BasNews – Wezareta şaredarî û geştûguzarê ragehand, di 6 mehên destpêkê yên îsal de zêdetir ji milyonekî geştyaran serdana bajarê Hewlêr û derdora wê kirine.
Îro 03.07.2022yê wezareta şaredarî û geştûguzar a hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Hejmara geştyarên navxwe û parêzgehên Iraq û welatên biyanî ji bo Herêma Kurdistanê zêde bûye û di heyama 6 mehên borî de 1 milyon û 117 hezar û 395 geştyaran serdana bajarê Hewlêr û derdora wê kirine. Li gor berê rêjeya geştyaran sedî 15 zêde bûye û ew zêdebûn berdewam jî dike.’’
Herwaha daxuyaniyê de hat ragehandin: ‘’Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca hemû cure kirina çavkaniyên dahatê, bi awayekî baştir nirx dide sektora geştûguzar û pêşxistina wan sektoran û ji bo wê jî gelek pêngavên çaksaziyê û asankarî di berjewendiya vê sektorê de avêtine. Ev yek jî bûye sedem ku bandor li ser bilindbûna hejmara geştyaran bibe.’’
Li gor amarên dawiyê li sînorê rêveberiya giştî ya geştûguzar a Hewlêrê di heyama 6 mehên sala 2022yê de 1 milyon û 117 hezar û 395 geştyarên navxwe û parêzgehên Iraq û biyanî serdana Hewlêr û derdora wê kirine. Ji wê hejmarê 238 hezar 531 geştyar biyanî ne.