek hev in. Lê yên li rojhilatê Kurdistanê dijîn Şîa ne, (lê gelek ji wan bi mezheba Omer ve girêdayî ne) lê yên di bin desthilata Osmaniyan de dijîn Sune ne. Bes ferqî ev e lê hemû Kurd in û devokên cuda yên Kurdî diaxivin.
Li gorî Şerefxanê Bedlîsî, eşîrên Kurd ên di bin destê Persan de dijiyan ev in:[6]
1- Erdelanî
2- Kaçanlu,
3- Caf,
4- Birazî,
5- Sursur
6- Kulahî Sefîd,
7-Tilekî,
8- Mirivanî,
9- Sekizî,
10- Baneyî,
11- Ciwanrûdî,
12- Avraman (Hewreman)
13- Esfendabad,
14- Beştilî,
15- Goran,
16- Bilbasî,
17- Menemî,
18- Golvakî,
19- Mokrî-Mekerî,
20- Şekakî
Ji bilî van xanedan, mîrek û eşîrên devera Kurdistana rojhilat, li gelek deverên din ên Îranê Kurd dijîn. Wek Azarbaycan, Tahran, Xorasan, Mazenderan.
Li gorî Mr. Jaubert:[7] Bes sînorên Kurdistanê di nav desthilatdariya Osmaniyan de dibîne û şîrove dike. Li gorî Mr. Jaubert, ji bakur ber bi başûr ve, ji Çiyayê Agirî, heta rêzeçiyayên Hemrînê ku çiyayên Zagros û Hemrîn dighên hev, Kurdistan e. Ji rojhilat ber bi rojava ve jî, ji rêzeçiyayên di navbera Gola Urmiyê û Wanê de destpê dike heta li ser Çemê Dîcleyê Heskîf, Amîd, Sêrt, Mûş, Cizîr û Hekar, nav xwe digire. Li Çiyayê Masîsê dest pê dike diçe Diyadîn, Toprakqelê, li gel Çemê Dîcleyê, Şahrîzor, Erbîlo û Rêzeçiyayên Hemrînê welatê Kurdistanê yê di bin desthilatdariya Osmaniyan de, destnîşan dike. Mr. Jaubert, Kurdistana rojhilat bi hin bajaran ve destnîşan dike, wek Kermanşah, Kengever, Deynever, Nehavend, di nav deverên Persan de, dide zanîn.
Ev pênaseyên van dîrokzanan, rastiyekê ber bi çav dikin, ew jî Pers tu caran ji navê Kurd û Kurdistanê neditirsiyan. Bi şêwazeke suriştî bi kar dianîn. Heta cara yekê bi şêwazeke fermî şahên îranê navê eyaleta Kurdistanê nas kirine.
Zimanê Kurdî, ji malbata Hind-Ewropî ye. Yanî Ji malbata zimanên Arî ye. Zimanê Kurdî, di nav zimanên Hind-Ewropî de ji koma zimanên Îranî ye. Ev zimanê ji nifşê Arî, ji koma zimanê Îranî di nav binkoma bakurê rojava de cih digire û ji zimanê Farisî cuda ye. Zimanê Kurdî, li ser xaka Kurdistanê ku di navbera dagirkerên Tirk, Ereb û Farsan de hatiye parvekirin û kirine çar perçe, tê axaftin. Her wiha di nav xaka Ermenistan û hin deverên din ên Navîna Anatoliyê, di wextê xwe de bi cih bûne an bi cih kirine, zimanê Kurdî diaxivin. Li gorî texmînan, di cîhanê de, ji 20 milyonî zêdetir Kurd bi zimanê xwe diaxivin. Zimanê Kurdî, li Îraqê û Herêma Kurdistanê ya Federal, bi şêwazeke fermî tê pejirandin û axaftin.
Zimanê Kurdî, yek ji wêje û ferhengeke herî dewlemend a Rojhilata Navîn tê pejirandin. Zimanê Kurdî di nav hemû zimanên cîhanê de wek dewlemendî rêza 8 an de cîh digre.
A-Wêjeya Gelêrî
B-Wêjeya Nivîskî
Wêjeya Gelêrî: Wêjeya Kurdî ya gelêrî, yek ji dewlemendiya herî mezin a hebûna gelê Kurd e. Em dikarin bibêjîn rastiya civaka me di wêjeya gelêrî de, wek dîrok hatiye parastin. Dîroka wê xwe digihîne beriya hezaran salan. Stran, serpêhatî, destan, çîrok, heyranok beşeke girîng a dîroka hebûna me ye. Gelo dîroka wêjeya gelerî ya Kurdî nebûya, dê me Kurdan çawa, destana Şahmaran, Rustemê Zal, Destana Kawa û Memê Alan bizanibûya û bibihîsta.
Wêjeya Niviskî: Wêjeya bi Zimanê Kurdî ya nivîskî, xwe digihîne beriya hezar salan. Baba Tahirê Hemedanî (pz. 935-1010) yêkem helbestvanê Kurde ku bi Kurdî pertûk nivîsa ye. Baba Tahirê Hemedanî, li Kurdistana rojhilat berhemên xwe li pênûsê daye ku navê xwe di wêjeya Kurdî de, nexş kiriye. Ziamnê Kurdî beşa Kurmancî jî, yek ji wan zaravayên Kurdî ye ku gelek berhemên pîroz ên wêjeyî hatine encamdan. Di Wêjeya Kurdî de, Elî Herîrî (1425-1495), Feqiyê Teyran (1590-1660), Melayê Cizîrî (1570-1640) û Ehmedê Xanî (1650-1707) yek ji feylezofên netewî yê Kurd e ku bi pertûka xwe ya Mem û Zînê, navê xwe di wêje û dîroka Kurdistanê de, tomar kiriye. Ehmedê Xanî nebûya belkî me Elî Herîrî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî, nas nekiribûya. Ronahiya xêrê ya wêjeya Kurdî, Ehmedîê Xanî ye. Ehmedê Xanî, ne tenê wêjezanê zimanê Kurdî, her wiha feylozofekî navnetewî ye. Rewşa Kurd û Kurdistanê, bi zimanekî wêjeyî, polîtîk û zelal, eşkere dike û civakê û serkirdeyên Kurd ên dîrokê hişyar dike. Dûrbîniya Ehmedê Xanî, mirovan dixe nav hizir û bîrên kûr. Lê Serferaziyeke mezin e bo me Kurdan ku me jî dîrokzan, feylesof û wêjezanekî wek Ehmedê Xanî heye.
Di dîroka Kurdistanê de, nayê bihîstin ku Kurdan miletekî ji derveyî xwe qebûl nekiribe. Her gelê ku li gel Kurdan jiyaye, zerar ji wan nedîtiye. Eger zerarek hebe jî, bi palpiştiya dagirkeriyê bûye. Lê netewbûn, ji wan serdeman e ku nîjadperestî bi pêş diket. Vê nîjadperestiyê, encamên gelek xedar raborandine. Gelek gel û civakên cur be cur ji rûpelên dîrokê, ji nav birine. Lê dema ku Kurd dewlet bûn jî, desthilatdariya xwe ya azad hebû jî, zordarî li ser gelekî din nekirin. Her dem di nav wekhevî û azadiyê de, dijiyan. Wek nimûne: Eger Kurdan wek Tirkan, gelên derdora xwe di tevkujiyan re, derbas bikira, dê niha dewlet bûna. Eger Ewropiyan Çermiksor ji nav nebiribûna, îro dewleta Amrîka dê nebûya. Eger Tirkan, Ermen ji navê nebiribûna, îro komareke bi navê Komara Tirkiyeyê nedibû. Netewperestiya Tirkan, Elmanan, Ereban, Farsan, Cihûyan, Rûsan, Îngilîzan, Fransiyan û gelek welatên din ên dagirker, bûne belaya serê mirovahiya pêşverû. Em Kurd, civakeke çiyayî ne. dilsaxî û rehmî, di xwezaya me de heye. Baş e ku me tu kes di tevkujiyan re derbas nekiriye, baş e ku me tu welatek dagir nekiriye, baş e ku em Kurd in, me li ber xwe da û xwedî li dîroka xwe, xaka xwe û niştimaniya xwe derketin. Dewletbûna ku li ser tevkujiyê bête sazkirin, tu bingeheke xwe ya parastina rûmeta mirovahiyê nîn e. Roj dê bêt, ew “dewletên faşîzan” dê şermê ji xwe bikin. Dê dîmen û kiryarên wan wek pîneyekî reş bi eniya wan ve be. Kurdistan, warê pêkvejiyan, wekhevî, biratî û azadiya hemû gelan e. Rûmeta mirovahiyê jî, dê li ser van çar stûnan bête sazkirin. Bingeha vê rastiyê jî, dê bi hilweşandina çar sînorên bê mane û dewletên zalim, bi pêş bikeve.
1-Bakurê Kurdistanê: Bakurê Kurdistanê ji Agirî, Amed, Batman, Bedlîs, Sêrt,Gûmgım, Dêrsim, Elezîz, Dîlok, Erzingan, Erzerom, Hekarî,Meletî, Mêrdîn, Koçgîrî, Ruha, Semsûr, Şirnex û Wanê, bi xwe ve digre. Di destpêka avabûna dewleta Tirkiyeyê de, Kurd înkar nekirin. Di destpêkê de, şoreşa xwe û kombûnên xwe li Kurdistanê bajarên Koçgîrî û Erzeromê destpê kirin. Navê van kombûnan di fermiyeta komara faşîst a Tirkan de, “Konferansa Erzerom û Sêwas”ê ye. Van Kombûnan paşê li Amedê berdewam kirin. Heta ku eniya xwe ya Kurdistan saxlem kirin, hêdî hêdî dest bi zilma ser Kurdan kir. Heta Kurdên yarmetiya wan kiribûn, ji ber ku cilên Kurdî li xwe kiribûn paşê hatin dardakirin. Hin parlementeran ji ber ku behsa zilma li ser Kurdan kirin, hatin dardakirin. Ev rewş li Tirkiyeyê, di salên 1923’yan de, dest pê kir û navê Kurd û Kurdistanê hat înkarkirin. Navê Kurdistanê bû “Vilayeti Şarkiye” an “Şerkil Anadolu”. Di sala 1930’î de nav bû ‘Rojhilat’. Di sala 1950’yî de nav bû ‘Başûrê Rojhilat’. Di salên 1960’an de, nave Kurdistanê kirin “Deverên Ku Pêşiyê Bên Avdankirin”, ji sala 1984’an heta sala 2003’yan, nav kirin OHAL yanî “Deverên Rewşa Awarte ya Walîtiyên Taybet”. Bi navekî din deverên ku walitiyên xedar û zilmê hatin cî bi cîkirin. Her roja ku derbas dibû Kurd û Kurdistan berze dibû. Êdî navê Kurdistanê wek peyveke ji “PÊTA AGIR” lê hat. Yanî “AGIR=KURDİSTAN”.
Lê Şoreşa Bakurê Kurdistanê ku di serê vê sedsalê û heta niha berdewam dike ji her aliyî ve hişyarbûnek û xwebaweriyeke azadiyê li vî perçeyê Kurdistanê peyda kir. Êdî bi têhn û xebata şoreşa bakur, li Bakur Kurd bûn xwediyê giyanekî netewî. Bi têkoşîn û xebateke mezin, civaka Kurd êdî li deng û rengê xwe xwedî derket. Heta sala 2015’an, bi dengdanê 83 Parlamenter hatin helbijartin û rêkirin parlamena Tirkiyeyê. Desthilatdarên Tirk, soz û peymanên li gel nûnerên Bakurê Kurdistanê durist kiribûn, paşgez bûn. PKK ê jî bi şerê Xendekan piştgiriya wêrankariya bajarên Kurdistanê kir.
Desthilatdariya Tirkiyê got : « 83 Parlamenter werin parlamenê jibo me xeteriyek mezine pêwistebaya ev hilbijartina Kurdan têk bibirana. »
PKK a Çîyayî jî got : « Eger 83 Parlamenter biçine parlamenê rola me li çîyay namîne. Edî kes guhdarî me nake »
Xendek hem jibo Dewleta Tirk ku Kurdên şoreşger, welatparêz û niştiman perwer ji nav bibe û kurdini ber çav were reşkirin. Hem ji PKK ne xwest pêvajoya aştiyê bêyi muxatapgirtina wan, berdam bike.
Edî desthilatdarên Tirk tehemula pêşketina civaka kurd nekir taybet amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd li Hewlêr û dest bi hêrîşan kirin. Kiryarên ku Tirkiyê, li hemberî bajar û civaka Kurd a bakurê Kurdistanê kirî, ji yên Hitlerê Alman ne cuda bûn. Şêwaza faşîzane dest bi kuştin û wêrankirina bajarên Kurdan kir. Herî dawiyê, nûnerên Kurd ên bakurê Kurdistanê, yek bi yek hatin girtin û kirin zîndanan. Serokên partiyên siyasî yên Kurd, Parlamenter, serokên bajarvaniyan ku bi dengdanê hatibûn desthilatdariyê, girtin û kirin zîndanan. Dewsa wan serok şarewaniyên Tirk hatin bicihkirin. Yanî Bakurê Kurdistanê, zilmeke bi bername, li ser xak û civaka Kurdistanê hat meşandin. Hemû tv, radyo, rojname, kovar, rêxistinên medenî, malperên înternetê, hatin girtin. Ev zilm û dagirkeriya Tirkiyeyê, bi şêwazeke berfireh di qada navdewletî de jî, cih girt. Heta ji bo ku Kurd hîç deverekê nebin giyanekî azad û serbixwe, di serî de, DAÎŞ û gelek rêxistinên dî yên îslamiyên tundrew afirand, perwerde kir û harîkarî kir, da hêrîşê bînin ser Kurdan. Hêrîşên van hov û dirindeyan, hem li rojavayê Kurdistanê, hem jî li başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin. Lê Kurd, di vî şerê li dijî hov û dirindeyan de, bi serkeftin û şanaziyeke mezin di qada navnetewî de, bi dest xist.
