BasNews – Li gundê Bêstansor a ser bi nahyeya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê şewat derket û ji ber wê jî 500 dar şewitîn.
Berdevkê polîsê daristan û jîngeya Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî em hatin agahdar kirin ku şewat di daristanekî sînorê nahyeya Erbetê de derketiye, demildest tîmên binkeya polîsê daristan û jîngeyê geheştin cîhê şewatê û agir hat kontrol kirin.’’
Herwaha got: ‘’Piştî ziyan jî hatin diyar kirin, derket ku nêzîkî 500 darên bî û çinarê şewitîne û heta naha jî diyar nîne ji ber çi ew şewat derketiye.’’