Rukiye Mistefa
BasNews – Li bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê jineke 25 salî bi sedema êşa mîde çû nexwaşxanê, di encama neştergeriyê de hesinên ku di mîdeya wê de derketin bijîşkên nexwaşxanê ecêbmayî hêla.
Hat zanîn jina temen 25 salî ku li Wanê dijî û di heman demê de jî pirsgirêka wê ya derûnî jî heyî, ji ber sedema qurtkirina derziyê ku êş di zikê wê de ava kir ji bo nexwaşxana perwerde û lêkolînê ya Wanê hat rakirin.
Piştî tomografiyê diyar bû ku di mîdeya nexwaş da têl û hindek hesinên bîyanî peyda bûne.
Di encama pêkanîna emeliyatê de, di mîdeya jina 25 salî de neynokbir, meqes, kêr, şûjin, derzî, bizmar, cimbizk, kilît, pere, toqe, plastîk û parçeyên caman û herwekîdin, hatin derxistin.
Herwaha kêrên fêkiyan ku bi leylonan hatibûn pêçan bijîşkên di emeliyatê de şaşmayî hişt. Pisporê giştî yê cerahiyê Dr. Yûsûf Tekeş ji Ajansa Nûçeyan a Îhlasê re axivî û got nexwaş bi sedema êşa zik ya ji ber qurtkirina derziyê hate nexwaşxanê.
Dr. Tekeş diyar kir di encama tomografiyê de li gel derziyên gelek madeyên hesin yên din jî hatin tespît kirin û got me bawer nedikir ku ev qas zêde tişt di mîdeya wê de derkevin û herwaha diyar kir ku rewşa nexwaş başe û mîdeya wê jî paqij bûye.
Tekeş diyar kir heta naha rastî bûyereke bi vî rengî nehatine û anî ziman, tiştên ku di mîdeya nexwaşa wan de derketine hem ew ecêbmayî hêlane hem jî ew xemgîn kirine. Herwaha diyar kir emeliyat bi serkeftî hatiye encam dan.