Gertrude Margaret Lowthian Bell (1868-1926)
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Gertrude Margaret Lowthian Bell (1868-1926)

Jina ku Sinûrê Kurdistanê, dabeşkirî

Nivîs û Vekolîn: Dennis Dargul

Gertrude Bell, di 14 Tîrmeh 1868 de li Bajarê Durham ya Brîtanya ji dayîk dibe. Ji malbatek aristokrat û xwenedanên mezin yên Brîtanya ye. Navê Babê wê Thomas Hugh Bell e ku yêk ji navdarên Qesr û xana malmezinên devera Durham e.

Gertrude hêşta di 3 saliya xwe de dayîka wê dimire. Babê Gertrude piştî demek kurt bi nivîskar û senaristek nêzî xanedana xwe ya bi nave Florence Oliffe re dizewice. Gerdrude di bin destê dayika nû û babek ku xwedan qedir û rêz bû mezin dibe. Hêşta zarokatiya xwe eleqeya wê jibo Şûnwar û jeolojiyê durist dibe. Gerdrode xwendina xwe ya seretayi û navincî li Londonê temam dike. Paşê bi tevî harikariya Babê xwe diçe Zankoya Oxford ê beşa Dîrokê dixwîne. Di xwendina xwe ya zankoyê de her sal wek xwendekara herî jîr tê hilbijartin. Di encamê de wek xwendekara herî jîr û zîrek tê hilbijartin û xwendina xwe ya Beşê Dîrokê temam dike. Di Zankoya Oxford ê de, yêkem jin bû ku wek xwendekara keç hat hilbijartin.          

Gertrude Bell, piştî xwendina xwe ya Zankoyê jibo Geryanân û serdanên deverên dirokî biryar dide. Li ser pêşniyaza Babê xwe destpêkê gelek welatên Ewropa û paşê jî serdana welatên Anatolya, Kurdistan, Mezopotamya û Îranê dide. Jibo ku vekolina xwe li Kurdistana û deverên din yên bin desthilata Osmaniyan azadane bidomîne, bi Siltanê Osmaniyan 2-Ebdulhemîd re hevdîtinê çêdike. Siltan Ebdulhemîd fêm dike ku Gerdrude Ajana İngilizane. Lê dîsa jî Siltan destûr dide û harikarî dike daku xebata xwe berdewam bike. Xanim Gerdrûde ji bajarê Wan, Cizîrê Hekarê destpêdike hemû bajarên Bakurê Kurdistanê digere û agahiyan kom dike û dişîne Ingiltere. Li Bakurê Kurdistanê piraniya xebata wê li bajarên Dîrokî, kele, şûnwarên giring bûye. Paşê vedigere welatê xwe û xebata xwe nivîsên xwe di rojname û kovarên Ewropa de belav dike.

Di sala 1897 û 1903ê de, bi tevî komek çîyavanan û geştîyaran 2 caran tora cîhanê digêrin. Li Cîyayê Alpê 48 demjimêran bi şerîtê ve asê dibe û daliqandî dimîne. Paşê tê rizgarkirin. Di sala 1899 ê serdana Qudsê dike û dibe heyranê Ereban û jîyana wan kultura wan û ayina wan bala Gerdrude yê dikêşe.

Di Sahrayên Ereban de dest bi geştiyariyê dike. Bajar bi bajar digere gund bi gund digere û nivîsan û raporan dinivîse. Nivîsên wê piranî li ser jîyana sosyolojî, ayinî, dîrokî û şûnwarî bûne. Di nav Ereban de dibe Bisilman û li gorî Ereban jiyana xwe bi rêxistin dike. Ereban navê Gerdrude yê kirin “Keça Çolê”. Paşê derbazî Iraq û Başurê Kurdistanê dibe. Li Iraqê bajar bajar digere bisilman, mesihî, cuhî û taybet civaka kurdan baş dinase û vekolinê ser jîyana wan dike. Li Deverên Dîrokî vekolinan û lêpirsiyan dike. Li Bajarê Babilon û Musilê demek dirêj xebata Arkolojîk dike. Civaka Başurê Kurdistan û Iraqê nave wê kirin “Melikeya Bêtac ya Iraq ê”.

Zimanê Ji bilî zimanê dayîka xwe Zimanê Erebî, Kurdi Tirkî, Farsi û Almanî baş dizane. Her civaka diçe mane, xwe digûncîne.  

Xanim Gerdrude Bell di sala 1907 bi tevî hevalê xwe yê Arkolog William Ramsay derbazî bakurê Kurdistanê bûn û ji wir jî vegeryan Ingiltere. Di sala 1909ê hat serdana Kurdistanê. Li Bajarê Dîlokê navçeya Karkamiş ku ser sinûrê Bakûr û Rojava ye, dest bi lêkolînan kir. Paşê Riha, Merdîn, Şirnex, Wan û heta Hekariyê û navçeyên wê, vekolîn û lêgerinên xwe berdewam kir. Cilên Kurdî yên Jinan xwe dikir, û wek kesayetek ji civakê tevdigeriya.

Gerdrube Bell, paşê ji Bakûr derbazî Bajarên Devera Behdînan bû û Xebata xwe ya vekolînê li bajarê antîk Babilo berdewam kirin.

Paşê bi şêwazeke vekirî dest bi propagandeya desthilata Ingilîzan dike û li gel şêx, serok eşir û civakên deverê re, jibo Ingilizan xebatê dike. Xanim Gerdrude, edî jinek Bisilmane, cil û bergên bisilmanan xwe dike, li gel desthilatên herêmê û welatên nû yên rojhilata navîn hevdîtinan çêdike. Taybet serok eşirên Ereb li dijî Desthilaya Osmaniyan rêxistin dike. Ji Filistinê Bigre heta Misir, Erebistana Siûdî û nav û dengê Gerdrude belav dibe.

Gertrude Bell, edî amade ye ku welatên bi desthilata Osmaniyan de ye baş binase, baş fêm bike û bikare baş perçe bike. Di sala 1919ê li Frense Konferansa Aştiya Parisê hat rêxistin kirin. Gerdrude Bell wek Endamê Konferansê hat vexwendin. Di vê Konferansê de jibo ku sinûrên Başûr û Bakurê Kurdistanê (Iraq û Tirkiye) were destnişan kirin, hat erkdar kirin. Di Konferansa Aştiyê ya Parisê de, hemû pirsên Sinûrên Kurdistanê ji vê xanimê dihatin pirsîn û wek çavkaniya sereke, bi xwe didîtin. Di Konferansa Lozanê de, li ser rapora wê Şanda Ingiltere xebata perçekirina civaka Kurdistan û dabeşkirina Kurdistanê ji xwe re bingeh girt.

Sixura Ingilizan Gerdrude, hemû temenê xwe bi sixurîyê ve bir, Lê di vê xebatê de, hemû serkirdeyên rojhilata navîn di serî de Siltanên Osmaniyan, dizanîn. Lê ti kesî pêşiya wê nebirî û li Konferansa Lozanê Welatê me Kurdistan kirin 4 perçe.

Bi Çavê Xanim Gerdrûde Bell Kurd û Kurdistan:

Xanim Gerdrude evîndara Ereban bû (di bîraninên xwe de behs dike) Jiber ku Dezgirtiyê wê Ereb bû. Di Şerekî de dimire. Xwedi kerb û kînek mezin bû.   

Li Kurdistanê, li gorî pêzanin û agahiyên ereban dabûn wê, pêşhikûm nêzî Kurdan dibû.

Kurd civakek Bisilmanin û ji serdema Selahaddin Eyubî û heta niha, li dijî reftarên dagirkerane yên Ewropiyan in.

Heyfa Hêrişên Xaşperestan  yên serdema Selahaddîn Eyubî de, xwest rabike.

Li gorî têgihiştina Gertrude Bell  çi qas Kurd werin perçekirin ew ji vê yekê têrne bû. Hetta hin gundên Kurdan, taxên Kurdan wisa perçekirin her birayek li perçeyek din ma. Rubar, çem, kanî û zeviyên civaka kurd xetek sinûrî wisa xiste nav de, ti caran aramî li ser xaka Kurdistanê durst nebe. Dema mirov diçe ser sinûrên Bakur û Başûr rastî vê zulmê tê ku Jina bi nave Gerdrude tu caran ez wek Kurdek wê efû nakim.

Xanim Gerdrude, piştî ku erkê wê yên Rojhilata navîn û perçekirina Kurdistanê temam bû di sala 1925ê vedigere welatê xwe Ingiltere. Paşê disa vedigere Bexda. Erkê xwe berdewam dike. Li Bexda ji aliyê Melik Feysel ve tê pêşwazîkirin. Xan û mal didinê û qedrê wê digrin.

Li Bexda nexweş dikeve û di sala 12 Tirmeh 1926 dimire. Li gorî hin çavkaniyan jî jiber ku zêde tabletên xewê xwaribû mir. Li Goristana Bab Al Sharji ya Ingilizan de tê veşartin. Di rê û resmên Cenaze de, çi qas diplomatên Ewropa, serkirdeyên hikumi hebûn beşdar bûn. Kral Faysal jî di balkona xwe de, temaşe kir.

Di sala 2015ê Derhêner û Senarist Werner Herzog filmek bi nave “Siltana Çolê” durst kir. Rolê Gerdrude Bell – Nicole Kidman leyist.

Gertrude Margaret Lowthian Bell (14 Temmuz 1868 – 12 Temmuz 1926) ji Malbatek Navdar ya Qesra Durham ê ye erkê wê heta mirî jî Sixûr û Geştiyarî bû.

26 İlon 2023

Dennis Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved