Roja Reş: Xiyaneta 16ê Cotmehê û dagirkirina Kerkukê…
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
İbrahim Güçlü

Roja Reş: Xiyaneta 16ê Cotmehê û dagirkirina Kerkukê…

İbrahim GUÇLU

Neteweya kurd, di dîroka xwe ya nêzik ya 80 salî de, bi sê xiyanetan re rû be rû bû.

Di van her sisê xıyanetan de du dewletên Kürdistanê hatin rûxandin û pêşîya avakirina dewletekê jî hat girtin. 

 Xiyaneta mezin ya yekemin, di sala 1946an de Dewleta Mahabadê ya encama xiyaneteke mezin hat rûxandin. Serokatîya Dewletê û Serokkomar Qadı Mihemed hatin derve kirin.

Di sala 1975an de, Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneteke mezin hat rûxandin

Li Kurdistanê Xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an,  mezintirîn xiyanet e.

Wek tê zanîn, di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin rojevê.

 Rojek, di 25ê îlona 2017an de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistanîyan roja şayîyê bû. Refêrandûma serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin. Di encama refêrandûmê de Kurdistaniyan bi dengekî bilindbiryara Dewleta Serxwebixwe Kurdistanê “erê” kir.

 Rojek jî, di 16ê Cotmehê 2018an de hat rojevê, ev roja jî,roja reş û tarî bû. Roja xiyanetê ye.

                                           *****

Meha îlonê, ji bona kurdan, hem meheke pîroz û him jî meha êşê ye.

 Di meha îlonê de, li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî û girîng hatin holê.

 Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de,  Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengîya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama ve şoreşa milî ya pîroz, Kurdistanîyan li Kurdistanê di çarçoveya otonomiyê de bûn desthilatdar.  

Piştî rûxandina Otonomiya Kurdistanê (1975), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê ya Yekemîn û Duyemîn di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehîn anîn rojevê. Kürdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgirîya Kurdistanê, di 2005an de dewleta Iarqê bu federal û Kurdistan bû federe.

 Hezar mixabin, ereb ji nîjadperestî û netweperestîya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistanîyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

 Referandum serxwebûna Kurdistanê, di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê bi awayekî siyasî û demokratik û aştîxwazî ​​Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistanîyan, ji %93 dengan, biryara dewletavakirinê dan.

 Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şahîyê. Lewra ji bona dewleta Kurdistanê  pêvajoyeke nû dest pê kir.

                                              *****

 Berîya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re ecizîya xwe diyar kirin. Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî ve desthilatdariya Kurdistanê dev ji serxebûna berdin.

 Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ve daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kürdistanîyan jî rûyê wan spî kir, piştgirîya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî diyar kirin.

Ev encama ji bona dewlet avakirinê Dewletê bû referanseke girîng.  Loma jî dewletên kolonyalist ji  pêşeroja xwe tirsîyan. Ji bona pêşîya dewleta Kurdistanê bigrin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan gerîyan û amade kirin.

 Ev amadekarîya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKKê û Goran û hêzên navneteweyî Îngiltereyê û Emerîkayê ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê bên dagirkirin.

 Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîn bi şer pêşîya ve dagirkeriyê bigrin; dest û lingên wan hatin girêdan.

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû roja reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkûkê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn dibe. Kürdistanî, di nav şînê de ne. Heta ku Kerkûk ji dagirkeriyê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

                                 *****

Hezar mixabin, piştî ku Kerkük hat dagirkirin, xiyanetkar nehatin darizandin û ceza kirin. Ve yekê Kurdistanî zêdetir brîndar kirin. Ev brîndarîya her ku çû kûr bû û xwîn bû. Ewêşa hîn dom dike.

Di hilbijartina Irak Federal de (10.10.2021), encamên derketin holê, piçek dilê kurdistanîyan hênik kir û êşa wan piçek be jî kêm kir.

Ez gelek bi rehetî dikarim bibêjim ku rihê serxwebûnê û refêrandûmê, di hilbijartinê de qezenç kir. Kurdistanê û Kurdistanîyan qezenç kir. PDKê li Kurdistanê û cîwarên Kurdistanî bu partîya yekem.

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî biawayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkûkê, li Sileymanîyê, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê, bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê, PKK'ya zûlumkar, biyanî, terörist, dagırker e. Lewra PKK û Haşdî Şabi li Şengalê kotekek mezin xwarin. Li wir jî nikarîn parlamenteran derxin. PKK, “min Şengal rizgar kiriye”yi PKK'ya mezinayı delip geçti. Ev rastîya dihat zanîn. Lê Kürdistanîyan û gelê me yên Êzîdî bi dengên derxist holê ku PKKê derewîn e. Ji PKKê benim için “te li” dedi. Loma jî min deng neda te. Tu rêxistineke biyanî, dagirker, terorîstî, tu zarokên me direvînî, tu pêşmergeyên me dikûjî, tu ji gundîyên me xerac digrî, divê tu ji Şengalê derkevî”.

Ji Hikûmeta Federal û Kurdistanê re jî have ku “berîya vê salekê we peyman çêkir ku hûn Haşdî Şabî û PKKê ji Şengalê derxin. Biz nikarî derxin, lê me bi dengên xwe ew rezîlû ruswa kirin. Hiçbir şey yapılmadı.

YNK û Goran ji xeta neteweyî dûr ketin, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê vatinîyên xwe pek neanîn, bi Îranê re bûn heval, bûn sedem ku Kerkûk dagir bibe, li dijî destwerdana PKKê û Haşdî Şabî toplantıetin, ji rewşa Şengalê re çav ê n xwe girtin, di dagîrkirina Kerkûkê de xwedîyê roleke girîng bun, dixwazin ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetînin, wenda kirin.

Goranê qet parlamenter dernexist. Piştî encama xirab, berpirsiyarên Goranê dest ji kar berdan.

                                            *****

Kürdistanîyan li hemberî xiyanetkaran wezîfaya xwe di hilbijartinê de pêk anîn. Naha dor ya Hikûmeta Kurdistanê ye. Divê ew wezîfeya xwe pêk bînin. Ji iyi ki xiyanetkarên Kerkûkê pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin. Darizandina derfetmek istiyor. Çok iyi bir ceza bibin xebat bikin.

Xiyanetkarên Kerkûkê di van rojên dawî de jî xiyaneta xwle pêşxistin. Walîyê (parêzgehê) nûha li Kerkukê heye û dijminê kurdan e. ji bona wek parêzgeh bimîne peymanname îmze kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved