BasNews – Salane nêzîkî 3 milyon ton şîş li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, ku pêwîstiya navxweyî jî nêzîkî 500 hezar ton e, lewma ji sedî 75 ji wê berhemê, bo ji naverast û başûrê Iraqê tê hinardekirinê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi mebesta giringîpêdana bi berhemên navxwe, baca 30 dolar daniye ser her tonek şîş ku tê hawirdekirin.
Li meydana firotana şîş li Hewlêrê, şîşên navxwe û yên ji derve tên hawirdekirin, tên firotin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê baca 30 dolar daniye ser her tinek şîşê ya ku ji derve tê kirîn. Şîşên hawirdekirî bi 610 dolar e, lê nirxê şîşên navxweyî jî nêzîkî 675 dolar e. Bazirganekî şîş jî dibêje: “Kalîteya şîşên navxwe gelekî ji şîşên hawirdekirî baştir e.”
Bazirganê şîş Bekir Qadir ji K24ê re ragihand: “Eger ne ji nirxê wî yê giran bûya, piraniya welatiyan şîşên navxweyî dikirin, ji ber ku kalîteya wan baştir e.”
Kompanyaya Şîş a Hewlêrê ku yek ji mezintirîn kargehên şîş e li Herêma Kurdistanê, şîşên 8 mm û heta 32 mm bi hesinên xwecihî berhem tîne û zêdetirî hezar derfetên kar rasterast û nerasterast ji welatiyan re peyda kiriye. Her sal şiyana berhemanîna wê 700 hezar ton heye. Xwediyê kargehê jî dibêje, piştî ku bac li ser şîşên ji derve tên hatiye danîn, firotina kargehê zêde bûye.
Xwediyê kargeha şîş li Hewlêrê Şiwan Geliyawa ji K24ê re ragihand: “Di dema borî de, ji ber hawirdekirina şîş ji derve, em rastî pirsgirêkan hatin. Piştî ku me nîgeranî û nerazîbûna xwe gihande aliyên peywendîdar, bac li ser şîşên hawirdekirî hatin zêdekirin. Piştî cîbicîkirina vê biryarê jî, berhemanîna navxweyî zêde bû.”