Keyhan Mihemedînijad
Di nav folklora netewa Kurd de beşa herî girîng a wê, “wêjeya devkî” ye. Emê vir hin çiqên sereke yên wêjeya devkî bi awayê lêkolînî ji we re behs bikin.
Çiqa herî sereke ya wêjeya devkî “çîrokên folklorî” ye. Beşek din a sereke ji folklora Kurdî çîrok e. Bi behskirin û vegotina bûyerekê bi awayê devkî jê re çîrok tê gotin. Di nav çîrokan de bûyerên rast, xeyal, şer û pevçûn, evîndarî û ustûreyî tê baskirin û ev bi awayek heyecanî têne vegotin.
Di vê beşê de min digel du lêkoler û pisporên folklora Kurdî yên bi navên “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê û lêkorê folklora Kurdî û herwisa “Zeynelabidîn Zinar”, lêkolerê folklora Kurdî hevpeyvîn pêk aniye û min hewl daye hem bixwe hin zaniyariyan bidime we û paşê jî li ser wan zaniyariyan pirsiyarê ji lêkoleran bikim ku hûn zêde mifahê jê verbirgirin. Min ev pirsane ji wan lêkoleran kiriye: Dîroka çîrokên Kurdî vedigere li ser çi serdemekê?
Çend cure çîrokên folklorî yên Kurdî hene? Pile û bilindiya çîrokên folklorî yên Kurdî digel yên netewên din çawa tê helsengandin kirin? Di nav netewa Kurd de afirînerên çîrokên folklorî ji kîjan tex û qatê bûne? Çîrokên folklorî li ser netewesazî çend bandora wê heye? Çîrokên folklorî yên Kurdî wek wêjeya devkî li ser wêjeya niviskî çiqas bi bandor bûne? Netewa Kurd çiqas kariye mifahê ji çîrokên folklorî bo sînema û festîvalê vergire? Dagîrkerên Kurdistanê çend çîrokên folklorî yên Kurdî dizîne û kirine yên xwe? Di niha de rewşa nivîskar û xwandekariya çîrokan di nav netewa Kurd de çawa ye?
Çîrok guhdarên xwe dibe nav xeyalan û carnan wan dibe nav çiyayan, û carnan wan dibe hef tebeqeyên esman û carnan jî wan dibe li cem qehrimanê rizgarîbûna wan. Di demên berê de ev çîrokane hemû bi awayên devkî hatine gotin.
Her neteweyekî çîrokên taybet bixwe hene û çîrokên wan behsa serbihoriya jiyana wan dikin. Netewa Kurd jî yek ji wan netewan e ku di warê çîrokên folklorî de gelek dewlemend e. Çîrokên folklorî yên netewa Kurd pêleyeke bilind hene.
Di rastî de çîrokê dîrokek dûr û dirêj heye û dema ku mirov li her cihekê de akincî bibe, serpêhatiyên wan jî bûne bi çîrok û ew çîrokane jî sing bi sing hatine veguhastin. Min li ser vê mijarê ji lêkoleran pirsî, dîroka çîrokên Kurdî vedigere li ser çi serdemekê?
Di bersivê de “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” wiha bersiv da: “Lêkoler tên di nav çîrokan de lêkolînê dikin û di nav her deqan de û bi taybet deqên kevn de, dîrokê peyda dikin, ev jî bi çî? Meselen em bên cugrafiyaya çîrokên folklorî yan hikayetên folklorî bibînin. Ew çîrokên ku li işkevtan in, ew çîrokên ku di bin dinyayê de ne, ew çîrokên ku li ser esman in, yanî pehliwanê wan diçine ser esman, ew çîrokane gelek kevn in. Bo mînak me çîrokek heye gelek bi nav û bang û sade ye, ew jî ya “Meroke û Biznoke” ye ku di Kurdî de bi gelek şêweyan hatiye gotin, ev jî wiha ye; Meroke dibêje Biznoke were em xaniyekê çê bikin, lê pez naçe çimkî hêriya wî zêde ye û sirê nabe ku dirazê wekî lihêfê ye, lê Bizin tûka wê kêm e û ger li cihekê rûnê yan razê, dar û kevr û çi hebe givaşê bo cesteyê wê tîne. Meseleyek heye di nav Kurdan de dibêjin Bizin bo şevekê cihê xwe xweş dike, îcar ev daxwazkariya Bizinê ji Pez bo vê ku xaniyê ava bike, bo kenkê vedigere? Bo serdema derkevtina mirov ji işkevtê û bo cara yekê ku gund ava kirine û xanî çê kirine, bo vê serdemê vedigere. Em dikarin bi vê mînaka ku hatî gotin wiha bêjin, dîroka çîrokên folklorî bo serdema hatina der a mirovan ji işkevtê vedigere.”
“Zeynelabidîn Zinar” jî li derheq dîroka çîrokên folklorî wiha dibêje: “Dîroka çîrokên folklora Kurdî pir kevn e. meriv ji sedî sed nikare bêje ku kenkê çîrokên folklora Kurdî hatine destpêkirin, lê li gor hin guman û naveroka hin çîrokan, çîroka folklora Kurdî berî hatina pêxemberan hatiye destpêkirin. Bi Ezdatiyê hatiye destpêkirin. Dema pêxember û tiştek li holê tinebûne û Kurd fikirîne û gotine hêzeka nihênî û meinawî heye û wê kaînatê bi rê ve dibe, jê re gotine Ezda. Yanî evê ku ez afirandime yanî ev jî Xweda ye. Îcar ew Ezda di nava demê de ji Kurdan re bû bi olek meinewî ku ji dewama wê olê re em dibêjin Êzidî û Êzidayetî. Çîrokên folklorî jî, ji vê demê ve hatiye destpêkirin. Ya duyem jî, hin çîrokên Kurdî li ser Adem pêxember û diya me Hevayê hatine gotin. Adem pêxember destpêka hatina pêxemberan e û li gor gotina zanayên olî, Adem pêxember di navbera 10 heta 11 hezar sal berî niha dest bi jiyanê kiriye. Yanî eger ew çîrokên folklor Kurdî jî ku naveroka wan li ser wan tiştan e, xuya dike ku çîrokên folklorî yên Kurdî berî 15 heza sal berî niha hatiye destpêkirin û heta vê gavê tê domandin.”
Di nav folklora Kurdî de dehan çîrokên cur bi cur hene û her yek ji wan behsa tiştekê dike. Tê zanîn hin ji wan çîrokan behsa jiyana rastîn dikin û hin xeyalî ne. Bi vî awayî di nav folklora Kurdî de ev çîrokane hene: Yên wek çîrokên rastîn, xeyalî, canjiber, dîrok, evîndarî, efsaneyî, civakî û ustûreyî.
Dahênerê çîrokên folklorî nediyar in û ew çîrok yên gel hatine nasîn. Ew çîrokên folklorî, me hîn dikin ku em mifahê ji ezmûn û derbasbûya pêşiyan verbigirin. Ew çîrokane reftar, dab û nerîta bav û bapîrên me nîşanê me didin.
Min li ser vê ku çend cur ji çîrokên Kurdî hene ev pirsiyare ji wan kir; Gelo çend cure ji çîrokên folklorî yên Kurdî hene?
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” di bersiva vê pirsa min de got: “Di nav çîrokên folklora Kurdî de me çendîn cureyên wan hene. Mixabin di nav hemû evên ku behsa beşên folklorê kirine, tenê efsane û hikayetên canjiberan hatine baskirin. Lê min lêkolîn kir û gelek çîrok peyda kirin, ew çîrokên ku şêwaza çîrokan hene. Bo mînak çîrokên asayî; çîrokên asayî ew çîrokane ne ku di jiyana mirov de bûyerek diqewime û ti fantaziyayek û regezek efsaneyî, xeyal û zanistê tê de nîne. Çîrokên hikayetî û “wirêne”yî hene ku jê re dibêjin xurefat. Pêkhateya hikayet û “wirêne” ji xeyal ve bo xeyal e, yanî ti pêwendiyek bi rastî ve nîne. Hikayeta canjiberan; Ev hikayetane di navbera canjiber û mirov û heta di navbera canjiber û mirov û sirûştê de heye wek av, dar û ba, ku ev pehliwanê wê ne û ji wan re tê gotin hikayeta canjiberan û di diniyayê de bi nav û bang in û bi Kurdî jî gelek hene. Efsane; Ev cure çîroke ji rastî ve bo xeyal e û berevajiyê xurefatê ye. Çîrokên xurefat ji xeyal bo xeyal e, lê efsane ji rastî ve bo xeyal e. Hemû esfaneyek rîşeyek rastî tê de heye, lewma ger bi hûrî lêkolîn li her deqeke efsanê bê kirin, em dikarin cihê cugrafiyaya wê peyda bikin û em dikarin heta zemanê wê jî peyda bikin heta ku hemû regezên efsaneyî jî tê de bin. Me gelek curên çîrokên efsaneyî hene. Piştî Efsane me hikayetek heye ku jê re “Kose” dibêjin. Hikayeta “Kose”; Ev hikayete pehliwanê wê Kose ye. “Kose” kesayetiyek gelek zîrek û bîr tîj e. Lê xwe ji ti tawanekê naparêze. Bo berjiwendiyên xwe jin, zarok û kalan dikuje, lê mêjiyek gelek baş heye ku zû dikeve kar, yanî zû xwe ji pirsgirêkan rizgar dike. Ev hikayeta “Kose”, pehliwanê wê Kose ye. Me hikayetek din heye ku pêra dibêjin hikayeta Heyas. “Heyas” mînaka mêjî û hikmet e, yanî “Heyas” pehliwanek e ku hertimî mêjiyê xwe dixe kar û hikimetê bikar tîne û bo berjiwendiyên mirov berevajiyê “Kose” ye û hertimî bi karxistina mêjiyê xwe, kesê hemberê xwe digihîjine bi qinaetê û lê dixe û ciwaniyekê li pey xwe bicih dihêle. Lewma di dawiya tev hikayetên “Heyas” de bo me hikmetek bicih hêlaye û her lewma em ji hikayetên navbirî re hînê hikmetê dibin. Bi vî awayî çendîn curên din jî hene ku wek çîrok têne gotin.”
“Zeynelabidîn Zinar” jî li ser pirsa çend cur ji çîrokên folkorî hen, bersiv da û got: “Me du cur ji çîrokên folkora Kurdî hene. Yek navê wê Çîrok e û ya din jî Çîrvanok e. Ya ku navê wê Çîrok e gelek şaxên cuda tê de hene. Di nav de çîrokên dîrokî, aborî û bazirganî, nîşandana rewşa civakê, eşq û evîn û şer û herba tê de hene. Îcar Çîrvanok çi ne? Çîrvanok jî bi tevahî fantazî û xeyalî ne. Yanî tiştên wisa ecêb in ku ji hêza mirovan derê ye, lê belê hatiye gotin û wêjeyek pir xweş û dewlemend jî di wan çîrokan de heye.”
Çîrokên folklora Kurdî behrek bê bingeh e. Çîrokên folklorî yên Kurdan tarîtiyê bo meriv dike bi ronahî. Ev çiraya çanda Kurdî ne. Çîrokên Kurdî di warê gotin û deqê de gelek bilind in û gelek nîvîseran bi helsengandin digel yên netewên din derxistine ku çîrokên Kurdî gelek caran ji yên wan dewlemendtir bûne. Gelek çîrokên folklorî yên netewa Kurd jî dişûbin bi yên netewên din jî, û bi qasî wan di warê gotin û deqê de dewlemend û pileyeke bilind hene; Lêkolerên Kurd dibêjin wan îlham û çavkaniya çîrokên xwe ji yên Kurdî vergirtine.
Ez li ser pirsên xwe berdewam bûm û min li derheq bilindahiya deqa çîrokên folkorî û helsengandina wan digel yên netewên din ji lêkoleran pirsî, gelo hûn pile û bilindahiya çîrokên folklorî yên Kurdî digel yên netewên din çawa helsengandin dikin?
“Zeynelabidîn Zinar” ê lêkoler û nivîser dibêje: “Dema ku ez behsa çîrokên folkora Kurdî dikim, min gelek çîrokên miletên din danîne berhev û rûqal kiriye. Ew dewlemedî û edebiyata ku di çîrokên folklora Kurdî de hene di nav ya miletên diniyayê de em bêjin tinine yan jî pir kêm e. Lê hin çîrokên folklora Kurdî û yên Yûnaniyan dişûbin bi hevûdu. Min gelek li ser wê lêkolîn kir ku çavkaniya çîrokên folklorî yên Yûnanî ji çîrokên folklora Kurdî hatiye vergirtin. Hin çîrokên folklora Yûnanî hene, em dibînin ku hema hema çîrokên folklora Kurdî ne. Îcar çima ez dibêjim çavkaniya wan ji ya Kurdî ye? Jiber ku destpêka jiyanê di navbera herdu çeman de hatiye destpêkirin ku miletê Arî li wê derê derkevtiye holê ku îro jî bermaya wan Kurd in û li wir jiyana xwe hêj jî didomînin û li Rojhilata Navîn û welatên Ewropayî jî belav bûne. Îcar gelek zanayên zimanzan dibêjin çavkaniya piraniya zimanê diniyayê û çanda wê ji kultûra Kurdî ye. Em dirênin birastî jî, ew 44 dewletên ku nijada wan Arî ye û zimanê wan Hindûewropî ye, em dirênin di nav zimanê wan û kultûra wan de gelek peyv, çîrok û meselokên Kurdî hene.”
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” jî li vê derheqê de wiha got: “Pêka bîr û bawer, asta pêşkevtin û jiyan û şaristaniyetî, folklor berhema civatgeh û netewa me ye, lewma folklor ev hindeyê bo me tê guncandin, kêmtir bo miletek din tê guncandin û folklora miletek din bo xwe digunce. Yanî her neteweyek di folklor û bi taybet çîrokê de taybetmendiyên xwe heye, ku taybetmendî heye helsengandina wan gelek hêsan nîne. Lê folklor û çîrokên me evqas li ser rastiya jiyanê hatine nivîsîn, evqas têkelê jiyanê ne û evqas di nav kûrahiya jiyanê de hatine derê ku mirov bi tevahî diçe nav kûrahiya wan de. Dema ku ez çîrokê dixwînim his dikim dema wê gelek kevn e, gelek kevn e lê bo niha digunce; eva asta dahêneriya hikayeta me nîşan dide ku divê em îtirafê bi vê yekê bikin ku hemû deqeq folklorê û hemû vehûnanek folklorî û ya hatî gotin dahênerî bûye. Dahênerek ku gelek di asteke bilind de bûye. Lewma deqeke folklorî, hikayet û çîrokek folkorî ku çendîn hezar sal berî niha hatiye gotin û îro rojê em dibêjin û ciwaniya wêjeyê û mifahê tê de dibînîn, eva çî ye? Eva girîngiya şiyana dahênerê wê ye ku bi astek bilind dahênan kiriye. Lewma çîrokên me di astek gelek bilind de ne û bi jiyana civakiya me re hatine girêdan û gelek digel zewqa takên me tê guncandin.”
Afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî ji hemû tex û qatekê bûne. Di nav vegotin û awayê vehûnandin û afirandina çîrokan de derdikeve ku ew çîrokane ji aliyê kîjan tex û qatê ve hatiye afirandin. Gelek caran kesek evîndar negihaye bi evîna xwe, hatiye çîrokek li ser evîna xwe û astengiyên pêşiya vê evîndariyê afirandiye. An jî zilm û sitema netewî yan jî bindestiya beg û axayan yan sedan mînakên bindestiyê wisa kiriye ku dahêner û afirînerê çîrokê bê û bi xeyal û heqîqet tevahiya jiyana bindestiyê bike bi çîrok û ji bo nifşa li pey xwe behs bike. Lewam ji paşayan ve bigire heta hejar û evîndar û şivan, dahêner û afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî bûne.
Min tekezî li ser vê pirsê jî kir ku “di nav netewa Kurd de afirînerê çîrokên folklorî ji kîjan tex û qatê bûne?” Lêkoleran wiha bersiv da.
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen”: “Ger mirov temaşayên hin hikayetan dike, dibîne ku di destpêkê de ew hikayet ji kurek keçel ve tê behskirin yan bi şivanek û gavanekê re tê destpêkirin û bi berdewamî çîrok wî gavanî dike bi paşa. Yanî eva wisa ji meriv dike ku em bêjin afirînerê wê çîrokê ji qata xwarê ye û belkî jî ev be, lê ti merc nîne ku hemû afirîner, dahênerên qata xwarê bin. Ji berhemanîna folklorê de hemû kesên wek paşa, axa, parsek, hejarek, zana û nezanek, dîndar û bêdînek hevbeş in. Lê her kes pêka cih û zewq û mebesta xwe çîrok afirandine. Dibe ku kesek ji qada dewlemend û ya serê be, lê bi ruh digel kirêkar be û afirandina çîroka wê li berjiwendiya hejaran de be; Dibe jî me hejarek hebe û çîrokan binivîse, lê çîrokên wê/wî di berjiwendiya paşayan de be, wek yên niha.”
“Zeynelabidîn Zinar”: “Di nava Kurdan de gelek birên cuda yên mirovan hene, li ser wan biran her yekê li gor jiyana xwe çîroka xwe afirandiye, bo mînak hin çîrok hene ku tenê behsa hejaran dikin. Tê de hin mirev hene perîşan in û nan tinin bixwen û parsê dikin. Hin mirov hen dewlemend in li ser dewlemendiya xwe çîrok afirandine. Hin meriv hen oldar in û olperest in li ser meinewiyetê çîrok afirandine. Mesela dema ku Kurdan Xwedayê mezin nas kirine û jê re gotine Ezada, çîroka xwe jî li wê gorê afirandine. Dema Zerdeş Pêxember ku derkevtiye û piraniya Kurdan bawerî pê aniye ku navê Ola wî jî Behdîn e, li ser meselên olî jî gelek çîrok hatine afirandin. Dema ku hinek Kurdan baweriya xwe bi Mûsa Pêxember anîne çîrokên xwe li ser vê yekê afirandine. Bo mînak Mûsa Pêxember ji ber xelkê xwe reviyaye û çûye çiyayê Kurdistanê û li wê derê bûye mêvanê Kurdek xwedî pez ku sê keçên wî hebûne, wî keçek xwe daye Mûsa Pêxember, û dema ku Mûsa Pêxember vegeriyaye û çûye ew keç jî bi xwe re biriye. Hin tiştên wiha hene dema ku em dibînin, curên çêrokên folklorî yên Kurdî gelek berfireh in.”
Her çawa ku me di destpêka vê beşê de jî behs kir, çîrokên folklora Kurdî gelek dewlemend in û di demên berê de dema ku elekterîk nebûye û teknolojiyay nûjen nebûye, xelk û malbat li dora hev di nav xaniyên kevn yên ku bi heriyê çê kiribûn li bin kurseyekê de dirûniştin û di tarîtiya şevê de behsa serpêhatiyên xwe dikirin yan jî çîrok diafirandin. Gelek caran li çiya û li işkevtan de jî her bi vî awayî dora hev kom bûne û çîrok gotine. Ew çîrokane sing bi sing hatine heta nifşa nû û nifşa nû jî gelek çîrokên folklora Kurdî bi awayê nivîskî anîne ser lênûsê û kirine bi pirtûk. Di nav wan çîrokan de gelek peyvên resen ên Kurdî hene û nivîser û lêkoleran ji bo ferhengên zimanî yên Kurdî jî bikar anîne. Min li ser vê mijarê ji lêkoleran pirsî gelo çîrokên folklorî yên Kurdî wek wêjeya devkî li ser wêjeya niviskî çiqas bi bandor bûne?
“Ziynelabidîn Zinar” bersiva pirsa min da û got: “Dewlemendiyek folklorî ya pir zêde, hêj bi devkî tê gotin û di nav xelkê de belav e. Lê mixabin her ku diçe kal û pîrê me dimirin û diçin û ew kultûra ku bi wan re ye jî, bin ax dibe. Îcar ez hêvîdar im lêkoler, nivîser û akademîsiyenên me, têkiliyê bi wan kal û pîran re daynên û çîrok û meselên folklorî ku li bal wan hene, binivîsînin. Ez mînakekê bêjim; Sala 1986 yan jî 1986 bû baş nayê bîra min kîjan sal bû, camêrek li “Êlih”ê hebû, min xortekî re pêwendî girt û min hin pere bo şand û min şande cem wî kalî û min jê re got, silavê min bigihîjîne wî kalî û çîrokek bi navê “Abidê Şikevtê” li cem heye, bila wê çîrokê te re bêje û tu jî dengê wî bigire. Çûbû dengê wî tomar kiribû û sê şerît tejî kiribûn, min hêj ew çîrok nenivîsandibû min bihîst ku ew camêr çûye rehmetê. Ez niha dibêjim Xweda rehma xwe lê bike û wî efû bike. Piştre min bi sedan car ji Kurdên Kurmanc, çi li Rojhilatê Kurdistanê di nav Şikakan de, çi li Başûr, Rojava û Bakur û çi li Kurdên ku wê demê di nav Soviyetê de bûn, min pirsa wê çîroka “Abisê Şikevtê” kiriye kesekî ku bêje min wê çîrokê seh kiriye, tine bû. Yanî tiştê ku ez dixwazim bêjim eve ye, ew kal û pîrên me ku niha jî hene û ji heyatê ne di nav 10 û 15 salên din de yek ji wan namîne û yê hemû herin û koça dawî bikin. Îcar ciwanên me lêkolînerên me û akademîsiyenên me rojek berî rojekê bi wan re têkiliyê daynin û tişên ku li cem wan hene binivîsînin û bikin malê dîrokê û çap bikin.”
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen”: “Eger em bo sed sal yan sed û pêncî sal berî niha bizivirin, em dibînin ku lêkoleran rêk di nav folklorê de kar kirine, ger çi nivîsên wan bixwe jî hene. Bo mînak me di niha de dehan çîrok hene ku ji bûyerên folklorî hatine vergirtin û çîroknivîsîn îroyî bi teknînek nû behs kirine. Bo mînak rehmetî “Seîd Nakam” romanek heye bi navê “Agirî Binke”, her navê wê navek folklorî ye, lê naverokek îroyî bi şêweyek ku mifabînî ji derbasbûyî vergirtiye û roman nivîsiye û romanê paşê xelat jî vergirt. Em di nav şanogerî, çîrok, roman û helbestan de dibînin ku folklor pêngavekê ji wêjeya nivîskî hatiye pêş û wêjeya nivîskî jî mifahek gelek zêde ji folklorê dîtiye û ev bingeha qahîm bûye sedema vê ku wêjeya me ya nû li ser bê avakirin. Zimanê wêjeya me ya nivîskî di destpêkê de gelek nêzî folklorê bû heta zimanê wêjeya niha. Lewma hemû ew sûde û xezîneye ye ku me mifa jê vergirtiye ku ew jî folklor e, û birastî çîrokên folklorî bandorek gelek baş li ser wêjeya nivîskî hebûye û heye.”
Folklor bingeha netewan e û netewe bi folklora xwe ve têne nasîn. Çîqa sereke ya folklora Kurdî jî, çîrok e. Nasîna çandê nasîna netewe ye. Çîrokên folklorî bandorek zêde li ser netewesaziyê hene. Çimkî biserhatî û derbasbûya gelê Kurd, hemû di nav çîrokan de ne û ev çîrokane jî, ji bo derswergirtin ji derbasbûyî, bo gelê Kurd pir girîng in. Gelek ji dengbêjên Kurd mifa ji çîrokên folklorî vergirtine û anîne ziman û ew çîrokane hem dîroka gelê Kurd bûne û hem jî li ser pêvajoya netewesazî gelek bi bandor bûne.
Her ew çîrokane ne ku hesta nifşa nû ji bo netewesazî bilind dikin û ev yeka jî, ji bo min gelek girîng bû ku ez vê pirsiyarê ji lêkoleran bikim, axo çîrokên folklorî li ser netewesazî çiqas bi bandor bûne?
“Ziyenelabidîn Zinar” dibêje belê çîrokên folklorî bandorek gelek mezin li ser netewesaziyê heye û di berdewamiyê de wiha dipeyive: “Ji ber ku di çîrokên folkloriya Kurdî de berdewam desthilatdariyek heye û daîm dewlet û nîzam, leşker û girtîgeh û şer û pevçûn heye, încar dema ku meriv wan çîrokan dixwîne wateyek dewletî û miliyetiya pir xort ji meriv re çê dibe û gelek car di çîrokên folklora Kurdî de wateya milîbûn û dewletbûnê meriv dibîne, lê mixabin îro bi piranî di Bakurê Kurdistanê ev tiştek di nav Kurdan de nemaye, lê belkî di Başûrê Kurdistanê ev tişt hinekî xort bibe yan jî li Rojava wan deh û panizdeh salên dawî de yan jî li Rojhilatê hinekê xort bûbe, lê belê li Bakur ev tişta han di nav Kurdan de nemaye.”
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” jî li ser vê pirsê wiha bersiv da: “Folklora Kurdî gekek xizmet bi netewa me kiriye û bi berdewamî jî dike û em divê ji bo pêşkevtiya zimanê îroyiyê xwe hemû karekî bikin û bizivirine bo folklorê û eva aliyek meselê û ya din, paşê di naverokê de folklor sebir, bîrkirin û guncan û rêyekê nîşanê me dide ku di jiyanê de serkevtî bin. Di nav çîrok û nemaze lavikan de me hestek netewî heye, eger em temaşa bikin, dastan û lavik hin caran naverok yan bûyerên lavikan li hember neteweyek din e wek mînak, Ereb, Tirk, Fars, Ermen û yan hikûmetek din yan jî qatek din ji desthilatdaran. Li vir mirov li ser hestek netewî, berxwedanî, berevanîkirin û heta têkoşînkirinê tê rahînankirin ku ev jî lavik û çîrok in. Bo mînak me çîroka “Keleha Dim Dim” heye ku bi çendîn şêwe hatiye behskirin û dema ku meriv vê çîrokê dixwîne hem tê digihîje ku me çi dujminek heye û hem fam dike ku çi pehliwanek hebûye ku heta li astê şehîdbûnê diçe. Me di nav folklora xwe de eger bi şêweyek gelek rêk û pêk jî nebe, lê di nav de me netewesaziyek nerim heye yanî ne wek teoriyên îroyî ku netewesazî dikin, lê me amûra wê heye, ew keresteya ku mirovê Kurd li ser wê Kurdiyane tê perwerdekirin.”
Netewa Kurd di warê sînemayê de hindekê lawaz e û nekariye bi awayek baş mifahê ji çîrokên folklorî bo sînemayê vergire û sedan çîrokên Kurdî yên bûyerên rast û heqîqî hene ku serkevtin û qehrimaniya gelê Kurd di hember dujmin de nîşan dide, lê mixabin gelek ji wan çîrokan nehatine nivîsîn û her bi awayê devkî hatine gotin û netewa Kurd jî nekariye ji bo sînemayê mifahê ji wan vergire.
Ji aliyek din ve jî, bo festîvalê jî gelek bi kêmî hatine bikaranîn. Min di vê derheqê de ji lêkolerên vî warî pirsî, gelo netewa Kurd çiqas kariye mifahê ji çîrokên folklorî bo sînema û festîvalê vergire? Wan di bersivê de gotin ti mifahek nehatiye vergirtin.
“Ziyenelabidîn Zinar”: “Mixabin ne netewa Kurd, ew sînemagerên me heta niha jî ti mifah û sûd ji çîrokên folklora Kurdî vernegirtine. Lê di wan salên dawîn de ku ew derfeta Facebookê derkevtiye hinek mirovan belkî bi îmkanatên xwe deng girtibin û weşandibin, lê wek dinê mifa nehatiye vergirtin. Tu mêze bike xelkê bîhanî û sînemagerên bîhanî diçine cem zana û nivîskarên Kurdan yan jî diçin Kurdistanê û dixwazin ku naveroka çîrokên folklora Kurdan ji wan re bêjin, ji bo ku ew fîlman li ser wê çê bikin. Mesela gelek caran sînemagerên Swîdî hatine cem min û min jî du sê caran ew şandine Kurdistanê, min nav û nîşan dane wan û çûne bi hin kesan re têkilî danîne û geriyane û ji devê kalan re çîrokên folklorî vergirtine. Mixabin gotinek pêşiyan heye dibêje “giyayê hevşê tal e”. Sînemagerên me jî heta ku karibin diçin tiştên naveroka folklora Ereb, Tirk, Fars, Yûnaniyan û Eropiyan hil digirin û li ber wan fîlman çê dikin, lê belê ew nafikirin ku li ser çîrokên xwe û yên Kurdî fîlman çê bikin.”
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen”: “Me di warê sînema, şanogerî, teknîkên nû yên hunerî de kêmek direng xwe dît. Me direng xwe dît û bi lawazî jî dest pê kir. Mixabin me dewletek nebûye ku saziyek mezin ya sînemagerî bo me ava bike. Mesela zêdetir ji 50 sal e ku hunermendên me bi curek ji curan mijûlê sînemayê ne, lê çawa ku me dewletek tine bûye û saziyên mezin nebûn û dahatek mezin bo sînemayê nebûye, me nekariye zêde bi bandor bin. Me naverokek gelek mezin ji çîrok, gotinên pêşiyan û lavikan heye ku dikarin bibin bi fîlmên sînemayî û rêze fîlman jê çê bikin. Lê li vê midehê hin ji wan bûne bi sînema, bo mînak hin kesên hunermend vê midehê hin tişt kirine û çê kirine ku ji folklorê hatine vergirtin. Hin fîlmên wek “Xec û Siyabend, Jale û Mem û Zîn” hene ku ji çîrokên folkorî hatine vergirtin. Lê eva gelek kêm e çimkî em gelek di warê folklorê de dewlemend in û divê bi qasî dewlemendiyê jî mifa bê vergirtin.”
Ez di hevpeyvîna digel “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” berdewam bûm û min ev pirsa jî wî kir, axo dewletên koloniyalîzmî û dagîrkerên axa Kurdistanê çiqas karîne çîrokên folklora Kurdî bidizin û bikin yên xwe?
“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen”: “Dagîrker ku tê tenê cêyşek nîne bê cugrafiyayê dagîr bike, di pêşiyê de dixwaze kultûrê dagîr bike û kultûra te bihelîne û ya xwe bi ser te de bisepîne. Dagîrkeran çimkî mekteb, ragihandin, çapemenî, teknolojiyaya pêşketî û…hwd hene û dikarin bi hêsanî bêne nav kultûra me û dagîr bikin. Mixabin demek gelek zêde dixwaze ku em malê xwe bi dest bînin. Bo mînak me nifşek heye ku ya wê serdemê ye û wisa dizane ku ew kultûra niha ya Fars, Tirk û Ereb e. Di demekê de bi lêkolînkirin û nifşa berê dizanin ku eva hatiye dagîrkirin û birine û tevlîhev kirine. Lewma em di paşerojê de di hember pirsgirêkeke mezin de rû bi rû ne ku çawa kultûra xwe verbigirin û paqij bikin û bihênîne nav hizira nifşa nû de.”
Min xwast ez bizanim ka rewşa nivîser û xwîjnerên çîrokên folkorî di nav Kurdan de çawa ye û min pirskirina xwe domand û dîsan ji her du lêkoleran rêzdar “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” û “Ziynelabidîn Zinar” pirsî, gelo di niha de rewşa nivîser û xwenerên çîrokan di nav netewa Kurd de çawa ye?
Di despêkê de “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” wiha bersiv da: “Niha bi kêfxweşî ve tiştek heye ez bêjim ku zêdetir çîrokên folklorî têne çapkirin, lê dikarim bi mixabînî ve jî bêjim kêmtir têne xwendin. Yanî niha me hin nivîserên Kurd hene, belkî di folkorê de pispor nebin, lê tê digihîjin ku folkor girîng e û tên li cihekê derfetê peyda dikin û çîrokan yan her beşeke folkorê kom dikin û çap dikin. Lê ez seh dikim ku ew çapkirine kêmtir tê xwendin. Bo çî? Ji ber ku berhemên nû yên nivîserên me yên niha ji wan helbestvan, çîroknivîs, romannivîs, şanonivîs û…hwd, kêmtir berhemên folkora Kurdî di nav nivîsên wan de têne dîtin. Lê bi qasî vê ku folkora me dewlemend e û me bi qasî vê ku çîrok û hikayetên mezin hene, di nav nivîsên afirînerên me de reng nedaye. Eger nivîserên me bi hûrî û lêkolînkirinê folklora me bixwînin, şiyana afirandina wan gelek ji vê mezintir dibe ku me niha heye. Lewma ez seh dikim ew folkora ku me heye bi dewlemendiya xwe ve û ya ku niha tê çapkirin û belavkirin, neçûye di nav nivîsên afirînerên îroyî de. Lewma ez his dikim ku xwendina hikayetên me yên kevn û bi giştî yên folkorî ji bo nivîseran gelek bi bandor nebûye, eger xwendibin jî bi berhemên wan re diyar nîne.”
“Ziynelabidîn Zinar”: “Mixabin sed mixabin ne tenê xwendina çîrokên folkorî yên Kurdî û berhemên kilasîk, xwendina li ser kaxezê îro ne tenê di nav Kurdan de belkî li diniyayê jî nemaye. Piştî vê ku ew înterneta nûjen derkevt û ew telefonên zîrek û bi aqil derkevtin û Facebook, Telegram û Watsapp û ew tiştane derkevtin, xwendina li ser kaxezê bi nişkê ve rakir. Îcar hekî mirov berhemên kevn ên li ser kaxezê û pirtûkan nexwîne, mirov ji ti tişt yan xwendina di înternetê de fam nake. Tenê merivên lêkolîner dema ku dikevinê û lêkolînê dikin jê fam dikin, wekî din bi piranî ew merivên ku emrê wan ji 40 salî kêmtir be ên di navbera 20 û 30an de temam di destê wan de ye û tiştên beredayî dixwînin û peyamên beredayî ji hev û du re dişînin. Mesela mêze bike îro rojê zarok dema ku diçine dibistanê û êvarê dema ku ji dibistanê têne mala xwe, her ku digihîjine mal rast teblêtên xwe digirine destê xwe û dikevine înternetê û fîlman temaşa dikin û bi hevalên xwe re peyaman dişînin û tiştekê ku mifahê bide wan nakin. Min demek berî niha gotarek belav kir ku ew înternet û teknîka nûjen, merivan û cîhanê ber bi nezanîn û cehaletê ve dibe.”
Em vir gihane dawiya lêkolna çîrokên folkora Kurdî û ez spasiya du lêkoler û nivîserên hêja rêzdaran “Ziynelabidîn Zinar” û “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” dikim ku bi tejî naverok ve bersiva pirsên min dan û ev lêkolîne dewlemend kirin. Min gelek hewil da ku li ser vê mijarê bi kesên din re jî hevpeyvînê bikim, lê mixabin piraniya wan gotin ku ew nikarin li ser wê mijarê hevpeyvînê bikin. Çimkî wan got çîrokên folkora Kurdî gelek dewlemend e û di şiyana me de nîne ku em bên li ser wan mijaran biaxivin û eva jî tiştek gelek baş e ku meriv tenê li ser mijarên ku şareza ye, biaxive.