Kerkûk – 17 terorîst hatin girtin û 59 bombeyên çandî jî dest li ser hate danîn
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Kerkûk – 17 terorîst hatin girtin û 59 bombeyên çandî jî dest li ser hate danîn

BasNews – Fermandariya proseya hevbeş a Kerkûkê aşkera kir li Kerkûkê dest danîne ser 59 bombeyên çandî û hejmarek terorîst jî hatine girtin.

Îro 03.07.2022yê fermandarê proseya hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Ferîcî di beyanameyekî de aşkera kir, ‘’Hêzên ewlehiya Kerkûkê dest danîne ser 59 bombeyên çandî, 7 çek û 55 guleyên hewanê û 8 katûşayên curbicûr.

Herwaha diyar kir, di heman demê de 17 terorîstên daxwaza wan a girtinê hebûye û 60 kesên din ên bi tewanên din jî hatine girtin.

Navborî aşkera kir, 7 binkeyên terorîstên DAIŞê jî hatine jinavbirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved