Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Wek tê zanîn beriya 12-13 salan li Rojhelata Navîn û li dewletên ereban pêvajoyeke nû û guhertinekê dest pê kir. Ew guhertina wek “Bihara Ereban” hat bi nav kirin. Mabesta vê jî ew bû ku li dewlet-welatên ereban sîstemên ne demokrat û dîktatorî hene, encama vê “Biharê Ereban” sîstemên li dewlet-welatên ereban dê bê guhertin, dewlet-sîstem dê bibin demokrat, parlamentoyê dê ava bibin, her kes û her fikrek dê bi azadî partiyên xwe ava bikin, beşdarî hilbijartinê bibin, kîjan partiyê an jî partiyan qezenç kir ewê bibin rêvebir û hikûmet.
Loma jî her kesî, bi hêvî li guhertinan mezê dikirin. Lê her çiqas li welatên ereban dîktatorî bi awayekî têk çûn û hatin rûxandin; lê hezar mixabin li gelek dewlet-welatên ereban li ciyê wan rejîman û sîsteman, wek dihat payîn, rejim û sîstemên demokratik, parlamanterîst, pirrpartîtî ava nebûn. Bi taybetî jî li Misirê encameke gelek trajedîk derket holê.
Li Misirê hilbijartina giştî çêbû, partiya Îslamî qezenç kir. Lê mixalefetê û hêzên dewletê ji vê yeke gelek eciz bûn. Loma jî, piştî demekê hêza leşkeri di bin pêşengiya Sîsî de darbe çêkir. Serokwezîr Mûsrî û hemû endamên hikûmetê, bi sedan berpirsiyarên dewletê, bi hezaran hevalbendên hikûmetê hatin hepis kirin. Emerîka û dewletên Yekîtiya Ewrûpayê jî, ji darbeye re piştgirî kir. Ev ji bona dinya ereban û Rojhelata Navîn bû bêhêviyekê. Her ku çû hêvî şikest. “Bihara Ereban” bû “Zivistana Ereban”.
Lê di destpêkê de di sala 20011an de “Bihara Ereban” li Sûriyeyê jî bandor danî. Li sînorê Sûriyeyê û Urdunê li bajarê Deraayê li hemberî Rejîm û Dîktatoriya Baasê xwenîşandanan dest pê kir. Ji Rejîmê daxwaza reforman û guhertina rewşa aborî di destpêkê de hat daxwaz kirin. Lê bersîva Rejîm û Dîktatoriya Baasê gelek hişk bû û şidet li hemberî xwenîşandaran hat bi kar anîn. Wê deme ew protesto û xwenîşandarî li gelek bajaran belav bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî, partiyên kurdan û gele Rojavayê Kurdistanê ji protestoyên aşitîxwaz re piştgirî kir. PKK/PYD li dijî ev helwesta partiyên kurdan û gele kurd derket. Piştgiriya Rejîm û Dîktatoriya Baasê kir.
Piştî ku Rejîm û Dîktatoriya Baasê dest bi şideta dewletê kir, wê deme gele ku reform dixwestin, armanca xwe guhartin. Ji bona ku guhertina sîstema siyasî û dewlet bê guhertin û partiya baasê û dezgehên sixûrî jiholê rabin, daxwazkar bûn.
Ew jî bû sedem ku “şerê navxwe” derkeve. Leşker û burokrasiya dewletê parçe bû.
DAIŞ, wek rêxistiin û projeyekê derket holê. Êrîşî her dereke kir. Her der şewitand. Qetlîam pêk anî. Êrişî kurdan kir. Li ser navê xwe dewletek ava kir. DAEŞê seriye her kesî û her dewletekê tevlihev kir. Bi taybetî jî Emerîka û Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê gorî DAEŞê siyaseta xwe tespit kir. Di destpêkê li hemberî rejîmê xwediyê helwest bûn, lê piştî DAEŞê siyaseta xwe ya merkezî li dijî DAEŞê tespit kirin û meşandin.
Raya giştî ya Sûriyeyê û hemû dinya li bendeye bûn ku Emerîka ji bo guhertinê midaxale bike. Lê Emerîka û hevalbendên wê dewletên Yekîtiya Ewrupayê ev yeka nekirin. Bi hêzên wekaletê beşdarî pêvajoyê bû. Li dijî DAIŞê şer kir. Di salên dawî de PKK/PYD li ser navê wan bûn leşker. Ev yeka ji bona pirsa neteweya kurd bû pirsgirêkeke mezin.
Rejîma Baasê ji bona li ser piyan bisekine ji Îranê û ji Rûsyayê alîkarî xwest û ew dewletan raste rast vexwendin Suriyeyê.
Rejîma Sûriyeyê ji bona ku karen xwe û mixalefeta li hemberî xwe kêm bike, PKK/PYD ji bona xwe li Rojavayê Kurdistanê wek wekîl nas kir. Desthilatdariya Rojavayê Kurdistanê, bi hev re meşandin. Li hemberî mixalefeta kurd ku ji bona rûxandina Rejîm û Dîktatoriya Baasê kar dikir, PKK/PYD bi kar anî.
PKK/PYD di hemande dem de ji Rûsyayê û İranê re xebat kir. Lê piştî demekê Emerîkayê pêwendiyên xwe PKK/PYD çêkir û pêş xist, li hemberî DAIŞê PKK/PYDê li Raqayê û li Dêrezorê kir lejyonerên bi peran.
Dewletên herêmê yên din jî li Sûriyeyê dest pêkirin ku şerê wekaletê bimeşînin. Vê yeke zêdetir li Sûriyeyê tevlîhevî çêkir.
Li hemberî DAIŞê û PKK/PYDê Dewleta Tirk midaxale kir û şerekî dijwar meşand. Gelek herêm ji deste DAIŞê û PKK/PYDê derxist, ew herêman dagir kir. Beşekî van herêmên girîng, cîwarê kurdan û beşekî Kurdistanê bû. Di vê qonaxeyê de jî Dewleta Tirk dixwaze ku Herêma Tel Rifatê û Mencûbê bixe deste û dagir bike, PKK/PYD ji wan herêman derxe.
Encama ew rewşê, “Şerê DAIŞê û Navxwe” bû sedem ku milyonek Sûriyeyî (Ereb, Kurd, Tirkmen û kesên kêmneteweyên din) hatin kûştin, 10 Milyon Sûriyeyî jî mecbur bûn ku welatên xwe terk bikin.
Di encamê de dikarim bibêjim ku Sûriye glokeke qrîz û kaosê ye. Çareserî li Sûriyeyê gelek dûr xuya dike.
Hêvî dihat kirin ku Rejîma Baasê û Dîktatoriya Baasê dê bêguhertin. Ev yeka nebû. Rewş ji bere xirabtir bû. Zûlim ji bere zêdetir bû. Kûştin zêde bû. Sîstema aboriyê têk çû. Feqîriyeke mezin dest pê kir.
Dîsa hêvî dihat kirin ku pirsa neteweyî ya kurd çareser bibe. Li Rojavayê Kurdistanê jiçareseriyê dûr hat ketin. Bi deh hezaran Kurd hatin kûştin. Bi sedan hezar kurdan welatê xwe terk kirin. Li Dewleta Federe ya Kurdistanê û li Dewletas Tirk û li Ewrûpayê cîwar bûn.
Sûriye gor erdnîgariya neteweyan beş nebû. Beşbûneke ecêb û zêde çê bû.
Enqere, 10. 08. 2022