Jineka Rojhilatî li Hewlêrê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Jineka Rojhilatî li Hewlêrê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin

Fatime Zariî

BasNews – Jineka Rojhilatî li bajarê Hewlêrê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kêran hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, çend roj berê jineka Rojhilatî bi navê Fatime Zariî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi behaneya parastina namûsê, bi kêran hat kuştin.

Li gorî agahiyan, ew jina Rojhilatî piştî ku 3 sal berê ji hevjînê xwe cuda bibû, li Hewlêrê mankentî dikir.

Li gorî agahiyan, hevjînê wê sê sal berê jî xortekî 20 salî bi tohmeta hebûna pêwendiya evîndarî bi wê re kuştibû.

Navê zilam ku Fatime kuştiye, Îsmaîl Ebdullahmenêş e û heta niha nehatiye girtin.

Termê wê jina Rojhilatî, ku xelka bajarê Serdeştê bûye, li bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê hatiye veşartin lê ne malbata wê û ne jî mirovên wê beşdarî merasima veşartina termê wê nebûne û şîn jî jê re negirtine.

Tê gotin ku malbata wê 3 sal berê dema ji hevjînê xwe cuda bibû, pêwendiyên xwe bi wê re qut kiribûn.

Kurekî wê yê 4 salî jî heye û niha li ba xesûya wê li bajarê Ormiyê dimîne.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved