HDPê kongreya xwe ya 5.mîn a asayî lidarxist, Sancar û Buldan careke din bûn hevserok
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

HDPê kongreya xwe ya 5.mîn a asayî lidarxist, Sancar û Buldan careke din bûn hevserok

BasNews – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê îro 03.07.2022yê kongreya xwe ya asayî ya 5emîn li darxist û Perwîn Buldan û Mîthat Sancar careke din wek hevserokên partiyê hatin helbijartin.

Kongreya HDPê bi dirûşm û şîara “Çareserî em in, Serkeftin ya me ye” û li Salona Sporê ya Enqerê pêkhat.

Di kongreya HDPê de Mîthat Sancar û Perwîn Buldan careke din wek hevserokên Partiyê hatin helbijartin û rêveberiya HDPê de hin guhertin pêkhatin. Di kongreyê de 100 kes esîl, 50 kes cîgir û 30 kes jî endamên rûmetdar ên Meclisa Partiyê hatin diyar kirin.

Di axaftina xwe ya kongreyê de Hevseroka HDPê Perwîn Buldan axaftina xwe de bal kişand ser gelek xalan û behsa giringiya têkoşîna hevpar, têkbirina faşîzmê kir. Li dijî tengkirinê, giringiya berfirehkirina fikriyata HDP’e kir.

Buldan got: Em bi vê çoşa we serbilind in. Hûn bi xêr hatin, ser çavan hatin. Bila her kes îredeya vê salonê baş bibîne. Bostekê jî me ji têkoşina xwe paş de gav neavêt, li hemberî ti kesî çok dananî, ji niha û pê de jî em ne paş ve gav diavêjin ne jî çok datînin. Wek partiya jinan me muxalefeta jinan kir hêza sîyaseta partiya xwe. Em ê hêza gel dide me li hember zaliman heta dawiyê bi kar bînin. Em ê helbet serkeftin û destkeftinên xwe mezintir bikin.

Herwaha Hevserokê din ê HDPê Mîthat Sancar jî ragehand: Ev coşa we, ev hêza we îro li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e. HDP deh sal berê hat avakirin. Berxwedana li ser vî welatî kevneşopiya têkoşînê di HDP’ê de îro mezintir dibe. Fikriyata me hêza xwe ji heqîqetê digire. Niha dem dema avakirinê ye. Avakirina “Jiyana nû” dê gelek pirsgirêkên vî welatî çareser bike.

Li ser hemwelatiya wekhev çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi aştî û demokrasiyê mumkin e. Lewma em li her derê û her gav biisrar aştiya mezin diparêzin. Çareserî em in, soza me heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan divê di bin banê Meclisê de pêvajoyek dest pê bike. Ji bo ewlehî û zelalbûna pêvajoyê hewce ye Meclis di navenda pêvajoyê de be û rola xwe ya bi bandor bilîze. Em ji vir cardin dibêjin; li ser navê Îmraliyê lîstikan nelîzin, gotinan nekin. Tecrîdê rakin û rêya dialog û çareseriyê vekin. Pirsgirêka Kurd, gelê Kurd bi tenê di hilbijartinan de nikare bê nirxandin. Gelê me ne amûrê desthilatiya we ye. 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved