Kompanya DNO, li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Kompanya DNO, li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike

BasNews – Kompanya DNO ya Norwêcî aşkere kir, careke din dest bi hilberîna petrolê li bîra Tawkiye ya li Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya DNO ku îro hatiye belavkirin, petrola ku ew berhem tîne, ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ye û bi buhayên kêmtir tê firotin.

DNO ya Norwêcî da zanîn, beşek ji hilberîna wê ji bîr a Tawkiye ye û ji meha borî dest pê kiriye bi bihayên kêmtir ji bo kompanyayên navxweyî tê firotin.

Herwaha ragehand, ew rojane 40 hezar bermîlên petrolê ji bîr a Tawkiye berhem tîne û beşek ji wê bi rêya tankeran difroşe kompanyayên navxweyî.

Rêvebirê DNO Bîjen Rehmanî got, her çend ti hêviyek dubare destpêkirina hinardekirina petrolê bi boriyan nemaye, ew petrolê bi tankeran veguhezînin.

Kompanyaya petrolê ya DNO ya Norwêcî piştî 4 mehan ji rawestanê, dîsa dest bi hilberandina li bîr a petrolê ya Tawkiye kir û niha rojane 40 hezar bermîl petrol berhem tîne.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved