Dayîka jenosîdbûyên Êzdî: Keçên min nav deste DAIŞê de xwe kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Dayîka jenosîdbûyên Êzdî: Keçên min nav deste DAIŞê de xwe kuştin

BasNews – Terorîstên DAIŞê roja 03.08.2014ê li Şingalê li hember kurdên Êzdî jenosîd pêkanîn û di bibîranîna vê karesata xemgîn de xelkê Êzdî bi xemgînî û kuleke mezin ve wê rojê bibîrtînin. Bi boneya vê rojê BasNewsê hevpeyvînek li gel Dayê Şemê ya ku wek dayîka şehîdên jenosîda Şingalê tê nasîn pêkanî û behsa karesata jenosîda Şingalê û xwekuştina du keçên wê di dest terorîstên DAIŞê de dike.

BasNews: Çend kes ji malbata we hatin revandin û bêserûşûn kirin?

Dayê Şemê: Sala 2014ê de terorîstên DAIŞê 33 kes ji malbata min girtin û revandin. 13 zelamên malbata min hatin kuştin, ji wan du kes bijîşk bûn, yên din jî fermanber û kasibkar bûn. Terorîstên DAIŞê hemû kuştin û xistin gorên komî de. Ew roj rojekî gelek nexwaş û xemgînbû bo me. Terorîstên DAIŞê bi 14 otomobîlan rê li pêş me girtin û em din av malên xwe de revandin û bêserûşûn kirin. Terorîstên DAIŞê gotine zaroka min a mezin ku navê wê Bercest bû, ku kelîme şehadê bîne, lê wê ew red kir û gote DAIŞiyan xwedayê mezin em bi Êzdî xuliqandine û emê bi Êzdî jî bimrin. Ji ber wê jî terorîstan ew kuşt. Piştî wê zarokên din ên Êzdî hemû gulebaran kirin û cergê me şewitandin û heta cîhan hebe em jibîr nakin.

Terorîstên DAIŞê cilên bûkînî xistin ber keça min Cîlan û xwestin bikin bûka xwe, lê Cîlan a keça min çû germavê û demarên destên xwe birî û dawî bi jiyana xwe anî. Piştî wê keça min a din Cîhan jî nav destê terorîstên DAIŞê de xwe kuşt û nehêla terorîstên DAIŞê destdirêjiyê li ser bikin. Heta naha jî 7 kes ji endamên malbata min nediyar in û berdewam pirsa çarenivîsa wan em dikin.

BasNews: Hûn wekî kesûkarên jenosîdbûyên Êzdî li Şingalê we çi divê ji bo we bê kirin?

Dayê Şemê: Daxwazên me gelek in, em dixwazin Çiyayê Şingalê aram û seqamgîr be. Rewş bê baş kirin û avadanî ji bo Şingalê bê vegerandin. Em li gel xwe piştrast nabin wegerin Şingalê. Pêwîste parastina me bê kirin, ji bo ku careke din em neyên jenosîd kirin û xelkê ziyan dîtiye bê qerebû kirin, herwaha em dixwazin civaka navnetewî derbarê dosyaya jenosîd kirina Şingalê de bêdeng nebe.

BasNews: Heşt sal li ser jenosîda Şingalê re derbas bû, hikûmeta Iraqê çi ji bo we kir?

Dayê Şemê: Heta naha hikûmeta Iraqê çi bo me nekiriye. Ev heşt sale em koçberin û hin zarokên min di destê DAIŞê de mane. Lê mixabin hîn hikûmeta Iraqê serê xwe bi xemên xelkê Şingalê ve neêşandiye. Ti tiştek ji bo kesûkarên jenosîdbûyî yên Şingalê nekiriye. Bexdayê hîn jenosîda Şingalê nas jî nekiriye û hemû gorên komî nehatine vekirin û hîn çarenivîsa bi hezaran kesên xelkê Şingalê jî nediyar e. Hikûmeta Iraqê jî xwe bêdeng kiriye. Ji hemûyê jî nexwaştir ew e ku, ew erebên bûn DAIŞî wegerandin Şingalê. Lê em hîn jî koçber in, ti demekî dijmin nabe dost. Em baş dizanin ewên ku bibûn DAIŞê ti demekî nabin dost û pêwîste bên ceza kirin.

BasNews: Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûn çawa dibînin?

Dayê Şemê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ofîsek ji bo rizgar kirina keç û jin û zarokên revandî vekiriye û bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hejmarekî zêde ji revandiyên Êzdî ji dest DAIŞê hatin rizgar kirin. Herwaha xelkê Herêma Kurdistanê, bi taybetî xelkê Zaxo û Duhok û Hewlêrê deriyê malên xwe û mizgeft bo me vekirin. Gelek alîkariya me kirin. Em spasiya xelkê Kurdistanê dikin. Ev 8 sale em koçber in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me dike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved