Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên avjenî dikirin xeniqîn
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên avjenî dikirin xeniqîn

BasNews  - Li gundewarên Qamişlo û Dêrikê, 3 kesên avjenî dikirin xeniqîn.

Hêzên Asayîşê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir û got: “Herêmên me rastî pêleke dijwar a germahiyê tê. Ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û avjenî dikin, bêyî ku tedbîrên parastina kesayetî bigirin û di encamê de bûyerên xeniqîna zarok û ciwana çêbûn. Do 3 kes li gundwarên Qamişlo û Dêrikê xeniqîne.”

Herwiha Asayîşê di daxuyaniya xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku hay ji zarokên xwe hebin, wan di aliyê xeteriyên avjeniyê de hişyar bikin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved