BasNews – Li dijî kêmbûna xizmetên serekî beşek ji hemwelatiyên qeza Xaneqînê, bi awayekî girseyî nerazîbûna xwe nîşan didin û rêya navbera Xaneqîn û Kelarê daxistin.
Îro 06.08.2022yê beşek ji hemwelatiyên Xaneqînê li navçeya Mêxas a li sînorê Xaneqînê bi awayekî girseyî nerazîbûn li hember kêmbûna xizmetên serekî li qeza Xaneqîn û derdora wê nîşan dan û hemwelatiyan rêya serekî ya navbera Xaneqîn û Kelarê daxistin.
Li gor zanyariyên BasNewsê daxwazên hemwelatiyan jî waha ne: Dirêj kirina dema dayîna elektrîkê, ku di vê demsala havînê de ev heftiyeke rojane 10 demjimêran elektrîk tê dayîn, herwaha beşek li navçeyên Xaneqînê pirsgirêka kêmavî heye û herwaha li gel wan xizmetên din pêwîst in, ji ber wê jî hemwelatî daxwaz dikin rewş xizmetkirinê bê baştir kirin.
Qeza Xaneqînê navçeyekî Kurdistanê ye û ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Diyale ye û ji aliyê xizmetên serekî ve hatiya piştguh kirin.