Dîplomat û Pisporê Mafên Mirovan ê Amerîkî David L. Phillips: Divê Amerîka Herêma Kurdistanê weke pêkhateyeke konfederal nas bike
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Dîplomat û Pisporê Mafên Mirovan ê Amerîkî David L. Phillips: Divê Amerîka Herêma Kurdistanê weke pêkhateyeke konfederal nas bike

Hevpeyvîn: Ruken Hatun Turhallı

BasNews - Hebûna rejîmên otokratîk li Rojhilata Navîn gelên herêmê bê nefes hişt û rastiyek çêkir ku tundiyê di asta gerdûnî de hinarde dike. Di vê xeleka şîdetê de kêmneteweyên etnîkî û olî ber bi sînorê hebûn û tinebûnê ve hatine kişandin. Kurdên ku nirxên rojhilatî û rojavayî di asta jiyanî de dikin yek, li çar parçeyan hatine dabeşkirin û li dijî rejîmên otokratîk ên heyî têne çewisandin. Lê belê nêzîkatiya analîtîk a li pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn, bi nêzîkatiya analîtîk a li rastiya kaotîk a Rojhilata Navîn re wekhev e.

Em bi Dîrektorê Bernameya Aşitî û Mafên Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Zanîngeha Columbiayê, nivîskarê pirtûka "Bihara Kurdî: Nexşeya Nû ya Rojhilata Navîn", pisporê Rojhilata Navîn û Balkanan David L. Phillips re derbarê pirsa urd li Rojhilata Navîn û çareseriyeke muhtemel axivîn.

Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim; Cenabê te çawa û kengê Kurdan nas kir û bi pirsa Kurd’re ku bi dehan sale ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye paşguhkirin, çewa hat agahdar kirin?

Di sala 1998’de dema ku ez Serokê Weqfa Kongre ya Mafên Mirova bûm li ofîsa Capitoll Hill’de Dr. Najmaldin Karim serdana min kir. Wî, weneyên Kurdên ku li xezeba Helebçeyê di dema Enfalê de bi gaza xerdel û sarîn hatin kuştin nîşanî min da. Fêrbûna vê hovîtiyê ji 30 salan zêdetire ku ez li ser pirsgirêka Kurda mijulim. Ez bi Dr. Kerîm’ve ji aliyê Celal Talebanî ji bo kongreya YNKê di Sibata 1992ê de hatim dehwet kirin. Di dema Şerê Kendavê'de ez heyrana berxwedan û dilsoziya Kurdan bûm ku alîkarê Amerîka bûm. Dema ku ji Silêmanî di ser Tirkiyeyê re diçûm balafirgeha Amedê, taksiya min bi deh caran hat sekinandin. Taktîkên ewlekarî yên giran ji min re wisa diyar kirin ku pirsa Kurd li Tirkiyê pirseke ku Amerîka û civaka navneteweyî çareser bikin.

Bi gor cenabê te wek danişgayî yê avakirina aşitiyê û karên derve, gelo Kurd di dîrokê de wek neteweyên din yên Rojhilata Navîn: Balkan û deverên din yên cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û piştre çima serbixwe nebûn?

Fikrên cûdahê navbera Kurda her tim daxwazên wan yê netewî pûç kiriye. Wek mînak, jihevnebûna yekem li Versaillesê di dema hêzên mezin ku Împaratoriya Osmanî parçe kirin û piştî Şerê Cîhanê Yekem’de dewletên nû ava kirin bû. Ji wê demê de reqîbên Kurd ji bo têkbirina armanca "Kurdistaneke normal" ketine nava nakokiyan. Serekên Kurda wisa bawer dikirin ku ewê wek “Kurdên baş” bên xelat kirin. Bes, civata navneteweyî şûna ku Kurda wek hevkarên ewlekarî binere bipejirîne û ku Kurd û Amerîkî nirxên hevparin û bi piştgirîya hevbeş ji bo demokrasî û dijberîya tundrewîya tundrewve girêdayî ne, civaka navdewletî Kurda ji xwe re wergirtin

Bi gor zanîn û ezmûna cenabê te, gelo siyaseta giştî ya Amerîka derbarê tevahiya Kurdistanê de heye? An jî siyaseta Amerîka derbarê çar parçeyên Kurdistanê cûda ye?

Siyaseta Amerîka’yê li hember Kurdistanê tune ye. Têkilî li şûna ku ji hêla prensîbê ve têne rêve kirin danûstendinê ne.

Cenabê te di pirtûka xwe ya bi navê “Bihara Kurdî: Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn” de pêşbîniya guhertineke gengaza nexşeya Rojhilata Navîn dikin. Guhertineke wisa di sînorên welatên heyî de pêkane?

Dema ku pirtûk çend sal berê hat çapkirin, xuya bû ku nexşeyek nû ji bo Rojhilata Navîn gengaz bû. Bes zêdebûna DAIŞ’ê, dînamîk guhert û hevkariya ewlekarî ya li ser pêşketina demokratîk li herêmên Kurd’de dubare kir. Diyare ku ji tundrewiya îslamî xelas kirin bi şer nayê bidest xistin.  Ji bo armancên bihêzkirina saziyên xwerêveberiya demokratîk û bidestxistina stratejî yên wan yê Rojhilata Navîn, pêşxistina yekitiya Kurdan ji bo Amerîka rêyên herî baştire.

Tirkiye wek endamekî NATOyê li Rojavayê Kurdistanê çekên welatên NATOyê bikar tîne. Di encama bomberdûmana dewleta Tirk de gelek sivîl di nav de zarok jî jiyana xwe ji dest dan. Bi gor fikrên cenabê te gelo çima welatên endamê NATO’yê dema ku zarok jî tên kuştin bêdengin?

Ev sûcên şerin divê ku ji berpirsên Tirk ji hesab bê pirsîn. Amerîka, Tirkiye ji bernameya F35 ya dizî derxist û daxwaza Enqerê ya nûjenkirina F-16ên Amerîka’yê red kir.Ji bo berterefkirina êrişên Tirkiyê tedbîrên bihêztir lazim in. Rêvebiriya Biden bi xeletî digihêje wê encamê ku ew dikare bi alîkariya Tirkiyê êrişên Rûsyayê li Ukraynayê têk bibe. Bawer kirina vê, karekî ehmeqî ye ku bi hevkarîkirina otokrasiyê wek Tirkiyê’re bikare têkçûnê bi otokrasiyeke din bidest bixe – Rûsya’ya Pûtîn.

Kurd li dijî DAIŞ’ê bi Amerîka û hevpeymananre hevkarî kirin û di warê leşkerî de ew têk birin. Di têkbirina DAIŞ’ê û metirsiya li ser civaka cîhanê de Kurdan di weynek bilind de ciyê xwe girtin. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê di warê leşkerî de piştgirî da Kurda û ev berdewame. Bes piştgiriya siyasî ya koalîsyonê ji Kurdan’re bi qasî piştgiriya leşkerî nine. Li gorî we nebûna piştgiriya siyasî ji Kurdan’re ji aliyê hevpeymaniyê ve wan li hember hêzên radîkal û otokratîkên Rojhilata Navîn bêhêz dike? Çima ev ne xema Amerîka û hevalbendên wê ye?

Kurd li Sûriyê hevalbendên domdarên şerê Amerîka li dijî DAIŞ’ê ne. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de, nêzîkî 11 hezar şervanên Kurdên Sûriyê hatin kuştin û 24 hezar jî birîndar bûn. Li şûna ku Kurdan pîvanan ji bo beşdarbûna xwe di hevpeymaniya cîhanî ya têkbirina DAIŞ’ê de diyar bikin, bawer dikirin ku ewê ji bo alîkariyê werin xelat kirin. Diviyabû PYD ji bo beşdarbûna şervanên Kurd şert û merc ava bikira. Sîstemeke federal, demokratîk li Sûriyê ku hêz li herêman belav bibe, tekane rêye ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê Sûriyê û ji bo ku Kurd berjewendiyên xwe biparêzin.

Di referanduma Kurdistanê ya sala 2017an de ji sedî 92ê dengan li gel serxwebûna Kurdistanê bû. Cenabê te ev pêvajo di nêzve şopand. Bi dîtina cenabê te çima Hikûmeta Amerîkayê piştgirî neda referanduma serxwebûna Kurdistanê? Herwiha, tevî piştevaniya Hikûmeta Îraqê ji aliyê Amerîka û hêzên din yên Awropa, rewşa siyasî ya Îraqê di warê aramiyê de baştir nebûye. Amerîka ji bo Îraqê çareseriya siyasî yek çewa pêşbînî dike?

Kurd bi zagona 2005’an ji bo xewna xwe ya serxwebûnê li komareke federal û demokratîk li Îraqê razî bûn. Referandûma sala 2017’an îfadeya rewa ya daxwazên Kurdan xwerêvebirinê bû. Bes, ew demek nebaş bûn. Waşîngtonê dixwest Kurd giraniyê bidin ser têkbirina DAIŞ'ê û nîgeran bû ku referandum bala Îraqiyan ji xizmetkirina weke hevkarekî ewlekarî yê bi bandor dûr bixe. Îraq ji berê de bûbû wekîlê Îranê, ku ev yek jî di meha paş de bûyerên Kerkûkê de jî nîşan dide. Waşîngtonê siyaseta alîkariya ewlehiyê "ji aliyê û bi rêya" Bexdayê meşand. Karbidestên Amerîkî nizanibûn ku Hikûmeta Îraqê ji Washingtonê bêtir dilsozê Tehranê ye.

Bi gor lêkolînên cenabê te li ser siyaseta înkarkirina Kurdan ji aliyê welatên ku Kurda tepeser dikin, berovajî bikin an jî bi dawî bikin çi difikirin? Yanî bi gor cenabê te pirsa Kurd li Rojhilata Navîn çawa dikare çareser bibe?

Îraq dewleteke têkçûyî ye ku dijî Amerîka ye û bi kûrahî dijminê berjewendiyên Awropî ye. Divê Amerîka pêngavek ber bi fermî naskirina Kurdistana Îraqê wek dewletek serbixwe û serwer piştgirîya konfederalîzmê bike. Bi naskirinê re, divê Amerîka ji bo konfederalîzma Kurdistana Îraqê, bi navendîbûnê û parvekirina hêzê ya herî zêde di warên rêveberî, aborî û çandî de bêtir piştgirî bide beşên Kurdistanê.

Bi gor pisporiya cenabê te di warê aşitiyê de, hûn dikarin çi rê pêşniyarê serkirdayetiya yekgirtî yên Kurda li çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora bikin?

Divê Kurd bi heyetên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava’yê Kurdistanê "Konferansa Pêşeroja Kurdistanê" sazbikin û li ser prensîbên têkiliyên xwe yên bi hikûmetên navendî yên welatên ku lê dijîn û rêbazên pratîkî yên hevkariya di navbera Kurdan de xurt bikin ku li hev bikin. Demokrasî û aboriya bazara azad ji bo hemû Kurda du stûnên aştî û pêşketinêne. Divê Amerîka bi kiryar û gotinên xwe vê nêrîna ku dibêje “Ji çiya pêve tu dostên Kurdan nine” red bike. Li Rojhilata Navîn, xeynî Îsraîl,ji Kurdan çêtir dostê Amerîka nine.

Jineke ciwana Kurd bi agirê berxwedanê li Îranê vêxist. Gelo Hikûmeta Amerîkî siyaseteke xwe yê berçav heye ku piştgiriya mafên kêmneteweyan li Îranê bike û ji berjewendiya wan di rûxandina rejîmê de derkeve?

Ez bi wêrekî ya Kurdên Îranê pir serbilindim ku jin û nûnerên din yên civaka sivîlên dijî milîsên Besîc û melayên otokratîkên welat kontrol dikin. Rêvebiriya Biden hîn jî red dike ku bi serokên partiyên Kurdre Kuranîre hevdîtinê bike. Ew ditirse ku piştgirîya xuyayî ji bo Kurdan, dê hewildanên vegerandina JCPOA û bêçekkirina Îranê têk bibe. Divê karbidestên Amerîkî zanibin ku bi rejîma Îranê re ti rêkevtina navokî ne mumkine. Ji dêvla hêvî bike ku Tehran reftarên xwe biguhere, divê Amerîka bala xwe bide ser guhertina rejîmê, ev bi rêya karkirina ligel Kurdên Îranê û kêmîneyên din ji bo ku rêberatiya nû bîne û Tehranê zextê bike ku avakirina komarek federal, demokratîk û ne-mezhebî be.

David L. Phillips

Rêvebir, Bernameya Avakirina Aşitî û Mafên

Enstîtuya Lêkolîna Mafên Mirovan

Zanîngeha Columbia

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved