Salim Şebek: 4 hezar û 500 malbatên kurdên şebek li Herêma Kurdistanê koçber in
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Salim Şebek: 4 hezar û 500 malbatên kurdên şebek li Herêma Kurdistanê koçber in

BasNews – Nûnerê berê yê kurdên Şebek li Parlamentoya Iraqê ragehand, 4 hezar û 500 malbatên kurdên Şebek li Herêma Kurdistanê koçber in û nevegeryane ser cîhên xwe yên li deşta Nînowa û dibêje, dosya ewlehiya Deşta Nînowa di dest Heşdî Şeibî de ye.

Nûnerê berê yê kurdên Şebek li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek îro 06.08.2022yê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nêzîkî 4 hezar û 500 malbatên kurdên Şebek li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê koçber in. Bi taybet li Şêxan, Duhok, Berdereş, Kelek û Silêmanî û çend cîheke din jî koçber in. Beşeke berçav ên kurdên Şebek ji ber rewşa ewlehiya aram a Herêma Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û naha wisa lê hatiye ewên ku ji navçeyên me ne, em jê qutbûne.’’

Herwaha got: ‘’Cîhê kurdên Şebek li Deşta Nînowa, bi taybet li sînorê Beşîqe ye û ewên ku li Herêma Kurdistanê ne, ji ber hin sedeman navegerin, bi taybet ji ber rewşa ewlehiyê û li Herêma Kurdistanê aram û rihet in.’’

Salim Şebek got: Heşdî Şeibî li navçeyên şebekan e û navçe ji aliyê ewlehiyê ve di dest wan de ye û li beşekî navçeyê jî proseya ereb kirinê birêve diçe.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved