BasNews- Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raportek derbarê firotina petrolê di sê mehên yekem ên îsal de eşkere kir.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro roja pêncşemê ragihand ku di sê mehên yekem ên îsal de 34 milyon û 923 hezar û 168 bermîlên petrolê bi rêya boriyan bi bihaya navînî 86 hezar û 730 dolar her bermîl hatiye firotin.
Di heyama sê mehan de 409 hezar û 37 bermîlên petrolê bi nirxê her bermîlek 84 hezar û 230 dolarî hat firotin û dahata giştî bû 34 milyon û 453 hezar dolar.
Tevahiya dahata firotina petrolê di heyama sê mehan de 3 milyar û 63 milyon û 356 hezar û 891 dolar bû, piştî derxistina hemû xerciyên petrolê, 1 milyar û 343 milyon û 841 hezar û 232 dolarê mayî jî bo mûçe hatiye terxankirin.