Lê li bakurê Kurdistanê qedexe û helandin, înkara Kurdan piştî pêvajoya Aştiyê û Şerê Xendekan (Şerek bê wete û malwêranî bûye) disa bi tundiyane berdewam kir. Edî disa destkeftên 40 salan, navên kolan, bajar, park û cîh û waran ku Kurdî hati bûn nivîsîn, hilweşandin.
2-Başûrê Kurdistanê: Başûrê welat, di serdema dagirkeriya Ereban de, wek çar parêzgeh hat dabeşkirin. Bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkuk. Bajarê Kerkûkê tu caran ji layanê Ereban ve wek bajarê Kurdistanî ji ber sedemên petrolê, nehat pejirandin. Ev parêzgeh, rastî xerabkirin û malwêrankirina herî mezin a desthilatdariya nîjadperest a Ereban hat. Kurdên Kerkûkê, ji gund û warên wan hatin derxistin û Ereb ji başûrê Îraqê anîn û li şûn û warên wan bi cih kirin. Li devera Mûsilê jî, heman siyaset meşandin. Xerabkariya herî mezin li ser Kurdan hat birêvebirin. Parêzgeha Silêmanî ji ber Kurdperweriya wan bajarê Helepçe kîmyabaran kir. Ji ber vê rewşê Başûrê Kurdistanê di vê sedsalê de, rastî dirindetiya herî mezin a Ereban hat. Heta Şoreşa Îlonê armanca dewleta dagirker a Ereban, tunekirina Kurdan bû. Navê Kurdistanê piştî salên 1970’yan, bi temamî hat qedexekirin. Zimanê Erebî wek zimanê “Quranê” zimanê Kurdî jî zimanê “Agirperestan-Şeytanan” bi civakê didan pejirandin. Desthilatdariya Ereban digot:“Çi paşeroj bo ziman û çanda Kurdî nîn e, paşeroja xwe li ser bingeha ziman û çanda Erebî saz bikin.” Çi xedariyek mezin hebû li hemberî tunekirina Kurdan ji layanê desthilatdariya Ereban ve hat bikaranîn. Xaza xerdelê (16-17-18- 03.1988) bi ser Kurdan werkir… Ma ji vê xerabtir li cîhanê çi heye? Belê heye, DAÎŞ: Hov û dirindetirîn rêxistina terorîstî ye. Mîkrobeke ku li ser ruyê erdê, wek wê nîn e. Di cîhanê de, bêprensîb, bê rawişt, bê wijdan û bê hestên mirovî ye rêxistina dewleta Îslamî DAÎŞ. DAÎŞ’ê çi kir: Jin û zarokên xelkê revandin, bazarên firotin û kirîna jinan saz kir. Tecawizî namûsa civakê, kir. Cihên dîrokî peqandin. Muzexane hilweşandin. Deverên pîroz ên ayîna civakê xerab kirin. Dest danîn ser, mal û milkê xelkê bêguneh. DAÎŞ’ê çi kir: Kurdistan û xaka pîroz a xelkekî mazlûm dagir kir. 7 hezar Kurdên Êzdî revandin û pûş kirin. Jin û keçên Kurdan û Mesîhiyan bo xwe helal kirin. Di bajarên Mûsil û Reqayê de, firotin. Zarokên temen 10 salî xistin nav perwerdeya leşkerî ya hovane û keçên 10 salî jî, wek cariye bo xwe birin, firotin û kirîn. Ev hêrîşa vê rêxistina mîkrob DAÎŞ’a vegirtî, di demekê de pêk hat ku başûrê Kurdistanê qala referandûma serxwebûnê, Rojava jî behsa desthilatdariya xweser dikir, hat kirin. Li başûrê Kurdistanê, beriya hatina mîkroba bi navê DAÎŞ’ê, dema xwe ya herî zêrîn dijiya. Pêşketinên li başûrê Kurdistanê heyî, çavên dagirkerên Kurdistanê kor dikir, zimanê wan lal dikir, bînahiyên wan tarî dikir, guhên wan ker dikir. Amadekariyên Kongreya Netewi ya Kurd dihate kirin ku hemû partiyên Kurdistanê beşdar dibûn û di nav xebatek ciddi ya yêkitîyê de bûn. Xebatên Kongreya Netewî ya Kurd li Hewlêr 3 Heyvan berdewam kir lê bi duristkirina DAİŞê hat ev gave hat astengkirin û hêriş li ser Şengal û Kobanî hate encam dan.
Bêguman, pêwîst bûya ev destkeftiya başûrê Kurdistanê, têk bibira yan jî, merheleya dewletbûna Komara Kurdistanê, asteng bikira. Ew jî hinartina hov û dirindeyên DAÎŞ’ê bûye. Di vê hêrîşa li ser Kurdistana Başûr, bi taybetî devera Şengalê, birîneke kûr di hest û bîrên mirovahiyê de vekir. Di dewsa dewletbûna Kurdî asteng bikin, avabûna dewleta Kurdî nêziktir lê hat. Beriya hatina hov û dirindeyên DAÎŞ’ê, dagirkerên Kurdistanê bi taybetî merkeza Îraqê di bin serokatiya Malîkî de, budçeya hikûmeta herêma Kurdistanê birîn. Paşê jî, Bajarê Mûsilê radestî vê rêxistina hov û dirinde kir. Dagirkerên Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve, mîkroba DAÎŞ’ê xwedan kir û belavî rojava û başûrê Kurdistanê kir. Di her hêrîşeke Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên Rojavayê Kurdistanê ya li ser terorîstên DAÎŞ’ê de, bi dehan cureyên xwarin, vexwarin, nasnameyên Tirkî û çek û teqemeniya wan diket destê Kurdan. Di destpêka pêldana mîkroba bi navê DAÎŞ’ê de, gelek welatên herêmê û cîhanê hevkar bûn. Welatên herêmê bi perwerdekirin û harîkariya lojîstîkî, welatên rojava jî mîkrobên îslamiyên radîkal ên nav xwe, di ser welatên cîran re, rê dikirin Sûriyê û Îraqê. Li van welatan jî bes şerê wan li dijî gelê Kurd, xaka niştiman û civaka bêguneh bû. Bêgûman, hêrîşa terorîstên DAÎŞ’ê li ser Şengal û derdora wê, nayê jibîrkirin. Berpirsyariya vê yekê jî, ne gelê Kurd, ne rêxistinên siyasî yên Kurd in. Di serî de desthilata Bexdayê, (ji ber ku li gorî madeya 140’an a destûra bingehîn a Îraqa Federal a referandûmê, ev deverên mijara gotinê da hikûmeta Îraqê ya merkezî kontrol biket û biparêze. Lê hikûmeta Malîkî bi harîkariya Kurdan bûbû serokwezîr, destpêka hatina xwe nanê Kurdan birî û hêrîşên cur be cur anîn ser herêma Kurdistanê. Lê bajarê Mûsilê jî bê şer berda û 3 firqeyên leşkerî çek û teqemeniya xwe bo DAÎŞ’ê hilat û bazda. DAÎŞ bi wan çekên modern ve hêrîş anî ser Şengal û bi giştî deverên Kurdistanê) Neteweyên Yekbûyî û welatên rojava berpirsyar in. Ji ber ku wan Kurdistan parçe kiriye û rê vekirine ev zilma Tirk, Ereb û Farsan li ser me berdewam bike. Ferqa DAÎŞ’ê û dagirkerên Kurdistanê çi ye ku îro gund û bajarên Kurdistanê li Başûr û Bakur hildiweşînin. Lê cîhan bêdeng e, rojava bêdeng e, rojhilat û bi giştî mirovahî bêdeng e, dê heta kengî li bendê bin ku tevkujiyeke dî ya bê nimûne wek DAÎŞ’ê li ser Kurdan bê rêvebirin? Ma kîmyabarana Helepçeyê, ne bes bû? Mîkroba DAÎŞ’ê, wijdana mirovahiya cîhanê nahejîne gelo?
3-Kurdistana Rojava: Ev parçeyê Kurdistanê ketiye ber desthilatdariya Erebên Sûriyeyê. Bajarên wek Qamişlo, Amûdê, Dirbesiyê, Kobanê, Hesekê û Efrînê bi xwe ve digire. Hin ji van bajaran nîvek ber bakur, nîvek jî ber bi rojava ketine. Yanî em dikarin bibêjîn ji wan welatan ewên Kurdistan perçe kirine bêwijdantir her ew bi xwe ne. Çawa dibe ku du bajarên ji heman civakê û xwînê, perçe bikin. Jixwe ev zilma welatên rojava (peymana Lozanê) daye destpêkirin û radestî hovên Ereb û Tirk hat kirin. Wan jî bi mayînan dubendiyek û dîwarekî zilmê ku ji teqemeniyê pêk hatibû, li hemberî gelê Kurd ê bakur û başûrê rojava saz kirin. Yanî civak kirin du perçe, xeta "trênê" kirin sînor. Li gor xeta trênê civak wek serxet û binxetê hat binavkirin. Di dîrokê de, jî navenda desthilata Mîtaniyan bû rojavayê Kurdistanê. Hem ji layanê dîrokî ve hem jî civakî û komelgerî ve, navendeke sereke ya Kurdewariyê ye. Ji Helebê bigire heta Qamişlo, şûn û warên desthilatên Kurd ên berî û piştî zayînê mirov dibîne. Heta serdema Îslamê jî navenda desthilatdarên Kurd bûye. Gelek zanyar û nivîskar dibêjin, Welatên rojava bi merema heyfhilanîna ji Selahedînê Eyûbî, Kurdistan kirin çar perçe. Bi taybetî dewleta Kurdan a Eyûbiyan, di heman deverê de bi piştgiriya civaka Kurd, hatibû sazkirin. Rola Civaka rojava ji bo Selahedîn Eyûbî, ber bi çav e û tê zanîn. Bi taybetî hêrîşên xaçperestan li Kurdistana rojava ji layanê Selahedîn Eyûbî ve hatibûn têkbirin.
Kurdistana rojava, di rewşeke taybet de, ket bin destê beşeke din a desthilata Ereban. Wan hema Kurd wek mirov jî qebûl nekirin. Wek mêvan, li gorî wan dê rojek bê Kurd dê li ser xaka xwe ya rojavayê Kurdistanê nemînin û dê Ereb bên bicihkirin. Ji ber vê yekê bê nasname, bê perwerde hatin hiştin. Eskerî bi Kurdan didan kirin, paşê nasnameya wan ji wan distendin. Ereb li ser xak û malên Kurdan bi cih kirin. Erdê Kurdan li ser nasnameyên Ereban tapo kirin. Bênasnameyî, xwelîserî ye. Ev yek tê çi maneyê, tu nikarî tiştekî li ser navê xwe binivîsî, tu nikarî, di daîreyeke dewketê de kar bikî, tu nikarî, zarokên xwe bişînî dibistanan, ji ber çi? Kurdo te nasname nîn e…Yanî Kurdo cihê te li vir nîn e, ev der welatê Ereban e û tu nikarî li ser vê xakê bijî. Encamên vê zihniyeta faşîzan jî, hilweşîn û ji navê çûne. Yanî zilm, xedarî di vê cîhanê de, bo tu kesî wek başî venegeriye. Piraniya vê xedariyê, di sala 1974’an de pêk hat ku wek “Kembera Erebî” li rojavayê Kurdistanê ji layanê desthilata Baasiyan ve durist kiribûn. Kembera Erebî tê çi maneyê, dê Kurd ji ser gund û warên xwe bên derxistin, malên wan ji wan bên stendin û ereb li ser gund û bajarên Kurdan bên bicihkirin. Yanî projeyeke Ereban, a jinavbirina gelê Kurd a ji bo rojavayê Kurdistanê bû. Di heman demê de, şêniyên ereban li kembera erebî hatin zêdekirin, gundên Kurdan hatin jêstendin, xan, mal û xaka Kurdan li ser navê ereban hatin tapokirin. Şêwazê vê kembera dagirkirin û zilmê, li hemû perçeyên Kurdistanê mirov dikare bibîne.
Yanî zilm, xedarî di vê cîhanê de, bo tu desthilatdarî û bo tu kesî, başî venegeriye. Çawa dibe Kurd jî, vê zilma desthilatên “Baasiyên Sûriyeyê”, ji bîr bikin. Encama zilmê, berxwedan e. Encama berxwedanê jî, azadî ye. Lê Azadî jî, bê berdêl û qurbanî, bi dest nakeve. Bingeha serbestî û azadiya “Kurdistan-II” jî, di sala 2013’an de, hat destpêkirin. Rêveberiyeke xweser hat sazkirin ku ji sê Kantonan pêk dihat. Wek Kantona Cizîrê, Kantona Kobanê û Efrînê, hat birêxistinkirin. Pêwîst e her Kurdekî/e dilsoz xizmeta Kurdistan-II (Rojava) bike. Ji ber ku civaka “Kurdistan-II”, malovaniya hemû perçeyên din ên Kurdistanê, şoreş, şoreşger û rewşenbîrên welatparêz kiriye. Bingeha welatperwerî, gelek qahîm e û nimûneya dilsoziya hemû perçeyên Kurdistanê ye.
Her çend rojavayê Kurdistanê ev çend sal e (2013-2015) rastî hêrîşên hov û dirindeyên DAÎŞ’ê (ku îslamiyên dirinde ne) bê jî, berxwedana rojavayê Kurdistanê, di rûpelên dîrokê de wek naskirin, dergehekî nû vekir. Kurdistana rojava wek a Başûr, dîsa ratî hêrîşên dagirkeran hat. Dagirkerekî ku çi prensibên mirovahiyê, li gel nîne. Hest û têgihîştineke serdema cahêletiya îslamê ye ku bi ser welatê me Kurdistanê de hatiye. Felsefeya van dirindeyên DAÎŞê, xeyaleke axretî ya sexsuelî û di cîhanê de praktîzekirina tecawiza ser jinê, firotina jin û zarokên Kurdan, talankirina can û malên sivîlan, texrîbkirina şûn û warên dîrokî yên şahristaniyê ye. Di van dirindeyan de, sîmayeke şirîn, hesteke paqij, bizaveke wek a zindeyan mirov nabîne. Di cîhanê de, pîstirîn beşer, kirêttirîn sîma, qirêjtirîn bizav û kiryarên derveyî mirovahiyê mirov di endamên DAÎŞ’ê de, dibîne. Di sedsala modern a Gerdunî de, kirêttirîn beşer in hatine ser rûyê erdê. Em dikarin bibejin, Moxolên dirinde felsefeya xwe ya dagirkeriyê, ji vê rêxistina hov wergirtibûn. Bi taybetî ev şebekeya hov û dirindeyan ku ji hemû deverên cîhanê kom bûne, bi harîkariya dagirkerên Kurdıstanê hat destekkirin. Bi taybetî hatin û çûna van hov û dirindeyen DAÎŞ’ê, li ser xaka Tirkiyeyê Bajarê Stembolê re dihat kirin. Di hemû hatin û çûnên van dirindeyan de, hesankarî bo wan dursit kir. Perwerde kir û çek û teqemenî jî, radest kir. Armanca vê komara faşîst a ew bû ku çi hebûnek bo gelê Kurd, li çi deveran saz nebe. Navê Kurd û Kurdistan, nebe hebûnek û îradeyek nemîne. Hejmara Welatiyên Cîran di nava vê rêxistina hov û dirinde de ne, bi hezaran bû. Hizir bikin, çend sîmayên kirêt û dirinde, ku kes nizane ji kû hatine ji xerabiyê pê ve tiştekî hizir nakin, zarok û jinan difiroşin, serê mirovan jê dikin, mirovan bi saxî behniyan de davêjin, deverên pîroz dipeqînin, çi kiryarek xerab li ser rûyê erdê heye, bi destê van hovan tê kirin, Dewletên dagirkerên Kurdistanê yarmetiya van hovan kir. Ji ber şerma navnetewî ku vê hovîtiya xwe veşêre, dibêje min penaber li ser xaka xwe hewandine. Lê bila her kes bizane, ew ne xaka wan e, ew xaka Kurd û Kurdistanê ye. Ew qas dijminê gelê Kurd e, bi kîn û kerbe, hovên DAÎŞê ji Kurdan baştir dibîne û destek dike. Yanî rola handana ser Kurdan û pêşdebirina hovên DAÎŞ’ê de, Dagirkerên Kurdistanê rola sereke hebû. Bi taybetî hêrîşa terorîstên DAÎŞ’ê yên ser Kantona Kobanê, ji layanê wan ve hatibû handan.
Bi taybetî gelê Kurd, vê hovîtiya DAÎŞ’ê û sazumankarên wê ji bîr nake û heta Kurdek hebe dê berxwedana şeref û rûmetê li her deverê li hemberî faşîzmê berdewam bike. Di encamê de, Başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê û hemû Kurd dê bi ser bikevin. Bi taybetî di serkeftina Kobanê de, rola pêşmergeyê Kurdistanê, hewldanên Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî li gel hêzên hevpeyman cihê şanaziyê ye ku, neteweya Kurd qehremaniyek di dîrokê de tomar kir. Êdî her dagirkerekî Kurdistanê ku di Kobanê re bibore dê serşûr be.
Nimûneya vê rastiyê jî, berexwedana Kantona Kobanê ye ku li dijî vê rêxistina terorîstî, hov û dirinde, hat kirin. Berxwedana Kobanê û hevkariya Pêşmergeyê Kurdistanê bû cîhan, cîhan jî bû dengê Kurd û Kurdistanê. Hêvîdar in rojavayê Kurdistanê, bibe mala her Kurdekî/e welatparêz, niştimanperwer hevrengiya hemû rêxistinên siyasî û sivîl ên mirovahiya pêşverû. Hêvîdarîn li Roajava jî ji têgihiştina partiazani derkeve û bibe milkê hemû gelê Kurdistanê.
4-Kurdistana Rojhilat: Rojhilatê Kurdistanê navenda desthilata Kurdî ya Medyayê bûye. Dîrok û şûn û warên Kurdistanê bi piranî yên beriya zayînê dikevin vê deverê. Li Hemedan, Kirmanşah, Sine, Urmiye û Merîwan, Xoyê, Îlam, Loristan, Xorasan û hwd. Gelek şûn û war û berhemên dîrokî yên Kurdî hene. Bi taybetî Hemedan paytexta Împaratoriya Medyayê bû ku tevahiya Kurdistanê xistibû bin kontrola xwe. Dewleta Kurdî ya herî mezin û rêkxistî bû.
Li rojhilatê Kurdistanê, rewş gelek cuda ye. Fars xwediyê dîrokeke kevn, tecrûbeya dewletê ya hezaran salan e. Bi taybetî li Îranê gelek caran Kurd jî bûne desthilatdar û dewlet bi rê ve birine. Bajarên rojhilatê Kurdistanê li gorî rûpelên dîrokê Urmiyê, Sine, Kirmanşah, Îlam û Loristan in. Her wiha hin bajarên Kurdistana xistine nav eyaletên cur be cur ku encameke xerabkarî rûbide. Ev siyaseta dewleta Îranê demeke dirêj e berdewam dike. Cografyaya xwe jî, li gorî siyaseta xwe ya kevneperest dabeş kiriye. Siyaseta xwe ya asîmîlasyon û xerabkariyê bi kar tîne û heta dereceyekê jî, serkeftin bi dest xistiye. Yanî Fars, “xwedêgiravî” ji malbateke ango birababekî Kurdan e. Lê beşek ji civaka Kurdan ber bi nîrê koledariyê ketiye. Sîstemeke paşverû, nîjadperest û kevn saz kirine ku ev bi sedan salan e, zilmê li Kurdan û gelên din ên Îranê dikin. Cografyaya Kurdan têk birine. Di bin navê me “Eyaleta Kurdistanê” heye, destûrê nadin ku Kurdek li deverên din û bajarên din ên ser xaka xwe, wek Kurd bijîn. Gelek deverên Kurdistana rojhilat, ji nirxên xwe yên netewî hatine dûrxistin û bûne Fars. Nîjadperestiya Farsan, di ser her tiştî re ye. Di bin navê Îslamê ya mezhebê Şîetiyê de, siyasetê dikin û ku kesek wek wan hizir neke û demokrasiyê bixweze, darda dikin. Dardakirina wan jî, (ku berdewam e 2014) ji rêbazên mirovahiyê dûr, zîhniyeta wê şêwazê xwe digihîne beriya 500-600 salan ku dadgehên engîzîsyonê yên Ewropayê, li hemberî welatiyên xwe, bi kar dianî. Ew silingên di bajarên Îranê de, tên rêzkirin û mirov pêve tên (piraniya wan Kurd in) daliqandin, dê bibe rûreşiyeke mezin di paşeroja vî welatî de. Dê zarokên Farsan, ji vê desthilatdariya xwe fedî bikin. Lê ev zilm bi taybetî li hemberî Kurdan tê kirin. Di zîndanan de, li ser sînorên bê mane û bi darvekirinan, Kurdan ji holê radikin. Çiqas ew vê zilmê dikin, ew qas jî ji nirxên mirovahiyê dûr dikevin. Kuştina Kurdan li Rojhilat, hêsantirîn kar e bo desthilatdariya Farsan. Vê hêsankariyê jî, rojane li Kurdistanê pêk tînin. Jixwe Kurdistan bi bajarekî ve sînor kiriye. Ew jî bajarê Sine ye. Deverên din di nav tehrîbkirina Farsan de ne. Ji Mahabad û Urmiyê bigire heta diçe Kirmanşah, Îlam, Loristan û deverên Xorasanê di nav xera kirin û helweşandina madî, giyanî û manewî de ye. Lê Kurdistan li wî perçeyî jî, bûye BIVÊ. Destpêkê dagirkeriyê disoje…
[1]- Ksenophon / Anabasîs - Vegera Deh Hezaran r. 110...123
[2]-Ksenophon (Anabasıs) – Onbînlerîn Dönüşü – r. 68
[3]-Ksenophon (Anabasis) – Onbinlerîn Dönüşü – r. 108-109
[4]- Shahname C. 6 r. 61,71, 72
[5]- Thomas Artsrunî, history of the house of the artsrunik robert w. Thomas, wergêr detroît, r. 81 - 1985
[6]- Şerefname / Dîroka Netewa Kurd C. I/I r. 45-46-47-47
[7]- Seyaheta Welatê Persan r. 75-76-77
[8] -Pertûka Destî ya Modern a Bêkemasî, ji layanê G. Hassel ve di sala 1821’an de li Veimerê hatiye weşandine. C. 13