BasNews- Çend berhemên cuda yên çandiniyê li parêzgeha Duhokê tên çandin û beşek ji wan berheman bo naverast û başûrê Iraqê tên hinardekirin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê parêzgeha Duhokê Ehmed Cemîl ji (Basnews) re ragihand: “Beşa çandiniyê li parêzgeha Duhokê di asteke baş de ye û gelek berhemên navxweyî ji parêzgehê bo naverast û başûrê Iraqê tên hinardekirin.
Ehmed Cemîl got: “Li parêzgeha Duhokê 4 hezar xaniyên plastîk ji bo berhemanîna xiyar hene û 12 hezar donim zevî ji bo çandina tomato û 18 hezar donim jî ji bo berhemanîna xiyar hatiye terxankirin.
Di berdewamiyê jî de Ehmed Cemîl got: "Me kariye hemû berheman hinardeyî Herêma Kurdistanê bikin, lê xalên kontrolê yên naverast û başûrê Iraqê rê nadin berhemên me, eger rê nedin emê bi zimanê erebî nameyên fermî ji cotkarên xwe û başûrê Iraqê re binivîsin. Îsal li parêzgeha Duhokê zêdetirî 1000 ton xurtî hatiye berhemanîn û beşek ji wan bo naverast û başûrê Iraqê hatiye şandin.’’