BasNews – Kompanyaya Dana Gas a Îmarat encamên hilberîna neftê yên nîvê yekem ê sala 2023an eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Dana Gas, berhemanîna li Herêma Kurdistanê ji sedî 6 zêde bûye û bûye 36 hezar û 400 bermîlên petrolê.
Di daxuyaniyê de hatiye, tevî zêdebûna berhemanînê, lê dahata wê kêm bûye ku dahata wê 222 mîlyon dolar bûye, sedema wê yekê jî ji ber daketina nirxê neftê ya cîhanî ye.
Serokê Cibicîkar ê kompanyayê Patrick Allman-Ward got: “Ji bo rûbirûbûna vê kêmbûna nirxê enerjiyê, kompaniyê giranî daye ser zêdekirina berhemanînê, kêmkirina lêçûnên karkirinê û wergirtina deynên paşdemayî ji hikûmetên Misir û Herêma Kurdistana Iraqê.”
Dana Gas ragihand, zêdekirina berhemanîna xwe li Herêma Kurdistanê û kêmkirina lêçûnên karkirinê bi rêjeya ji sedî 15, bandoreke erênî li ser kêmkirina bandora kêmbûna nirxê petrolê kiriye.