BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdceyek taybet bo gihandina elektirîkê bo çendîn gundên devera Germiyan terxan kir.
Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê ragehandiye, di çarçveya karnameya kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê de û gihandina xizmetguzariyan bo xelkê Kurdistanê, serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 3 milyar û 627 milyon dînar nîşan da bo gihandina elektirîka 25 gundên devera Germiyan.
Fermangehê daye zanîn, ew kujma diravê han dê qonax bi qonax li ser bûdceya wezareta elektirîkê were xerckirin.