Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meksîkayê polîsan avêtin ser hucreyeke girêdayî çeteyên mafyayî. Di operasyona ku 13 kes hatin kuştin de gelek cîhên cebilxaneyê yên endamên rêxistinê hatin desteserkirin.
Li gor neçeya çapemeniya Meksîkayê, li bajarê San Luîs Potosî polîsan li hember endamên çeteyan operasyon pêk anîn û di navbera wan de pevçûn derket.
Di pevçûnê de 3 jê jin, bi giştî 13 endamên çeteyan hatin kuştin, 3 jî polîs bi giştî 7 kes birîndar bûn. Herwaha di operasyonê de 2 kes jî hatin binçav kirin.
Polîs ragehand avahiya ser bi çeteyan têk çûye û di encama lêgerîn vemirandinê de hejmareke zêde cebxane hatin desteser kirin