Bavê kuştiyekî PKKê: PKKê kurê min xapand û da kuştinê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Bavê kuştiyekî PKKê: PKKê kurê min xapand û da kuştinê

BasNews – Bavê kuştiyekî PKKê, êşa dilê xwe ji BasNewsê re got û dibêje kurê wî bi fêl û xapandinê birine bo nav rêzên xwe û dayîka wî jî ji ber dûriya kurê xwe di rewşekî derûnî ya xirab de ye, ji ber PKKê nehiştiye pêştir kurê xwe bibîne.

Bavê yek ji kuştiyekî PKKê yê bi navê Kak Eta Mamehacî Emîn derbarê kuştina kurê xwe de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herkesek axaftinekî bo me dike, yek dibêje meheke hatiye kuştin, yek dibêje 15 roje û PKKê jî ji min re got roja 02.07 hatiye kuştin, lê roja 01.08ê ji me re gotin. Bi rêya PKKê ve me nekarî ti tiştekî bikin û me nekarî kurê xwe bînin û pêwendiya me li gel nebû. Kurê me zarokekî ji 15 sal biçûktir bû û xapandin. Wekî ku behs dikin nav Seyid Sadiq de nêzîkî 50 rêxistinên wan heye û zarokan dixapînin. Kurê min jî xapandin û birin dan kuştin.''

Herwaha got: ‘’Kurê min zarok bû û aqilê wî kamil nebû, me gelek hewl da bibînin, lê nehiştin. Dayîka wî rewşa wê gelek xirabe, çend caran me hewl da bibînin, lê rastî ji me re negotin. Min gote wan dayîka wî gelek rewşa wê xirabe bila ew bibîne, lê nehiştin. Kurê me hîn çar meh mabû bibe 15 salî lê birin û li me veşartin. Min gote wan dayîka wî mêjî ji dest da, tenê bila 5 hûrdem ango deqîqeyan bibîne. Lê nehiştin.

Bavê wî çekdarê hatî kuştin ê PKKê got: ‘’Me laşê wî dît û li saziya ewlehiya PKKê ya li Kobanê bûye. Hûn ji me baştir dizanin kî zarokên vî xelkî dibe. Eger li vî sînorî desthilat heba çawa dikarin li Silêmanî û Seyid Sadiq û Germiyanê zarokên xelkê bibin? Kurê min li Silêmaniyê jî neşaraza bû, çawa geheşt Qendîlê? Kurê min ji me veşartin û zarokekî 15 salî be ti tiştekî nizane, roja ku hatiye kuştin jî min hewl da bibînim lê nehiştin. Çar sale nehiştine ez wî bibînim, lê hate kuştin em bilez agahdar kirin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved