Yêkitiya Nivîskarên Kurd - Duhok
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Yêkitiya Nivîskarên Kurd - Duhok

Dennis Dargul

1=Yekitiya Nivîskarên Kurd:

Di cîhanê de, her civakek di encama pêşketina şoreşên netewî de, hîmên xwe yên pêşketina hizrî û ramanî çêdike. Her civakekê di encama tekoşerîyek demdirêj ya azadiyê de, mirovên zana, welatparêz û pêşketî derdixe holê. Li her devera cîhanê rewşengeran di serdemên rizgarîyên netewî de, rolên gelek mezin lîstine. Taybet, di di rizgarîya welatên rojava de, rola rewşenbîran gelek mezine. Civaka têgihiştî, goherîn û vegohêrîn mezin yên mirovahî, ji aliyê heman rewşengeran ve hatiye pêşdexistin. Bi hezaran mirovên rewşenbîr, ji ber rastîyan û hizrên pêşketî hatine kuştin ango dardakirin. Civaka me Kurdan jî, tekoşeriya netewî, ji sedsala 18 an û heta niha dimeşine. Bi hezaran mirovên zana, têhigiştî, rewşenbîr û hozan ji bo rizgarîya gelê xwe xebat kirine û ji ber bîr û çûnên xwe jîyana xwe ji destdane. 

Taybet bingeha rewşengeriya Kurd qasi gelên din ku niha rojava dewletên wan hene, kenvare ye. Di cîhanê de, destana Ehmedê Xanê Mem û Zîn,  yek ji wan berhemane ku yekem pirsgereka netewa kurd di salên 1685 an de, pê anîye ziman.

Rewşengerên Kurd jî, bi sedan salane ji bo azadîya xwe tedikoşe, kul û azaran dikşîne.

Taybet, gelê Kurd di sedsala18-19 an de, bê navber bi pêşengiya zana, pîr, mîr, beg, şêx û şoreşgerên xwe de, ji bo azadîya xwe şer kirine.

Li Başurê Kurdistan jî, di encama tekoşeriya netewî de, zindebûn û bawerîyek xiste nav rewşenger û zanayên Kurdistan ê. Taybet şoreşa İlonê, rewşenbîr xistin nav liv û tevgêrê ku xwe birêxistin bikin, sendîka, komele û sazîyên çand û hûnerî avabikin. Yek ji van mînakan Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan ê ye ku beriya 36 salan li Duhok ê hatiye avakirin. 

Di sala 1969 an de, komek rewşenbîrên wek Sadîq Bahaddîn, Emînê Osman, Bedirxan Sindî, Segvan Ebdulhekîm, serkeşîya Yekitîya Edîbên Kurd dikirin. Van rewşenbîran di dawîya sala 1969 an de ji bo damezirandina Yekitîya Nivîskarên Kurd, ser li wezareta Navxûyî ya Hukumeta Iraqê da. Hûkûmeta Iraqê jî, 10 Şıwata sala 1970 an de, daxwaza Yekitîya Nivîskarên Kurd qebûl kir.

Van rewşenbîran jî, di 23 Xezirana sala 1970 an de yekem Kongreya xwe ya damezirandina saziya Yekitîya Nivîskarên Kurd li hola El-Xuld ya Bexda pêk anî.

Hozanvanê Kurd Hejar Mukrîyanî di kongreyê de wek yekem Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurd hat hilbijartin. 

Di heman Kongreyê de biryar hat dayîn ku li bajarên Kurdistan wek Silêmanî, Kerkuk, Duhok û Hewlêrê jî şaxên yekitîyê werin damezirandin.

Bi vî awayî:

Li  02. 10. 1970 an de Silêmanîyê

Li  05. 08. 1971 an de Hewlêr

Li  12. 08. 1971 an de Duhok

Li  30. 08. 1971 an de Kerkûk ê Bi madekirina Konferansan Komeleyên Yekitîya Nivîskarên Kurd ê hat dameziran din.

2=YEKİTÎYA NİVÎSKARÊN KURD-ŞAXÊ DUHOK Ê

Taybet xebata rewşenbîri ji bo bajarê Duhok ê dibe destpêkek nû ku di nav civakê de hest û bîrên welatperweriyê, çand û hûnerîyê pêşbixe. Bingeha xebata komelgerî ya dezgehên medenî, bi damezirandina komeleya Yekitiya Nivîskarên Kurd ve, tê destpê kirin. Şaxê Komeleya Yekitîya Nivîskarên Kurd ya Duhok ê, di sala 1971 an di hola Kawa de, bi konferansekê hat damezirandin. Di Konferansê de, Parêzgerê Bajar, endamên sereke yên Yekîtiya Nivîskarên Kurd Emînê Osman, Dr. Fuat Osman û Nûnerên Partî Demokratî Kurdistan, endamên dezgehên medenî, hûkûmû û hejmarek mezin ya ronakbîran jî amade bûn. 

Di konferansê de, ronakgerîya Kurd, tarîxa edîbên kurd û rewşa civaka Kurdistanê hat nîqaş kirin.

Her wiha komeleyek ku evruke jî wek dikana Corrc Talcho têzanîn û li beramberî kolana Nuhedraye, Yekitîya Nivîseran lê bicîh dibe û karê xwe dimeşîne.

Hozanvanê Kurd Şêx Memduhê Birîfkanî wek Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurd yê şaxê Duhok ê hat hilbijartin. Bi tevî Alîkarê Serok Mehemed Hewêz, Xelîl Dostkî, Eladdin Seid Akreyî, Mele Abdulkerim Kirorî, Reşit Findî, Mihemed Tahir Guherzi wek endamên rêveber yên sazîya yekitîya nivîskaran hatin hilbijartin. (eger li ser şaşê bi nivîs derbaz be baştire)

Xebata vê rêvebiriyê heta sala 1973 an berdewam kir. Meha Kanûna sala 1974 an de, Kongre Nivîskaran ya duyem li bajarê Bexda hat lidarxistin.  Pey vê Kongreya Giştî şaxê Duhokê jî, konferansa xwe lidarxist.

Di konferansê de, rewşa xebata rêxistinî ya sazîyê hat niqaş kirin û hin biryarên xebata çalakîyên rewşengerîyê hat lidarxisin û rêvebirîyek nû hat hilbijartin. Di konferansê de Reşît Findî wek serokê sazîyê, Ehmed Abdullah Zero cîgir û Wartkês Moses, M. Emîn Salîh wek rêveberên sazîyê hatin hilbijartin.

Piranî Endamên Yekitîya Nivîskaran, ji ber zordestîya rejîma dagirker ya behsîyên, nedikarîn xebateke tekuz û baş birêvebibin. Endamên yekitîyê dihatin girtin, wendakirin û xebata wan dihat asteng kirin. Rejîma Zordest ya Ereban, li hemberî hişyarîya Gelê Kurd, zanabuna civakê xwedîderketîna nirxên netewî, edî tehemul nedikir. Zordestîya xwe her roja ku derbaz dibû zêdetir dikir. Di şerê Adara sala 1974 ê de, edî zordestîya dagirkerîyê giha asteya herî bilind ku xebata Yekitîya Nivîskaran neyê meşandin. Piranî endamên Yekitîya Nivîskarên Kurdistan, çûn nav refên şoreşê...

Piştî Peymana Cezayîrê, di sala 1975 an de, Yekitîya Nivîskarên Kurdistan, neçar ma ku dest ji karê xwe berde. Di heman pêvajoyê de, rolê rewşengerîya Kurd di nav refên şoreşê de berdewam kir. Radyona “Ezge” berhemeke ku jialiyê yekitîya Nivîskarên Kurdistanê ve dihat birêvebirin.

Saziya Nivîskarên Kurdistan, di sala 1978 an de, ji nû ve xwe birêxistin dike û dest bi karê xwe yê rewşengeriyê dike. 

  • Qonaxa piştî salên 1970-74 weke destpêka xebatê û tecrûbeya karê rewşengerîyê tê qebulkirin.
  • Qûnaxa sala 1975-1991 wek qonaxa herî gelek zor û zehmet û pir biberxwedan, bi navbike...

Yekitîya Nivîskaran Şaxê Duhokê   di vê pêvajoyê de jî xebata xwe nerawestand dı nav zor u zehmetıyen gelek mezın de meşa xwe dewam kırın. bi dehan pirtûk, kovar, nivîsên Kurdî û serpêhatîyên gelê me, roman, senaryoyên şanoy, bi pênûs bidin. Deng û rengê gelê Kurdistan, berhemên Şoreşa İlonê û Gulanê û hişyariya perçeyên din  yên Kurdistan ê wek berhemên nivîsê radestî gelê Kurd bikin. Ev serdeme jibo rewşengerên Herêma Behdînan serdema herî pir biçalak û bizave. Mirov dikare wek Serdema Ronîbûnê jî binav bike.

Di navbera salên 1978 heta 88 an de, li Kurdistanê şer ji nû ve dijwar dibe. Şoreşa Kurd, li çiyayên Kurdistan ê, xwe ji nû ve birêxistin dike dike. Ev yek hêvî, hêz û quwetek bû ku nivîskar, rewşenger xwedî diroka xwe derkevin. Di nav sîstema dîkdatorîyê de be jî, stranên şoreşa Kurd bê tirs bên gotin û helbestên azadiyê li ber çavên behsîyên dagirker bên qêran. Peşmergetiya herî piroz jî, ev bû ku li ber çavên behsîyên nîjadperest, daxweza mafên gelê Kurdistanê dikirin. Peşmergetiya veşartî û eşkere, duruşmeya veşartî, bilin û bê tirs...

Di vê pêvajoyê de, tevkujîyên herî hovane li ser civaka Kurd tê meşandin. Di navbera salên 83 heta 88 de, biryara dîkdatoriya Bexdayê bû ku, çi hebûnek bi navê Kurd û Kurdistan hebe, nehêle. Tevkujiya 8 hezar Barzaniyan, Enfal, Helepçe û bi hezaran komkujiyên bê nasname...Dirok dihatin xerakirin, hebûna kurd û Kurdistan di nav rupelên dirokê dihate rakirin...

Yên herî gelek vê demê fêm dikin û kul û azar kişandine, Endamên Yekitîya Nivîseranin. Ji ber ku her tişt li ber çavên wan dihat kirin:

3=PÊVAJOYA PİŞTÎ SALA 1991 an heta 2000 an

Yekitîya Nivîskarên Kurdistan piştî serhildana sala 1991 an, kete pêvajoyek nû. Gelê Kurd li başurê Kurdistan ê ji her alî ve kete pêvajoya rizgarîyê. Helbijartin hatin çêkirin û gelê Kurd nûnerên xwe şandin parlamenê û Hûkûmet hat sazkirin. Di pêvajoya hilbijartin, sazkirina hûkûmetê de, Yekitîya Nivîskaran rolek gelek mezin lîstin. Taybet rola Yekitîya Nivîskarên Kurdistan ber bi çave ku hêz û destekek mezin vê pêvajoya xwe birêxistinkirinê.

Du meh piştî serhildana sala 1991 an, yekitîya Nivîskarên Kurd Komek rewşenbîran bi navê ‘Lijneya Berwext ya Rewşenbîrî û Çandî ya Kurdistanê’ avakirin. Di vê desteya rewşenbîran de Ebdurrehman Mizurî, Selman Kovilî, Seid Dêreşî, Dr. Fazil Omer, Şukrû Şehbaz, Hizirvan Abdullah û Hîvî Berwarî cîh girti bûn. Van rewşenbîrên mijara gotinê, ji bo pêvajoya Kongreyekê amadekarî dest bi amadekariyan kir.

Di 10. 07. 1991 an de kombunek mezin li Duhok ê ku bi dehan rewşenbîr, edîp û hûnermendên Kurd tê de, cîh bigrin hat lidarxistin. Di vê kombûnê de, rêveberiyek nû hat hilbijartin.

Di vê rêvebirîyê de, Ebdurrehman Mizurî, Ebdulkerîm Findî, Enwer Mehemed Tahir, Remezan İsa, M. Emîn Mehemed Salîh, hatin hilbijartin. Piştî kombûna nivîskaran ya pey serhildanê, Amadekariyên kongreyek mezin ya nivîskaran hat kirin.

Kongra Nivîskaran, di rojên 15-17.10.1991 an li Bajarok ê Şeqlawe hat lidarxistin.

Li gorî biryarên di Kongreya Nivîskaran de hati bûn girtin, Şaxê Duhokê jî, di bin çavderîya serokê Yekitîya Nivîseran Dr İzeddin Mistefa Resul û Alikarê wî Felekeddin Kakeyî, di 14. 11. 1991 ê konferansa xwe lidarxist. Di encama hilbijartinê de Hesen Sılêvanî, Dr. Fazil Omer, Mihsin Qoçan, Remezan İsa, Xidire Silêman, Ebdulkerîm Findî, M. Emîn Mehemed Salih, Enwer M. Tahir û Seid Dêreşî wek desteya rêveberên Saziya Nivîskaran  tayê Duhokê hatin hilbijartin.

     1991  17 Çalakî

1992   29 Çalakî

1993   33            

1994      5

1995    10

1996    41

1997    30

1998    28

1999    25

2000    18

2001    27

Bi tevahî yani di navbera salên 1991 heta 2001 an de 263 çalakî û bizav ji alîyê yekitîya nivîserên Kurd ve hatine organîze kirin.

  • Mirov dikare vê Qonaxê ya di navbera sala 1991-heta 2001ê de wek qonaxa ronîbûnê.
  • Qonaxa 2001 û heta niha jî, wek destpêka Qonaxa Zêrîn binav bike.

  Di pêvajoya piştî serhildanê heta niha de, bi alîkarîya Hûkûmeta Herêma Kurdistan û endamên yekitîyê, gelek semîner, festîvalên çîrok û helbestan, kombûn û çalakîyên cur be cûr hatine gêran. Sê festîvalên mezin yên edîbên Kurd wek ya Ehmedê Xanî, Ehmedê Nalbend û Festîvala Melayê Cizîrî hat lidarxistin. Ev festîvalene bi tevlêbûna, bi sedan rewşenbîr, rojnamevan, hûnermend û zanyarên kurd yên Kurdistan û derveyî welat, bi serkeftî derbaz bûn.     

1- Festîvala Ehmedê Xanî di rojên 20-22. 06. 1995 an de hat lidarxistin. Destana Ehmed ê Xanê Mem û Zîn, di festîvalê de hat nîqaş kirin. Ji alîyê felsefî, neteweyî, zanistî, civakî û ayînî ve li ser hat sekinîn û bû mijara nîqaşan û dan û stendin li ser hatin kirin. Rewşenbîran lêkolînên xwe yên di derbarê mijara gotinê de, di konferansê de pêşkêşkirin.

2- Vestîvala Şaîrê Kurd Ehmed Nalbend di roja 06.12.1998 an de hat lidarxistin. Ev festîval bi hevkarîya rêveberîya rewşenbîri bi çapkirina pênc bergên dîwana Şaîrê Kurd Nalbend, hat lidarxistin. Di Festîvalê de piranî mamosteyên Zankoyan, endamên yekitîya nivîskarên Kurd beşdarî lêkirin. Di festîvalê de çend vekolînên felsefî û civakî hatin pêşkêş kirin. Her wiha gotobêjek mezin di derbarê xebata şaîrê Kurd Nalbend de hat kirin.

Rewşenbîr ku di dîrokê de her tim xwe kirine pireyek aştîyê,  Yekitîya Nivîserên Kurd jî di pêvajoya piştî serhildanê gelek civîn û kombûn ji bo aştîya nav xwe birêxistin kirine.

Yekitîya Nivîskarên Kurdistan şaxê Duhokê, di 09 04 1999 an de, bi tevlêbûna piranîyên endamên yêkitîyê konferansa xwe lidarxistin. Di heman konferansê de jî Dr. Fazil Omer wek Serok Hesen Silêvanî alîkar û Nacî Taha Berwarî, Muhemed Abdullah, Dr. Arif Hîto, Muhsin Qoçan û Segvan Yusıf wek endamên desteya rêveber hatin hilbijartin.

Di vê konferansê de biryara heri giring ew bû ku festivalekê jibo hozana Melayê Cizîrî çêbikin.

3- Vestîvala Melayê Cizîrî jî, 18-20. 09. 2000 ê hat çêkirin. Di festîvalê de ji bilî endamên yekitîya Nivîskarên Kurdistan û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistan, Wezareta Rewşenbîrî ya Hûkûmeta Herêma Kurdistan û serokê Herê ma Kurdistan rêzdar Mesur Barzanî jî amade bû. Di vestîvalê de çend vekolînên di derbarê dîwanên Melayê Cizîri de, ku hati bûn kirin hatin pêşkêş kirini.

Serokê Kurdistan Rêzdar Barzanî di axaftina xwe de wiha dîyar kir: "Çi miletekê şaîrên wek Meleyê Cizîri, Ehmedê Xanê hebe, wê her tim serbilind û serferaz bin di nava hemû miletan de.."

Kanferansa 2001 e ya Yekitîya Nivîserên Kurdistan tayê Duhokê, 26.04. 2001 an de hat amade kirin. Di heman konferansê de, Hesen Silêvanî wek serok, Nacî taha Berwarî, Remezan İsa, Dr. Fazil Omer, Muhemmed Edbillah, Mihsin Qoçan, Dr. Arif Hîto wek desteya rêveber hatin hilbijartin.

Serokê Yekitîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê, diyar dike ku çi rojên wan bê çalakî derbaz nabin.

Di navbera salên 1991 heta 2003 an de, bi dehan gotarên edebî, vekolîn, nivîsên rexneyî, babetên hunerî, weşandine. Her wiha Yekiyîya Nivîserên Kurdistanê, bi dehan pirtûk, roman, çîrok, pexşan, bi sedan nivîsên di derbarê hozanên Kurd de, babetên zimanê Kurdî, şano, folklorîk uhd hatine nivîsandîn û weşandin.

DEMA NÛ (2000-2006)   

Kovara Yekitîya Nivîskarên Kurdistan ê ku bi dehan hejmara xwe gihandîye xandekarên xwe Kovara Peyv e. Kovara Peyv bi zimanê Kurdî herfê Letînî û Erebî derdikeve.

Yekitîya Nivîserên Kurdistan, di pêvajoya piştî 2001 heta 2005 an, hejmarek mezin çalakî û bizav rêxistin kirine. Yek ji van bizavan di bin Duruşmeya ‘Peyva Kurdî Sinuran Dibezine’ Festîvala Duhok ya Rewşenbirîyê bû ku di sala 2005 an li Bajarê Duhok hat organîze kirin.

Vê Festîvalê bi kombuna rewşenbîrên Kurd yên Kurdistan û derveyî welat, Sinûrên dagirkerîyê bezandi bû. Ji ber ku ji her Çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat rewşenbîr amede bûn. Rewşa ronakgerîya Kurdistan ê bi awayeke azad nîqaş kirin.

Di vê Kimbunê de jî Serokê Herêma Kurdistan Rêzdar Mesud Barzanî beşdarî lê kir û ‘peyva kurdî sinuran dibezîne’ nirxand.  

  1. Barzanî: "Welatê me bêyî ku ji miletê me bipirsin di nav çar dewletan hat dabeşkirin. Em di wê bawerîyê de ne, her perçeyek Kurdistanê li gorî şert û mercên navê de ye, bi rêbazên demokratîk û aştîyane ve bête çareser kirin. Em çi erebekê, turkekê û farsekê ji xwe mezintir nabînîn, xwe jî ji wan mezintir nabînîn, ew li hemberî me bi rêz û hûrmet bin em jî dê birêz hûrmet bîn. Me çi car hişt bibe şerê du netewan, wek şerê kurd û ereb ango kurd û tırk, kurd û fars. Pêwîste em kurd ji îro pêve jî li ser vê sîyasetê birêvebiçîn".

Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê, bi xelatdayînê bidawî bû.

Yekitîya Nivîseran tayê Duhokê, ku van du salên dawî de, çalakîyên xwe zêde kirine, tesîrek mezin li rewşenbîrên perçeyên din yên Kurdistanê û derveyî welat jî kirine.

Di heman demê de jî, Yekitîya Nivîskarên Kurdistan tayê Duhokê, xebata xwe ji her demê pêtir bi alîkarîya endam û hûkûmeta herê ma Kurdistan pêş dixe. Plan û projeyên mezin hene ku ronakgeriya Kurdistan pêşbixin.

Dennis Dargul

Arşiv:

Yekitiya Nivîserên Kurd – Duhok

Kurdistan TV

Zagros TV

Pirtukxana Bedirxaniyan ya Bajarê Duhokê

Zankoya Duhok

Radyona Duhok

(Têbînî: Ev xebata vekolinê ji destpêka avakirina Yekitîya Nivîserên Kurd tayê Duhok ê, heta sala 2007ê hetiye encamdan)

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved